HSD: Êrişa çekdaran hat têkbirin

HSD: Êrişa çekdaran hat têkbirin

.

A+A-

HSDê ragihand ku Tirkiyê û grûpên çekdar yên ser bi wê ve êrîşî bakurê bajarê Eyn Îsa kirin, lê êrişa wan hat têkbirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên Tirkiyê û çekdaran bi awayekî bejayî êrîşî gundê Seyda yê li bakurê bajarê Eyn Îsa kirin.

HSDê tekez kir ku hêzên wan rûbirûbyî  wê êrîşî bûn û şer û pevçûnên tund di navbera wan û grûpên çekdar de derket ku heta derengiya şeva derbasbûyî jî  berdewam bû.

Di daxuyaniya HSDê de li ser ziyanên wan şer û pevçûnan zanyariyek nehat eşkerekirin.

Şemiya derbasbûyî

HSDê Şemiya derbasbûyî jî ragihandibû ku hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar di liv û tevgera xwe ya leşkerî de li serê Kaniyê û Girê Spî de berdewam e û çekên giran û balafiran jî bikar tîne.

 

Eyn Îsa devereke stratejîk e

Girîngiya Eyn Îsa

Eyn Îsa bajarekî biçûk e, lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çekdaran, ew tê wê wateyê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qût dibe.

Bajarê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye,  66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin