HRW: Artêşa Tirkiyê herî kêm 200 kesên Sûrî girtine û bo dadgehîkirinê veguhestine Tirkiyê!

HRW: Artêşa Tirkiyê herî kêm 200 kesên Sûrî girtine û bo dadgehîkirinê veguhestine Tirkiyê!

.

A+A-

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov (HRW) ragihand, artêşa Tirkiye û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê bi awayekî neyasayî 63 kes ji Serê Kaniyê girtine û birine Tirkiyê.

Belgeyên ku ji aliyê HRW ve hatine bidestxistin, nîşan didin ku kesên li Sûriyê hatine girtin û ji bo Tirkiyê hatine veguhestin, li gor “Rêkeftina Cenêvê ya Çaremîn” li dijî erkên Tirkiyê ye wek dewleteke dagîrker.

Cîgirê Rêveberê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li HRW, Mîchael Page wiha got: "Desthilatdarên Tirkiyê wek desthilatdareke dagirker, diviyabû li gor yasaya dagîrkeriyê rêzê ji mafên mirovan li bakurê rojhilatê Sûriyê bigirin û nabe bi zorê xelkê veguhezin Tirkiyê."

Mîchael Page got jî: “Hikûmeta Tirkiye bi girtina wan kesên Sûrî û veguhastina wan ji bo Tirkiyê û tometbarkirina wan bi tometên ku guman lê hene, erkên xwe binpê dike.”

HRW diyar kir, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên Sûriyê di navbera Cotmeh û Berçileya 2019 de ew welatiyên Sûriyê li Serê Kaniyê girtin, piştî ku Tirkiyê derbasî wê herêm bû û xiste bin kontrola xwe.

Li gorî raporta HRW, ew 63 kesên hatine girtin kurd û ereb in û desthilatên Tirkiyê li gor yasaya cezayê ya Tirkiyê wan tometbar dikin.

Human Rights Watch destnîşan kir, li gor belgeyên ketine destê wê, nêzîkî 200 welatiyên Sûriyê bi awayekî neyasayî ji Sûriyê bo Tirkiyê hatine veguhastin û bi tometên cuda tên tometbar kirin.

HRW tekez dike, Tirkiye li herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê, hêzeke dagîrker e ku di Cotmeha 2019 de herêmên li bakurê rojhilatê Sûriyê dagir kiriye, û bêyî erêkirina hikûmeta Sûriyê li Şamê, bi awayekî kirdarî ew herêm xistine bin kontrola xwe.

Ew rêxistina çavdêriya mafên mirov daxwaz dike, rayedarên Tirkiyê veguhastin, binçavkirin û darizandina welatiyên Sûriyê li herêma dagirkirî rawestîne. Divê rayedarên Tirkiyê rê bidin girtiyan pêwendiyê bi malbatên xwe re bikin. Divê malbatên wan rewşa girtiyan bizanin û divê Tirkiye wan hemû girtiyan ji bo herêmên ku li Sûriyê dagir kirine, vegerîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin