Hûrgiliyên rêkeftina partiyên Kurdî li Bexdayê

Hûrgiliyên rêkeftina partiyên Kurdî li Bexdayê

.

A+A-

Piştî sala 2003an her hilbijartinek hatibe kirin, roleke girîng a Bexdayê di diyarkirina wî alî de hebû, ku zêdetirîn kursî bidest xistine. Sedem jî ew e, ku 71 kursiyên Bexdayê ji tevahiya 329 kursiyên parlamentoyê hene, 17 jin jî bi dengên xwe yan bi kota li wê parêzgehê diçin parlamentoyê. Aliyên Kurdî jî derbarê vê hilbijartinê de gihijtin rêkeftinê.

Li Bexdayê bo vê hilbijartinê mafê dengdanê yê 5 milyon û 793 hezar û 605 kesan heye. Ji xeynî aliyên sereke yên Şîe û Sunne, aliyên Kurdistanî jî 11 berbijêrên wan hene, û berbijerek jî serbixwe ye. 6 berbijêrên Newey Niwê hene, herwiha 2 berbijêrên Hevpeymaniya KurdIstanî jî hene, ku ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê pêk tê.

Rabîhe Hemed, Berpirsa Melbenda YNKê li Bexdayê, dibêje, “Ji ku em piştevaniya zêdetir bo berbijêrên xwe werbigirin û nebe sedema wê ku Kurd li derveyî Herêma Kurdistanê rikeberiya hev bikin û li dijî hev bangeşe bikin, me baş dît ku li her bazneyekê yek berbijêr hebe. Me li hev kir ku li kîjan deverê kîjan partî bihêz be ew berbijêr nîşan bide. Me li hev kir ku li bazneyên 8 û 12 me (YNK) û li bazneyên 6 û Sedir 2 jî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) berbijêr hebe.”

Her çiqas 3 berbijêrên Partiya Demokrata Kurdistanê li parêzgeha Bexdayê hene, berpirsên vê hizbê dibêjin, ew di rojên bê de wê bangeşeya xwe xurtir bikin û armanca wan ew e, ku bernameya xwe zêdetir zelal bikin, daku baweriya hejmareke zêde ya Kurdên akinciyê Bexdayê bidest bixin.

Her çiqas PDK û Hevpeymaniya Kurdistanî li Başûrê Kurdistanê cuda daketine hilbijartinê, her yek hewil dide li her parêzgehekê kursiyên zêdetir bo xwe misoger bike, lê li Bexdayê hevahengiyeke wan ya temam heye û dibêjin, ew naxwazin Kurd li Bexdayê yek dengî jidest bidin.

Ismaîl Seyam, berpirsê Ofîsa Hilbijartinê ya PDKê li Bexdayê, dibêje, “Me li hev kir ku li bazneyekê eger PDK tê de heye û ew nînin, cemawerê wan dê deng bi berbijêrê me bidin û li bazneyên ku PDKê berbijêrê, dê deng bi berbijêrê wan bide ku Kurd bigihije encamekê, ev karekî gelek baş bû ku me ev tifaq kir.”

Derbarê hejmara Kurdên akinciyên Bexdayê jî amareke hûr nîne, lê bi nêzîkî 500 hezar kesî têne texmînkirin.

Biryar e hilbijartinên pêşwext ên Iraqê di 10ê Cotmeha îsal de bêne kirin. Di van hilbijartinan de 110 hizb û 22 hevpeymanî beşdar dibin.

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê mafê dengdanê yê nêzîka 25 milyon kesî heye. 3 hezar û 523 berbijêr li 83 bazneyên Iraqê hevrikiyê dikin, daku 329 kursiyên Parlamentoyê bidest bixin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin