Îro leyîzeke Kûpaya Tîmên Asyayê li Hewlêrê birêve diçe

Îro leyîzeke Kûpaya Tîmên Asyayê li Hewlêrê birêve diçe

Êvara îro Duşemî 10ê Sibatê li Yarîgeha Ferenso Herîrî ya Hewlêrê, di çaçroçveya pêşbirkên Kûpaya Tîmên Asyayê, herdu tîmên Istiqlal a Îranê û Şurte ya Iraqê tên hemberî hev.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li Hewlêrê amadekarîyên ji bo leyîza Şurte ya Iraqî û Istiqlal a Îranî berdewam in û biryar e îro Duşemê 10ê Sibatê saet 17:30an ew leyîz li yarîzgeha navdewletî ya Ferenso Herîrî birêve biçe.

Piştî 48 salan herdu tîmên Şurte ya Iraqê û Isitqlal a Îranê têne hemberî hev.

Leyîza îro bi mêvandarîya Şurte ya Iraqê birêve diçe. Ew leyîz ji ber rewşa sîyasî û ewlehî ya li navçeyên başûr û navenda Iraqê, bi biryara Federasyona Futbolê ya Asyayê bo Hewlêrê hatîye veguhastin.

Herdu tîm ji du roj berî niha ve li Hewlêrê ne û ji xwe vê leyîza giring re amade kirine.

Tîma Istiqlalê berî birêveçûna leyîzê, gilî ji rewşa yarîgeha Ferenso Herîrî ya Hewlêrê kir û Berpirsê Ragihandina wê tîma Îranî got, çîmen û gîyayê yarîgehê gelek xerabe û ji ber baranbarînê, wan nikarîne bi awayekê baş rahênanên xwe bikin.

Tevî wê yekê jî berpirsên tîma Istiqlalê pêşbînî dikin ku xelkê Hewlêrê û Îranîyên ku li Herêma Kurdistanê dijîn, wek cemawerê tîmê li yarîgehê amade bibin û piştevanîyeke germ li tîma wan bikin.

Di nav refên tîma Istiqlala Îranî de 3 yarîzanên Kurd hene, ku yek ji wan Wurya Xefûrî kapîtanê tîmê û xelkê bajarê Sine ye, yek ji wan Zekerya Muradî xelkê bajarê Dîwandere yê Rojhilatê Kurdistanê ye û ewê din jî Mîlad Zekîpûr e ku li bajarê Çalûsê yê li bakurê Îranê ji dayik bûye.

Istiqlal a Îranê di leyîza xwe ya li hember Şurte ya Iraqî de ji çend yarîzanên xwe bêpar dimîne, ku ew jî Şêx Dîyabate, Ferşîd Îsmaîlî, Darîyûş Şucaîyan, Sîyaweş Yezdanî û Arif Xulamî ne.

Pêr şev tîma Istiqlal a Îranê bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîştibû Başûrê Kurdistanê.

Kapîtanê Kurd ê tîma Istiqlalê, Wurya Xefûrî di daxuyanîyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku ew bi hatina xwe y abo Herêma Kurdistanê û Hewlêrê gelek kêfxweş e û ew dê hewl bide, di paşerojê de li Kurdistanê çalakîyên xwe zêdetir bike.

Wurya Xefûrî got: “Keyfxweşim ku bo yekemîn car li Kurdistanê û li Hewlêrê me. Leyîza me ya li gel Şorte ya Iraqê gelek zehmet û hestyar e, em dê hemû hewlên xwe bidin ku leyîzê bibin.., ez dê hewl bidin di paşerojê de li Kurdistanê çalakîyên min hebin.”

Tîma Şurte ya Iraqî jî ji bo leyîza îro bê kêşe nîne. Ew demek e ji ber rewşa aloz a Iraqê, lîga futbolê ya Iraqê hatîye rawestandin û ji ber wê jî demeke zêde ye ku wê tîmê neleyîstîye û wê yekê dibe ku bandoreke neyênî li asta yarîzanên tîmê kiribe.

Herwiha tîma Şurte ya Iraqê, di leyîza îro de ji herdu yarîzanên xwe Kerar Casim û Sefa Hadî bêpar dimîne.

Ji bo leyîza îro, hekemê Kuweytî Ehmed Elî hekeme sereke yê leyîz ye, herwiha Mehmûd Ebû Tahîr û Ebdulrehman Nacî jî du hekemên alîkar in. Elî Riza yê Lubnanî jî hekemê çarem ê leyîzê ye û Beşîr Şefîq ê Lubnanî jî serpireştê Asyayî yê leyîzê dibe.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin