Jeffrey ji bo rêkeftina yekrêziya aliyên Kurd bi ENKS û PYNK re civiya

Jeffrey ji bo rêkeftina yekrêziya aliyên Kurd bi ENKS û PYNK re civiya

Hat ragihandin ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey îro 20ê Îlonê ku serdana Rojavayê Kurdistanê kir, bi herdu aliyên siyasî yên Kurdî ENKS û PYNKê re civiya.

A+A-

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro ji K24ê re ragihandiye ku civîna îro ya Nûnerê Amerîka yê Taybet bi Karûbarên Sûriyê James Jeffrey li Rojavayê Kurdistanê bi her du aliyên yekrêziya kurdî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) bi dawî bûye, lê hîna encamên civînê ne diyar in.

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve diyar kir: “Heta niha rêkeftin di nerîna siyasî de hatiye kirin. Ew nerîn jî nêzîkî helwesta navdewletî û xelkê Sûriyê ye. Rêketina li ser Lêvegera Siyasî jî hîna bi dawî nebûye.” Diyar kir jî, nayê çaverêkirin bi amadebûna James Jeffrey ti rêkeftin bê îmzekirin û got: “Heger hemû xal bi hev re zelal nebin, ti rêkefin nayin îmzekirin.”

Derbarê pirsa Pêşmergeyên Roj de jî Biro got: “Divê Pêşmergeyên Roj vegerin welatê xwe û dive rêkeftineke zelal di wê derbarê de hebe û ew rêkeftin ji aliyê Amerîka û hêzên navdewletî û herêmî ve parastî be. Heger vegera Pêşmergeyan bê parastineke navdewletî be, dê metirsyeke mezin li ser hebe.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin