Îran Çalakiyên Atomî Zêde Dike

Îran Çalakiyên Atomî Zêde Dike

Îranê qonaxeke din a pêşxistin û zêdekirina çalakiyên xwe yên atomî ragihand û Tehranê bi fermî, Yekîtiya Ewropayê ji vê pêngava xwe agahdar kir.

A+A-

Îranê qonaxeke din a pêşxistin û zêdekirina çalakiyên xwe yên etomî ragihand û Tehranê bi fermî, Yekîtiya Ewropayê ji vê pêngava xwe agahdar kir.

Wezîrê Derve yê Îranê, bi nameyeke fermî bo Berpirsa Siyasetên Derve ya Yekîtiya Ewropayê, pêngava sêyem a zêdekirina çalakiyên etomî yên Îranê ragihand.

Mihemed Cewad Zerîf nameyek ji Berpirsa Siyasetên Derve ya Yekîtiya Ewropayê, Fêdêrîka Mogêrînî (Federica Mogherini) re şandiye û têde ragihandiye,  ku Îran hemû pabendiyên xwe bi Rêkkeftina Etomî ya sala 2015ê, di warên lêkolîn û geşedana zansitî û teknîkî de bi dawî tîne.

Zerîf di nameya xwe de dibêje, ew dê Navdewletî ya Enerjiya Etomî jî ji hûrgiliyên cîbicîkirina wê biryarê agahdar bikin.

Wezîrê Derve yê Îranê herwiha daye xuyakirin, ku ev pêngava Îranê “li hember mafên binpêkirî yên Îranê” yên di çarçoveya rêkeftina etomî de ye.

Tehran dibêje, ne Amerîka û ne jî welatên Ewropayê, ew bendên rêkeftina etomî ku di berjewendiya Îranê de ne, cîbicî nekirine û ji ber wê mafê wî welatî hatiye binpêkirin.

Amerîka ji Gulana 2018ê ve ji rêkeftina etomî ya bi Îranê re vekişiyaye û heta niha bi çend qonaxan sizayên tund bi ser wî welatî de sepandiye.

Li hember wê biryara Îranê, Yekîtiya Ewropayê biryara Îranê ya jibo zêdekirina çalakiyên xwe yên etomî şermezar kir û ragihand, “Îranê rêkeftina etomî binpê kiriye.”

Berdevkê Komîsyona Ewropayê, Karlos Martîn di konfiranseke rojnamevanî de ragihand, pêngavên Îranê ji bo zêdekirina çalakiyên etomî “berovajî rêkeftina etomî” ne.

Wezareta Derve ya Fransayê jî bertek nîşan da û ragihand, divê Îran hemû pêngavên ku rewşê aloztir dikin, rawestîne.

Li hember wan rexneyan, Wezîrê Derve yê Îranê ragihand, her sê welatên Ewropayê yên beşdar di rêkeftina etomî de, Almanya, Fransa û Brîtanya nekarîne sozên xwe yên ku dabûne Îranê, cîbicî bikin.

Mihemd Cewad Zerîf got: “Biryar e Ewropa sozên xwe cîbicî bike, neko xêrê bi Îranê bike. Ewropa li bendê ye ku Amerêka îznê bide, lê Amerîka tu caran wê îznê nade, Ewropa bixwe naxwaze rêkkefitna etomî cîbicî bike, tu pêwndî bi Amerîkayê ve nîne. Birîtanya jî li hember wê biryara Îranê dilgiranî nîşan da.”

Du roj beriya ku Îran biryara zêdekirina çalakiyên xwe yên etomî bide, Amerîkayê hin sizayên din bi ser Îranê de sepandibû.

Ew pêşhatên têkildarî bernameya etomiya Îranê û aloziyên navbera Îran û Amerîkayê di demekê de ne, ku Fransa hewla destpêşxeriyekê dida, daku Amerîkayê û rêveberiya Donald Trump razî bike, ku ew 15 milyar dolar weke deyn bidin Tehranê.

Her di vê çarçoveyê de, Wezîrê Darayî yê Fransayê serdana Amerîkayê kiribû û li Waşingtonê bi hevtayê xwe yê Amerîkayê re hevdîtin pêkanîbû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin