Ji ber tayînkirina qeyûman xebatên çand û hunera kurdî jî radiwestin

Ji ber tayînkirina qeyûman xebatên çand û hunera kurdî jî radiwestin

Di serdema rêveberîya şaredarîyên Partîya Demokratîk a Gelan HDP'ê de xebatên çand û hunerî jî dihatin kirin. Lê ji ber ji kardûrxistina hevserokên şaredarîyan xebatên çand û hunera Kurdî jî radiwestin.

A+A-

Di serdema rêveberiya şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê de xebatên çand û hunerî jî dihatin kirin. Lê ji ber ji kardûrxistina Hevserokên Şaredariyan xebatên çand û hunera Kurdî jî radiwestin. Hevserokê  Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli ku ji kar hat dûrxistin got; gelek projeyên me yên li ser çand û hunera Kurdî nîvço man. Li gorî nirxandina parlementerê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz jî, qeyûman ji bo çand û hunera Kurdî tiştek nekirin û armanceke tayînkirina qeyûman jinavbirina çand û hunera Kurdî ye.

Di heyama rêveberiya qeyûman de gelek avahiyên ku  xizmeta çand û hunera Kurdî lê dihat kirin hatibûn girtin. Lê belê hevserokên şaredariyên HDP'ê hewil dan ku zimetên çand û hunerî ji nû ve bidin destpêkirin. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli ku di 19'ê Tebaxê de ji kar hat dûrxistin ragihand ku wan li kûçe, kolan û parkên bajêr derfetên lîstîk, şano û mîhrîcanan amade kirin. Mizrakli got; gelek projeyên me yên li ser çand û hunera Kurdî nîvço man û ez nebawer im ku qeyûm wan projeyan temam bike.

Adnan Selçûk Mizrakli - hevserokê şareariya bajarê mezin ya Diyarbekirê yê ku ji kar hatî dûrxistin, got: "Me li ser çand û hunera Kurdî gelek karên wekî şano, lîstik û mîhrîcan kir. Şanoya Bajêr ya Diyarbekirê di serdema qeyûmî de wêran bibû, me ew der paqij kir û me plan dikir ku em di 1'ê Îlonê de vekin.  Lê mixabin ev projeya me nivço ma. Me nîyet bû ku em ji bo çand û hunerê gelek kar û xebat bikin û mozaîka Diyarbekirê peşkeşi temaşevanan bikin lê mixabin ji be tayînkirina qeyûmî hemû projeyên me nivço man."

Cara pêşîn di îlona 2016'an de ji bo şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk DBP'ê qeyûm hatin tayînkirin.  Di nava 2 sal nîvên serdema rêveberiya qeyûman de li 94 bajar û navçeyan bi sedan saziyên çand û hunerê hatin girtin. Qeyûman gelek kesên ku di nava van de xebatkarên çand û hunera Kurdî jî hebûn ji kar avêtin.  Li gorî nirxandina Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyûz armanceke tayînkirina qeyûman jî pêşîlêgirtina çand û hunera Kurdî ye.

Necdet Îpekyûz - Parlementerê HDP'ê yê Êlihê, dibêje:"Em dizanin gel hin alî bixwazin neyartiyê bikin pêşiyê ji çand û hunerê dest pê dikin. Dema ku qeyûm hatin tayînkirin gelek kes ji kar avêtin, lê gelo ji bo dîroka Kurdan û meseleya Kurdîtiyê çi kirin? xebatkarên çand û hunera Kurdî ji kar derxistin. Di meseleya çand û hunerî de gelê me birçî bû. Gelê dixwest ku bi zimanê xwe şano hebe, muzîkê guhdarî bike û dengbêjên me dîsa derkevin holê û di nava gel de bin."

Di adara 2017'an de Qeyûmê Şaredariya navçeya Peyas a Diyarbekirê  li gundeki navçeyê çalakiyeke dengbêjan li dar xist lê van xebatan dewam nekir. Ji ber tayînkirina qeyûman gelek dengbêjên  Mala Dengbêjan dest ji kar berdan lê yên mayîn stran û klamên xwe striyan.  Ji bilî van çalakiyên navborî qeyûman şano, muzîk û çalakiyên hunerî yên Kurdî nekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin