Ibrahîm Gurbuz: Kurdî ne meseleyeke şexsî ye erkeke netewî ye

Ibrahîm Gurbuz: Kurdî ne meseleyeke şexsî ye erkeke netewî ye

.

A+A-

Serokê Weqfa Îsmaîl Beşikçi Ibrahim Gurbuz derbarê girîngiya zimanê Kurdî de ragihand ku “Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd divê herî zêde girîngiyê bidin Kurdî. Ziman ne pirseke şexsî ye, meseleyeke netewî û erkeke netewî ye.”

Wek tê zanîn di polên 5, 6, 7 û 8an da mafê dersa bijarte ya Kurdî heye. Pêwiste malbatên serî li rêveberiyên dibistanan  bidin da ku zarokên wan li dibistanan dersên zimanê Kurdî bibînin.

Kampanyaya hilbijartina dersa zimanê Kurdî ji aliyekê li bajar û bajarokên cuda yên Bakurê Kurdistanê berdewam e û ji aliyekê ve jî hunermend, zimanzan û kesayetên naskirî û rêxistinên Kurdî jî piştevaniya xwe nîşan didin.

Serokê Weqfa Îsmaîl Beşikçi Ibrahim Gurbuz îro li studioya Stenbolê mêvanê Rawîn Stêrk bû û pêvajoya hilbijartina dersa Kurdî û kampanyayên têne birêvebirin nirxand.

Gurbuz der barê xebatên ku ji bo hilbijartina dersa Kurdî de têne kirin wiha got: “Çend sazî û komeleyên ziman gelek lêkolîn û xebatan dikin, ew lêkolîn gelek hêja ne. Xebatên wiha divê ji aliyê siyasetmedarên Kurd ve jî bên rojevê. Ziman tiştekî pir girîng e.

Ez dixwazim mînakê bidim. Helbestvanê mezin li Dildar li girtîgehê di sala 1938an de 'Ey Reqîb' dinivîse. Paşê dibe sirûda netewî. Li wir Dildar dibêje, ‘Eger ziman hebe kurd jî hene2. Bê ziman Kurd dê nebin. Paşê li Komara Mehabadê ev dibe sirûa netewî, niha jî Kurd wek sirûda netewî qebûl dikin.

Celadet Alî Bedirxan di sala 1942an de di kovara Hawarê de gotarek dinivîse. Behsa xortekî cihû tê kirin. Elyezer Bin Yehuda. Ew behsa wê dike. Yehuda di nav civaka Yahudiyan de dibêje, 'Gelê me li seranserê cîhanê belav bûye. Divê em wan hemûyan bînin ser axa xwe. Divê em zimanê Îbranî jî hîn bibin’. Li ser wê yek xebat dest pê dikin. Cihû vedigerin welatê xwe. Wê demê dihat gotin ku zimanê Îbranî kevn e, mirî ye.

Hinek jiwan digotin  ev ciwan dîn e û digotin ne pêkan e, henekê xwe pê dikirin, lê xebatên xwe berdewam kirin û fêrî zimanê xwe bûn. Zimanê Îbranî dibe zimanê fermî. Xeyala Elyezer Bin Yehuda pêk hat û Cihû dibin dewlet. Celadet Alî Bedirxan jî dibêje, divê Kurd ji vê yekê derseke mezin bistînin. Dibêje divê kurd zimanê xwe hîn bibin. Li derve bi kîjan zimanî diaxivin bila biaxivin lê bila li malê bi Kurdî bê axaftin. Divê her kes li malê bi Kurdî biaxive. Divê her mal bibe dibistanek.”

Derbarê xebatên derbarê Kurdî de jî Gurbuz got: “Kurdî niha li Stenbolê zêdetir tê bihîstin. Zêdetir kar tê kirin. Em jî di weqfê de li ser ziman dixebitin. Me di sala 1992an de Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê damezrand, wê demê pir hindik kesan xwendin û nivîsandina Kurdî dizanibûn.

Ez di nav Tirkan de mezin bûm, zimanê min winda bibû. Paşê ez fêrî Kurdî bûm. Me Enstîtuya Kurdî ava kir, lê min bi Kurdî nizanîbû. Ez paşê hînî Kurdî bûm. Eger mirov bixwaze dikare paşê hînî zimanê xwe bibe, weke Elyezer Bin Yehuda. Divê Elyezer Bin Yehuda ji Kurdan re bibe nimûne.

“Eger mafek bê dayîn, divê bê bikaranîn”

Têkildarî tesbîta ku dersên Kurdî wek 'xapandin' tê dîtin û ji ber vê yekê piştgirî nadin xebat û kampanyayan jî Gurbuz wiha got: “Ev nerînek pir xelet e. Eger mafek bê dayîn divê bê bikaranîn. Eger Kurdan di sala 2012an de ji vî mafî haydarban û jê sûd werbigirta, ez bawer dikim ku îro bi milyonan mirov dê fêrî Kurdî biban. Herwiha dibe ku niha bi hezaran mamosteyên Kurdî hebûn.”

“Kurdî ne meseleyeke şexsî ye erkeke netewî ye”

Li ser pirsa gelo xebatên weke Weqfa Îsmaîl Beşîkçî yên li ser Kurdî  hene yan na Gurbuz ev ev bersiv da:

“Helbet di weqfê de xebatên me hene. Helbet em dixwazin atolye û xebatên xwe bidomînin. Ez dixwazim tiştekî girîng bibêjim. Şêx Ebdusselam Barzanî di dema Osmaniyan de zimanê Kurdî dixwaze. Lê wî îdam dikin. Osmanî ji Kurdan bêtir ji girîngiya zimanbûn haydar in.  Kurd qîmetê nadin zimanê xwe. Lê dijminên Kurdan, dagirkerên Ereb, Tirk û Fars bêtir dizanin. Mustafa Kemal dipirse çima me Balkanan winda kir. Gelên Balkan pêşî fêrî zimanê xwe bûn, piştre hişmendiya netewî çêbû. Paşê serxwebûna xwe bi dest xistin û ji nav me veqetiyan.

Siyasetmedar û rewşenbîrên kurd divê herî zêde girîngiyê bidin Kurdî. Kurdî ne pirseke şexsî ye, meseleyeke netewî ye, erkekî netewî ye!”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin