Iraq li dijî Amerîkayê hewla kirîna sîstema dijî mûşekîya Rûsî dide

Iraq li dijî Amerîkayê hewla kirîna sîstema dijî mûşekîya Rûsî dide

Desthilatdarên Iraqê li dijî Amerîkayê hewla kirîna sîstema dijî mûşekî ya Rûsî didin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Endamê kutleya hevpeymanîya Fetih (Hevpeymanîya Heşdî Şeibî) Kerîm Lêwî, ku endamê lijneya asayiş û berevanîyê ye li Parlamentoya Iraqê, ji rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî re ragehand: ‘’Amerîkîyan em bêhêvî kirine li bihêz kirina sîstema berevanîya Iraqê.’’

Kerîm Lêwî ragehand, welatê wan dixwaze sîstema dijî mûşekîya S-400 a Rûsî bikire, bo bihêz kirina sîstema berevanîya xwe û bo wê jî sê meh berî naha şandeyekî Iraqê serdana Rûsyayê kirîye.

Parlamenterê Iraqê got, ji ber pêşhateyên nû û biryara derxistina hêzên bîyanî ji Iraqê, Parlamentoyê rê daye serokwezîrê nû yê Iraqê ku sîstema Rûsî bikire.

Parlamentoya Iraqê roja 05.01.2020ê ji ber kuştina Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendîs bê amadebûna nûnerên kurd û sunne biryara derxistina hêzên bîyanî ji Iraqê pejirand.

Basnews

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin