Îran herêmên sînorî topbaran dike

Îran herêmên sînorî topbaran dike

Îran herêmên sînorî yên navbera herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê topbaran dike.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor nûçeya K24ê, topxaneya Îranê gelîyê Alane, Marên û bilindahîyên li nêzîkî Hacî Omeran topbaran dikin.

Duh jî topxaneya Îranê bo heyama demjimêrekê navçeyên sînorî yên Hacî Omeranê topbaran kiribûn û li gor zanyarîyên heyî, cihên hatine topbarankirin, hejmarek ji koçeran pezê xwe lê diçêrînin.

Çend sal in Îran û Tirkîye navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dikin û ji encama wê bi hejmarek ji welatîyan bûne qurbanî û bi sedan gund vala bûne.

Ev di demekê de ye, îro jî Hêzên komando yên Tirkîyê derbasî navçeya Heftanîn ya Herêma Kurdistanê bûne û dest bi opersyonekê li dijî PKKê kirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin