Îsmaîl: Herêma Kurdistanê piştevanîya gel û doza Kurdî li Kurdistana Sûrîyê dike

Îsmaîl: Herêma Kurdistanê piştevanîya gel û doza Kurdî li Kurdistana Sûrîyê dike

Endamê şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl hûrgilîyên civîna bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re aşker kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Herêma Kurdistanê îro bi şandeke ENKSê bi serokatîya Serokê ENKSê Siûd Mela re civîyabû. Di vê derbarê de, Endamê Desteya Serokatîya ENKSê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re ragihand, di hevdîtina wan bi Serokê Herêma Kurdistanê re, bi awayekî sereke li ser rewşa tengav a ku niha gelê Kurdistana Sûrîyê tê re derbas dibe û zehmetîyên abûrî û ewlehîyê yên rûbirûyî wê dibin, hatin guftûgokirin.

Da zanîn, şanda ENKSê helwesta xwe ji Îtîlafa Opozîsyona Sûrîyê, helwestên ENKSê derbarê welatên herêmê, pêwendîyên ENKSê bi alîyên navdewletî re, bi taybet ku di demeke nêzîk de şandeke ENKSê bi Wezareta Derve ya Rûsyayê re dicive, ji Serokê Herêma Kurdistanê re ragihandin.

Li ser rola Herêma Kurdistanê, Îsmaîl got: Pêgeh û rola Herêma Kurdistanê di warê sîyasî, dîplomasî û civakî de ji gel û alîyên sîyasî yên Kurdistana Sûrîyê re gelekî girîng e, ku piştevanê sereke û tekane ji me re ye û bi giranîya xwe ya sîyasî û dîplomasî piştevanîyê ji me re dike. Herêma Kurdistanê ne piştevanîya alîyekî sîyasî tenê dike, belkû piştevanîya gel, pirs û doza Kurdî dike.

Derbarê yekrêzîya navmala Kurdî de, Endamê Desteya Serokatîya ENKSê da zanîn, ew ligel Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm civîyane û ji bo yekrêzîya Kurdî pêwîst e zemînek bê dirustkirin û bawerî peyda bibe, piştre danûstandinên giştî yên di warên sîyasî, îdarî û serbazî bê kirin, ev pirs jî li ser alîyê din dimîne ka heta kû derê dikare bersiva vê pirsê bide.

Herwiha got: Heta niha banga yekrêzîyê wek bang maye, lê li ser erdê ti gav nehatine avêtin. Bawerî di navbera me de nîne, ji ber ku me sê rêkeftin bi alîyê din re kirine, lê wan (Rêveberîya Xweser/ PYD) ew rêkeftin binpê kirin. Ew her dikevin tengavîyê, banga Kurdatîyê dikin û dema tengavî derbas dibe, ji pirsê dûr dikevin.

Li ser metirsîya guhartina demografîya Rojavayê Kurdistanê, Îsmaîl dîyar jî kir, ENKS plana guhartina demokratîk metrisîdar dibîne. Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê jî nîgeranîya xwe di wê derbarê de nîşan da. Îsmaîl amaje bi wê da, hemû binpêkirinên ji alîyê grûpên çekdar ve tên kirin, ji alîyê wan ve têne belgekirin û ew li ser hemû astên sîyasî, dîplomasî û yasayî kar dikin, ta ku ew binpêkirin neçe serî.

 Çavkanî: K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin