Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ji Dûr ve Dengê Boranan û Kurdistan!

A+A-

Ev demek e, Tirk û berpirsiyarên dewleta tirkan bi şêweyeke eşkere pirsgirêka kurd û Kurdistan tînin ser zimanên xwe û dibêjin;

Pirsgirêka kurd tune ye, pirsgirêka kurdan a PKK heye. Ku em PKK ji navbera xwe û kurdan derxînin, pirs bi xwe çareser dibe.”(!) Gelo ev gotinên berpirsiyarên dewleta tirkan, gotinên rojane ne, an îşaretî hewlek û stratejîyek dewletê ya nû ye?

Bi raya min, siyasetmedar û stratejîstên dewleta tirkan gihîştin wê encamê ku, hewlên entegrasyon û asîmîlasyonê berhem dane. Li Bakurê Kurdistanê beşek mezin ji kurd, êdî di ware cûdabûn û doza dewleteke kurd li Bakurê Kurdistanê, ji bingeheke netewî Kurdistanî qetîyane û berê xwe dane “bi tirkan re jiyaneke hevpar û bi hewlên riza asîmîlebûnê.” qanih bûne.

Di hewla ji bingeheke Kurdistanî ber bi “Tirkiyebûnê û pijavê” de, rola PKK û rêxistinên bi ser PKKê yên li ser esasên “biratiya gelan, guhertina îktidarê û xwestinên demokratîk” de, bi muhalefeta tirkan re vê encamê, hebûna rol û pozîsyona PKK bêwate kiriye. Ji ber wê jî dewleta tirk, kêmkirina rola PKKê wek stratejî daye ber xwe.

Dewleta Tirk wê hêla “bandora PKK û şerê çekdarî”(!) kêm bike û rolê hêzên medenî wek HDP derxe pêş ku hîn bêtir vê encama “tirkiyeyîbûnê” bibandor bimeşîne.

Plankirina operasyona ser Qendîlê û deverên derdorên Qendîlê jî gavek ji vê stratejiyê ye.

Wek ku em dizanin; Hêzên leşkerî û paramilîter yên tirkan, li ser kuraya 30 km. ketiye xaka Başûrê Kurdistanê û deverên Çiyayên Biradost Heftenîn, Garê, Metîna, Avaşîn, Basyan, Zap, Xakûrk, Kanîreş, Sîdekan û Qendîl bombebaran dike. Di armanca van operasyonan de ji hêla leşkerî de çend hedef derdikevin ber me. Yek jê bidûrxistina çekdarên PKK ji sînorên Dewleta Tirk, kêmkirina bandora Qendîl û binpêkirina serweriya Başûrê Kurdistanê . Li ser van esasan jî bi dewleta Îranê re di nav hewlên hevpar de ye. Ji hêlekê de Îran, ev dever dorpêç kirine û rêyên xwebipaşdekişandinê asteng dike. Ji hêla din de jî, ev herdû dewletên dagirker, bi hewlek hevpar, li ser Başûrê Kurdistanê bi bandora dorpêçeke nû, hewlên operasyonên xwe hêsan dikin.

Yek ji van hewlan ew e ku; ev çend roj e Tirkiye û Îranê bi qutkirina ava diherike ser axa Başûrê Kurdistanê ya çemê Zêyê Piçûk û Dîcle, rewşa Başûrê Kurdistan a avê, di vê germa havînê de dixe bin metirsiyeke mezin. Di vî warî de berpirsiyarên Hikûmeta Federal a Kurdistan eşkere dikin ku:

’Girtina beşek ji avê ji aliyê Tirkiyê û Îranê ve dê bandora wê hebe li ser geşt û guzarê li Kurdistanê û bi giştî li Iraqê jî. Herçend niha bandora wê pir diyar nîne jî, li ser sektora geşt û guzarê jî, lê bi giştî girtina rêjeyeke avê ji aliyê wan welatan ve dê pir bi bandor be.’’(!)

Diyarkirina pirsgirêkeke din jî, hewlên Emerîka, îsraîl û Erebistana Siûdî ye li ser Îranê ye. Ev jî rewşa Kurdistan a siyasî di navbera van hêzan de dixe metirsiyê. Hewlên siyaseta Emerîka û hevalbendên wê li hember Kurdistan yên çiftestandard, statûya Başûrê Kurdistanê dixe bin metirsiyê û bandora tehdîdên Îranê li ser siyaseta Başûrê Kurdistanê zêde dike.

Îran eşkere herêmê tehdît dike û Serokê Parlementoya Îranê Elî Laricanî eşkere dike ku:

"Eger Îran ji aliye welatên dijmin en wek Amerika, Îsraîl û Erebistana Siûdî ve were dorpêçkirin, dê bandor li tevayiya Rojhilata Navîn bike û tevahiya herêmê dê bikeve metirsiyê de."

Ev eşkere tehdîdeke Îranê ye û muhatabên vê tehdîdê jî ji Emerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdî bêtir, Kurd û destkeftinên Başûrê Kurdistan e.

Emerîka ji hêlekê de bingeha gavên stratejîk bi Tirkiye re ava dike, hin jî Tirkiye hêzê ji van garantiyên Emerîka digire û bingeha êrîşên ser hemû beşên Kurdistanê ava dike. Ji hêla din de jî Emerîka; ji bona armancên xwe bê ku kurdan li rojhilata navîn ji xezeba van barbaran biparêze, ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne. Ev siyaseta Emerîka çiftestandard û bitehlûke ye.

Eynî tehlûke li Başûrê Rojavayê Kurdistanê jî bi teslîmbûna xaka seranserê Rojavayê Firatê re derket ber me!

Her çiqa Wezîrê berevanî yê Emerîka yê James Mattis di civîneke NATOyê de rabigihîne ku:

“bê geheştina çareseriyek siyasî li Sûriyê, vekêşîna hêzên Amerîkayê li wan navçeyan xeletiyek stratejîk e û hewldanên dîplomatîk dê bêhêz bike û teror jî dê bihêz bibe.”(!) jî, ev gotinên berpirsiyarên siyaseta Emerîka û hewlên Emerîka li herêmê hevûdû nagirin.

Divê Kurd ji bona parastin û bipêşdebirina berjewendî û destkevtinên xwe şiyar bin. Pişta xwe ne bi siyasetên aktorên Navdewletî û herêmî ve, bi xurtkirina siyaseta milî ya kurd û hevpar ve girê bidin. Garantiyên parastina destkeftin û bipêşdebirina van serkeftinan û garatiya wan bi carekê de, bi siyaseteke Kurdistanî û milî ve girêdayî ye. Eger kurd negihîjin wê asta siyaseteke hevpar û milî, wê her bingeha windakirinê hebe û derkeve ber me.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin