Ji ber şewitandina wêneyê Xamaney 40 sal ceza li 3 ciwanan hat birîn

Ji ber şewitandina wêneyê Xamaney 40 sal ceza li 3 ciwanan hat birîn

.

A+A-

Hat ragihandin ku ji bo 3 ciwanên ku sala 2019an dema protestoyên bihabûna benzînê bi hinceta ku wêneyê Rêberê Olî yê Îranê Alî Xamaney şewitandine, 40 sal ceza hat birîn.

Li gorî ragihandina ajansa çalakvanên mafên mirovan HRNAyê Dadgeha Şoreşê ya Dezfulê bi hinceta şewîtandina posterê Xamaney di xwepêşandanê de bi giştî 40 sal cezayê girtîgehê li sê ciwanên çalakvan Raad Hemadanî (23), Gazi Hosrocî (19) û Seccad Debbat (20) birî.

Dadgehê ji bo Hemadanî 20 sal, ji bo Hosrocî û Debbat her yek 10 sal cezayê girtîgehê sepand.

Hat diyarkirin ku her sê ciwan ji sala 2019an ve li bajaroka Şûşa ya Xozistanê ji dema hatine binçavkirin ve di girtîgehê de ne.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin