Ji ber metirsiya DAIŞê erkê hêzên Almanya yê li Iraqê hat dirêjkirin   

Ji ber metirsiya DAIŞê erkê hêzên Almanya yê li Iraqê hat dirêjkirin  

.

A+A-

Ji ber metirsiya DAIŞê li Iraqê, bi biryara Parlamentoya Almanyayê, dema erkê hêzên Almanya yên di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de li Iraqê ne, hat dirêjkirin.

Li gor biryarê, wê hêzên Almanyayê heta 15 mehên din û heta roja 31ê Çileya 2022an li Iraqê bimînin.

Di vê çarçoveyê de Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Mass diyar kir: ‘‘Hê jî DAIŞ metirsiyek e û têk neçûye, şaneyên razayî yên li Iraq û Sûriyê encamdana karên terorî didomînin. Ji ber vê yekê divê hêzên Almanyayê rola xwe di rûbirûbûna DAIŞê de bilîzin.’’

Di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, 500 leşker û şêwirmendên Almanyayê li Iraqê erkê xwe bi cih tînin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin