HSD: Di şerê 3 rojan ê li Hesekê de 175 çete kuştine

HSD: Di şerê 3 rojan ê li Hesekê de 175 çete kuştine

.

A+A-

HSDê hûrgiliyên êrişa DAIŞê ya li dijî zîndana Hesekê û şer û pevçûnên 3 rojan di daxuyaniyek de aşkere kirin.

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand, di şerê 3 rojan ê li Hesekê de 175 çete kuştine û girtîgeh bi temamî xistine kontrolê. HSD’ê anî ziman ku li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li Hesekê, Reqa û Dêrazorê bi 10 hezar şervanan dest bi operasyoneke mezin a paqijkirinê kirine.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hûrgiliyên êrişa DAIŞê ya li dijî zîndana Hesekê û şer û pevçûnên 3 rojan di daxuyaniyek de aşkere kirin:

- Roja 20 vê mehê çeteyên DAIŞ’ê êrîşeke berfireh li ser girtîgeha Sinaa ya Hesekê pêk anîn. Ev girtîgeh, girtîgeha herî mezin a herêmê ye ku çeteyên DAIŞ’ê tê de têne girtin. 

- Ji Serê Kaniyê, Girê Sipî û Iraqê derdora 200 çeteyên xwekuj tev li êrîşê bûne.

- Çeteyên di girtîgehê de êrîşê karmendên girtîgehê yên wekî tendirustî, xwarinpêj û ewlekariyê kirin û hewldana revê kirin, çarenivîsa van karmendan hîn ne zelal e.

- Li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li Hesekê, Reqa û Dêrazorê bi 10 hezar şervanan dest bi operasyoneke mezin a paqijkirinê kirine.

- Di şerê van 3 rojan de zêdeyî 150 çeteyên êrîşkar û 15 çeteyên ku dixwestin ji girtîgehê birevin û bi hêzên HSDê re ketin pevçûnê hatine kuştin. Bi giştî 175 çete hatine kuştin.

- Di şerê 3 rojan de 27 şervan şehîd bûne.

- Niha rewş ketiye bin kontrola HSD’ê û dest bi operasyoneke berfireh ya paqijiyê hatiye kirin.

- HSDê ji bo kontrolkirina rewşa li Hesekê, ji gelek cihan ve hêzeke mezin şandiye bajêr û derdora zindana Sinaa û taxa Giwêranê bi temamî dorpêç kiriye.

- Helîkopterên Hevpeymaniya Navdewletî jî pêgehên DAIŞê li nav zindanê bombebaran kirin.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin