HRW: Sûriye ji bo vegerê ne cihekî ewle ye

HRW: Sûriye ji bo vegerê ne cihekî ewle ye

.

A+A-

HRWyê gotiye: “Vegotinên bibandor ên penaberên vegeriyane Sûriyeyê, yên li ser îşkence, windakirin û binpêkirinên mafan, zelal didin xuyakirin ku Sûriye ji bo vegerê ne cihekî ewle ye.”

 

Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan (HRW) îro raporek bi navê “Jiyana Me Mîna Mirinê ye: Penaberên Sûriyeyî yên ji Libnan û Urdinê Vegeriyane” weşandiye.

Raporê diyar kiriye ku Sûriye ji bo vegerê ne cihekî ewle ye. Her weha bal kişandiye ser wan penaberên sûriyeyî ku di navbera salên 2017 û 2021an de ji Libnan û Urdinê vegeriyane û mafên wan bi giranî hatine binpêkirin.

HRW ji bo raporê bi 65 kesan re hevdîtin kiriye û di encamê de 21 bûyerên desteserkirin û girtina kêfî, 13 bûyerên îşkenceyê, 3 bûyerên revandinê, 5 bûyerên înfazkirina bêdaraz, 17 bûyerên windakirina bi darê zorê û bûyereke tundkariya zayendî tomar kiriye.

“Îşkencekirin, windakirin…”

Nadia Hardman, lêkolînera mafên penaber û koçberan wiha gotiye: “Vegotinên bibandor ên penaberên vegeriyane Sûriyeyê, yên li ser îşkence, windakirin û binpêkirinên mafan, zelal didin xuyakirin ku Sûriye ji bo vegerê ne cihekî ewle ye. Binpêkirinên mafê mal û milkan û pirsgirêkên din ên aboriyê yên berbelav, li pêşiya vegera gelek kesan dibin asteng.”

Penaberekî/e 38 salî ya ji Libnanê vegeriyaye Qunaitra, bajarê xwe yê li Sûriyeyê, wiha gotiye: “Heta saziyên ewlehiyê dest ji belavkirina tirs û xofê bernedin, wê li Sûriyeyê kes ne di nava ewlehiyê de be.”

Raporê diyar kiriye ku welatên li herêmê û ji derveyî herêmê, ji bo vegerê, penaberan teşwîq dikin û Danîmarkayê ji bo kesên ji Şam û gundewarên Şamê çûne welatê wan, statuya “parastina demkî” bidawî kiriye.

HRWyê her weha bang li hikûmetên bexşende yên navnetewî kiriye û ji wan xestiye ku pereyan ji bo tevahiya programên alîkariya mirovî yên li Libnan, Urdin û welatên din ên cîran dabîn bikin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin