Ji ber girtina deriyê Pêşxabûrê welatî li Rojava asê mane

Ji ber girtina deriyê Pêşxabûrê welatî li Rojava asê mane

.

A+A-

 Li deriyê sînorî yê Pêşxabûr-Sêmelka ku take deriyê sînorî ye, di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, roja Çarşemê xwepêşandaneke grûpa bi navê Ciwanên Şoreşger derket û piştre êrîşî hêzên ewlekariyê yên li aliyê Pêşxabûr kir û di encamê de derî hate girtin. Di encama girtina derî de welatiyên serdana Rojava kirne asê mane.

Bi girtina Deriyê Sînorî yê Sêmalka-Pêşxabûr, gelek ziyan û zehmetî ji bo welatiyên Rojavayê Kurdistanê derdikevin, weke mînak, hejmarek ji welatiyên ku ji Ewropayê hatibûne serdana malbatên xwe, li aliyê Rojavayê Kurdistanê asê mane û nikarin vegerin. Hinekan ji wan, ji bo vegerê bilêtên firokeyan birrîne, lê aniha ew neçar in li hêviya vekirina deriyê sînorî bimînin ji bo ku careke din bilêtan bibirrin, herwiha metirsî heye, girtina derî dûdirêj bike û kêşeyên yasayî li Ewropayê ji wan re dirust bibin.

Hinek çavdêr û şirovekarên siyasî dibînin ku êrîşa li ser Deriyê Pêşabûrê ne karekî rewa ye, ne jî ji berjewendiya aramiya rewşê ye.

Şirovekarê siyasî Îbrahîm Mislim dibêje “Pirsgirêka Sêmalka deriyê sînorî bi taybet ji bo Rojava bêhnvedanek e. Ez bi hêvî me her dû alî jî, çi aliyê Rojava, çi aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê çareyekê bibînin. Ji ber ku ji miletê re pirsgirêk çê dibin, dikarin bi awayekîn çareser bikin.”

Ev ne yekem car e, ew deriyê sînorî tê girtin, lê vê carê deriyê sînorî li ber tevgera welatiyan û bazirganiyê jî hate girtin, herwiha deriyê El-Welîd ku 10 kîlometran dikeve başûrê Sêmalka û girêdayî wî derî ye û ji bo bazirganiyê hatibû vekirin û rojane derdora 200 barhilgiran çûn û hatin lê dikir, ew jî hate girtin û bazirganî rawestiya, ev yek jî bandoreke xirab li ser xelkê Rojavayê Kurdistanê dike, ku berê ji aliyê Tirkiye û hikûmeta Sûriyê ve, li jêr dorpêçeke tund in.

Îbrahîm Mislim got jî “Ev yek heram e. Ev molotof çewa derbas bûn? Divê ev pirs were kirin. Rêza me ji malbatên şehîdan re heye, lê eger tiştek wisa çêbibe, divê ew jî xwe muhasebe bikin.”

Deriyê Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, ji sala 2013an ve, hatiye vekirin, û rêyeke sereke û girîng e ji bo bazirganî, abûrî û çûnûhatina xelkê û rêxistinên mirovî yên ser bi Neteweyên Yekbûyî. Bi rêya wî deriyî, kêlûpelên xwarinê yên serke wek şekir, birinc, ard... û madeyên avakirinê çîmento û hesin derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin, ji aliyê Rojava ve jî, kesên xwediyên nexweşiyên giran, herwiha bûk jî derbasî Bûşûrê Kurdistanê dibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin