"Jeonsîda Dêrsımê xelekeke jı sîyaseta jı holê rakırına gelê Kurd e"

"Jeonsîda Dêrsımê xelekeke jı sîyaseta jı holê rakırına gelê Kurd e"

“Heger em tenê bi êrîşê qîma xwe bînin wê çavkanîyên serhildanê di şûna xwe de bimînin. Loma pêwist e em ew kesên ku çek bi kar anîne û tînin divê li cî û ebedîyen ji navê rakin, gundan bi tevahî hilweşînin û malbatên wan dûr bixînin”.

A+A-

Beyana Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ku bi munasebeta 4ê Gulanê 82yemîn salvegera destpêka Jenosîda Dêrsimê li jêr e:

82 sal berê, roja 4ê gulanê bi tesdîqkirina M. K. Ataturk û F. Çakmak bi biryara fermî, ji bo bi tevahî ji holê rakirina gelekî, êrîşa leşkerî hate dayîn. Li ser ‘Biryara Heyeta Wezaretê ya Tevgera Tenqîl a Dêrsimê’ ku di 4ê Gulana 1937an de hatibû stendin, di 12ê Gulana 1937an de hêzên leşkerî yên Cumhurîyeta Tirkîyê Dêrsim îşgal kir, kevir ser li kevir nehêlan.
Di biryarê de ‘gelê herêmê divê bê civandin û ji bo devereke din bê neqilkirin’, ‘Ev operasyona civandinê wê bigre ser gundan wê him çekan bicivîne û him jî bi vê firsendê kesê ku hatine civandin neqil bike’. Dîsa di biryarnameyê de tê gotin: ‘Heger em tenê bi êrîşê qîma xwe bînin wê çavkanîyên serhildanê di şûna xwe de bimînin. Loma pêwist e em ew kesên ku çek bi kar anîne û tînin divê li cî û ebedîyen ji navê rakin, gundan bi tevahî hilweşînin û malbatên wan dûr bixînin’.

Ev gelek aşkereye ku ji ber bawerî û nasnameya wan, ji holê rakirina miletekî ye.

Dewleta Tirk bi navê stendina leşkerîyê, qismekî mezin ji xelkê herêmê kirin leşker û dû re kesên ku dikarin rêberîya gel bikin, yên xwedî gotin û bi îtîbar tevî malbatên wan ji bo surgun bikin civandin. Ji bo têkilîyên wan bi tevahî bên birîn û hevûdin nebînin surgunî bajarên cuda yên Tirkîyeyê kirin û ‘îqameta mecbûrî’ dan wan. Piştî wê, operasyona îmhakirinê dest pê kir. Bêyî ku ferqê têxin nava wan , gelê Dêrsimê qir kirin. Serokê Asayîşa Malatyayê yê wê demê Î. Sabrî Çaglayangîl îtîraf kiribû ku , jin û zarokên ku ji zilmê filitîbûn revîyabûn şikeftan bi ”jehra mişkan” hatin qetilkirin. Jin û keçên Dêrsimê ji bo zêdetir esaretê nebînin ji zinarên bilind xwe davêtin çemê Munzûrê. Leşkeran hin zarokên sêwî bi xwe re birin bajarên xwe û ew wek miletekî din gihandin.

Jeonsîda Dêrsimê, xelekeke ji sîyaseta ji holê rakirina gelê Kurd e. Ev pêvajo sala 1921ê bi şikandina berxwedana Qoçgîrîyê dest pê kir û sala 1937-38an bi qirkirina Dêrsimê dawî lê hat. Wek ku di biryarnameyê de hatîye gotin hemû cîh û warên berxwedana gelê Kurdistanê yek bi yek hatin îmhakirin.

Ji ber sûcên ku li hember gelê Dêrsimê û Kurdistanê kirîye tiştê dewlet bike ew e uzra xwe bixwaze û gavên pêwist ên li gorî vê rastîyê bavêje. Dewlet dikare bi destnîşankirina mezelên serokên tevgera Seyid Riza,  Şêx Seîd û yên din ku heta nuha bi dizî girtîye, dest pê bike.

Di 82emîn salvegera destpêka Jenosîda Dêrsimê de em wan qirkirin û jenosîdên  li hember gelê Kurdistanê pêk hatine protesto dikin, rûreş dikin û em li ber şehîdên xwe bi giramî serê xwe ditewînin.

04.05.2019

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAK

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin