Idrîs Hiso: Serdana Memozînî û qehweya Kurdî

Idrîs Hiso: Serdana Memozînî û qehweya Kurdî

.

A+A-

Idrîs Hiso

Min roja 08.10.2021ê serdana mamoste Seîd Memozînî kir,bi mebesta ku ez ew çend pirtûkên ku nivîskar û helbestavanê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Konê Reş ji wî re şandibûn bighînim destê wî

Berî demekê Konê Reş hejmarek pirtûk bi diyarî ji min re şandin, ew jî ev bûn Ez û Gegerxwîn, Gernameya Min(Geşt û Serdan) û Dîroka Qamişto, lê Kon ji her pirtûkekê du dane şandibûn, daxwaz kiribû ku ez daneyekê ji hersê pirtûkan bighînim destê nivîskar Seîd Memozînî ku xelkê Berdereşa Herêma Kurdistanê ye û sernûserê kovara Xazir a mehane ye ku,heta niha 191 hejmar jê hatine weşandin, herwiha ew berpirsê ragihandina leqê 14 ê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye parêzgeha Neynewa ango Mûsil.

Bidilxweşî min got bila ez dê bi herdu çavên xwe diyariya te bighînim Seîd Memozînî.

Ji ber ku di van rojan de hibijartinên parlementoya Iraqê ên pêşxwet in, çend caran ez bi mamoste Seîd re axivîm, lê derfet çênebû ez serdana wî bikim, ew jî wek serkirdeyekî PDKê bi piroseya hilbijartinê gelekî mijûl bû.

Bi her halî îro ji ber roja Înê bû, û tevî ku dengdana taybet bi Asayiş, Polîs û Pêşmergeyan jî hebû, lê Memozînî got were ez dê li malê li hêviya te bim.

Ez û pismamekî xwe bi navê Adilê Badînî ku ew jî ji gundê Tilkermê yê ser bi Dirbêsiya Rojavyê Kurdistanê ve ye, ji kampa Gewîlan çûn Berdereş mala Memozînî.

Momozînî bi germî pêşwaziya me kir û kêfa xwe gelekî anî, wek nerîtiya Kurdan li vir, yekser ji me re çayeke Kurdî anî, me çaya xwe vexwar û silavên Kon û diyariyên wî gihandin destê hevalê wî.

Ji ber me dît ku Momozînî gelekî meşxûl e, me xwest em destûra xwe bixwazin û vegerin mala xwe li kampê, lê Seîd Momozî ji ber ku zane Kurdên Rojavayê Kurdistanê gelekî ji vexwarina qehwê hezdikin, got qet çênabe hûn ji mala min derkevin berî hûn qehwê vexwin. Tevî ku, li nav Kurdên Başûr qehwe wek nerîtî ne gelekî belav e.

Hinekî me dît qehweyek ji me re hat, lê rengê wê ne rengê qehweya em nas dikin bû, rengê wê wisa zerekî ser bi keskekî vekirî bû!

Min ji xwe re got: Aya ev çi qehweye? Lê min pirsa xwe di naxê xwe de nehişt, lewma min ji Momozînî pirsî: Ev çi qehwe ye?

Got: Ev qehweya Kurdî ye, qehweya Kezwana ye, em bi destê xwe amade dikin, em wê li malê bi xwe hazir dikin, em Kezawanan di hawin de dikutin, dihêrin û dikin ev qehweya ku niha hûnê vexwin.

Me qehweya xwe vexwar, bi rastî gelekî xweş û çêjekî xwe ya taybet hebû, min ji mamoste Momozînî re got, divê rojekê em nivîsekê li ser şêweyê amadekirina vê qehwê li malê, binvîsin û belav bikin.

Min ji xwe pirsî aya çima rêklam ji vê qehwê re wek pêwîst nayê çêkirin û cihê xwe bi xurtî li bazarê li rex kereste û qeheweya hawirdkirî nabîne, û careke din cihê xwe di nav civatên me de nabîne, bitaybet heger em nasbikin gelek sûdeya vê qehwê ji tendurustiya mirov re jî heye û herwiha beşeke ji çanda me ku Tirkan ew jî wek stran, dîrok, çîrok û serpêhatiyên me jibo xwe dizîne û binavê xwe tomarkirine, heta wê redeyê ku li nav Kurdan bi xwe jî bi qehweya Tirkî tênasîn. Berî em xatirê xwe ji hev bixwazin Memozînî daneyek ji berhemê xwe yê herî dawî, ku Berkê Yekem ji pirtûka wî ya bi navê Felsefey Bîrî Netewey Kurdî ye, bidiyarî da me, û daneyeke din jî bi emanetî jibo Kon da min, herwisa herdu hejmarên dawî ji kovara Xazir jî diyarî me kirin. Hema bikurt û Kurmancî  me demeke xweş, bisûde û dê li birîma me de bimîne derbas kir.

Gewîlan 08.10.2021

 

Ev nûçe 376 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin