Îran: Em amade ne bi Siûdî re dest bi muzakereyan bikin

Îran: Em amade ne bi Siûdî re dest bi muzakereyan bikin

.

A+A-

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade ragihand ku Îran amade ye bi Erebistana Siûdî re danûstandinan bide destpêkirin.

Xetîbzade li ser banga Qeterê ya dîyalogê bo welatên Kendava Besrayê got, ew amade ne ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi Erebistana Siûdî re dest bi muzakereyan bikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê bal kişand ser keşûhewaya nerm a vê dawiyê di navbera hin welatên Kendava Erebî de û diyar kir, "Ev guherînên polîtîkayê heger bi awayekî cidî di rojeva wan de bin, Erebistana Siûdî jî rêya çareseriyê û hevkariya herêmê bide ber xwe, wê Îrana bibe yek welatê ku vê yekê bi kêfxweşî pêşwazî dike.”

Xetîbzade herwiha daye zanîn ku Îranê ji bo aştiya herêmê Hewldana Aştiyê ya Hurmizê pêşkeş kiriye û divê nêrîneke hevbeş were bipêşxistin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin