Îran dest danî ser gemiyeka biyanî ya petrolê!

Îran dest danî ser gemiyeka biyanî ya petrolê!

Sipaha pasdarên Îranê ragihand, hêzên wan li nêzîkî gewriya Hurmuz dest danîne ser gemiyeka biyanî ya petrolê.

A+A-

Sipaha pasdarên Îranê ragihand, hêzên wan li nêzîkî gewriya Hurmuz dest danîne ser gemiyeka biyanî ya petrolê.
Hêza deryayî ya sipaha pasdarên Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan roja yekşema borî (14 vê mehê) li nêzîkî gewriya Hurmuz û li girava Lark dest danîne ser gemiyeka biyanî ya petrolê û 12 karmendên wê jî hatine girtin. 
Di daxuyaniya sipahê de hatiye gotin, di gemiyê de milyonek lîtir petrolê hebûye û barê wê jî “qaçax” bûye! 
Agahiyên zêde li ser gemiyê nehatine dayîn.
 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin