Hulusî Akar: ‘Navenda Hevbeş’ di demeke kurt de tê avakirin

Hulusî Akar: ‘Navenda Hevbeş’ di demeke kurt de tê avakirin

Hulusî Akar dibêje wan daxwaz kiriye YPG ji wê navçeyê bê derxistin

A+A-

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ragihand ku di demeke kurt de 'Navenda Operasyonên Hevbeş' ku Tirkiye û Amerîka li ser rêkeftibûn, dê bê vekirin.

 

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar di hevpeyvîneke li gel televîzyona TRT Haber a  wî welatî, derbarê ‘Navçeya Aram’ û pêkanîneke navendeke hevbeş li gel Amerîkayê, axivî.

 

Hulusî Akar wê rêkeftina li gel Amerîkayê y abo avakirina navanda hevbeş weke destpêkeke baş binav kir da xuyakirin ku daxwaz kirine Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji ‘Navçeya Aram’ bê derxistin û çekên giran bên komkirin.

 

Akar herwiha ragihandiye ku wan li ser kontrolkirina esmanê navçeyê û pêwendiyên îstixbaratî jî li hev kirine.

 

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê diyar kiriye ku di derbarê vegerandina koçberan de jî lihevkirineke baş di navbera wan de çêbûye.

 

Hulusî Akar destnîşan kirirye ku ew qebûl nakin, cîbicîkirina wê rêkeftinê bê paşxistin.

 

Derbarê kûrahiya wê navçeyê jî Hulusî Akar gotiye ku pêwîst e 30-40 kîlometre be û diyar kiriye ku Tirkie bi sere xwe jî dikare wê navçeyê ava bike.

 

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro ragihandibû ku di çarçova rêkeftina derbarê ‘Navçeya Aram’de şandeke Amerîkî ya 6 kesan pêk tê, gihiştiye Rihayê. Di daxuyaniyê de hatibû aşkerekirin ku xebatên pêkanîna ‘Navenda Hevbeş’ bo birêvebirina ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê, dest pê kirine.

 

Li hêla din li gor medya Tirkiyê, di çarçova wê rêkeftinê de ji bo pêkanîna ‘Navenda Nevbeş’ û birêvebirina ‘Navçeya Aram’, tîmeke Amerîkî ku 90 leşkeran pêk dihat , gihiştiye Rihayê.

 

Li Enqereya paytexta Tirkiyê piştî 3 rojan ji hevdîtinên şandên serbazî yên Amerîka û Tirkiyê, herdu aliyan roja 7ê Tebaxê ragihandibûn ku ew dê ji bo birêvebirina ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê, ‘navendeke hevbeş’ ava bikin.

 

Li gor rêkeftina di navbera herdu welatan de li ser axa Rojavayê Kurdistanê dê ‘Navçeyeke Aram’ bê avakirin û ew navçe dê ji aliyê hêzên serbazî yên herdu aliyan ve bê kontrolkirin û dewriyeyên hevbeş dê bên encamdan. Lêbelê heta niha derbarê kûrahî û dirêjahiya wê navçeyê zelaliyek nîne.

 

Herwiha yek ji xalên wê rêkeftinê jî vegera koçberên Sûrî yên ji Tirkiyê bo welatê wan e. Tirkiye rijd e li ser wê yekê ku divê ew koçber li Navçeya Aram bêne bicihkirin, kê naveroka rêkeftinê û helwesta Amerîkayê derbarê vê mijarê de bi zelalî nediyar e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin