Huawei bi qasî 3 milyar dolaran veberanîn li Îtalya dike

Huawei bi qasî 3 milyar dolaran veberanîn li Îtalya dike

Kompaniya Huawei ya Çînê ragihand, ew amade ye ku heta sala 2021an, bi qasî 3 milyar û 100 milyon dolaran veberanînê li Îtalyayê bike, û bi hezaran derfetên kar peyda bike.

A+A-


Kompaniya Huawei ya Çînê ragihand, ew amade ye ku heta sala 2021an, bi qasî 3 milyar û 100 milyon dolaran veberanînê  li Îtalyayê bike, û bi hezaran derfetên kar peyda bike.
 
Ragihandina Kompaniya Huawei piştî tewanbarkirina wê ji aliyê îdareya Trump ve hat, ku Trump gotibû danûstandinên Huawei li gel îstîxbarata Çînê hene.
 
Li gorî rojnamaya Wall Street Journal a amerîkî, daxuyaniya Huawei piştî ragihandina helwesta Amerîkayê hat ku tekezî li ser wê yekê dike, dê bi sedan karmendên wê kompaniya Çînî ji kar bêne dûrxistin.
 
Rêvebirê Giştî yê Huawei yê liqê Italyayê, Tomas Miyaw di konferanseke rojnemevanî de li Mîlano ragihand, di salên bihê de, ew dê bi qasî 1.9 milyar dolar di amûran de, û 1.2 milyar dolar di karên bazarkirinê de, û 52 milyon dolar jî di lêkolîn û pêşxistinê de, veberanînê li Italyayê bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin