Hoşyar Zêbarî: Operasyona Tirkiyê li sînorê Zaxo rewşeke jeosiyasî ya cidî ye

Hoşyar Zêbarî: Operasyona Tirkiyê li sînorê Zaxo rewşeke jeosiyasî ya cidî ye

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) nîgeraniya xwe li hember êrişa Tirkiyê derbirî û got, “Operasyona Tirkiyê li sînorê Zaxo rewşeke jeosiyasî ya cidî ye.”

A+A-

Navenda Nûçeyan - Hoşyar Zêbarî, Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li hejmara xwe ya Twitterê derbarê êriş û operasyona dawîn a Tirkiyê daxuyaniyek belav kir.

Hoşyar Zêbarî di wê twita xwe de nîgeraniya xwe li hember operasyona niha ya Tirkiyê li nav axa Başûrê Kurdistanê, taybet jî li sînorê Zaxo, derbirî û amaje bi wê kir, ew operasyona Tirkiyê li sînorê Zaxo geşedaneke gelek cidî ye û zêdebûna êrişan jî cihê nîgeraniyê ye.

Ew endamê Polîtburoya PDKê balê dikişîne ser gotinên hejmarek ji berpirsên Tirkiyê derbarê xwedîderketina li wîlayeta Mûsilê û vê yekê weke cihê nîgeraniyê binav dike.

Twita Hoşyar Zêbarî, “Dawîn hatina Artêşa Tirkiyê bo nav xaka Herêma Kurdistanê li sînorê Zaxo rewşeke jeosiyasî ya cidî ye. Zêdebûna êrişan cihê nîgeraniyê ye. Daxwazên ji aliyê serkirdeyên Tirkiyê ve ji bo zindîkirina xwedîtiya dîrokî li wîlayeta Mûsilê, cihê nîgeraniya zêdetir e.”

Artêşa Tirkiyê di 15ê vê mehê de operasyona Çengê Baz û di 17ê vê mehê de jî operasyona Çengê Piling li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin.

Piştre hêzên bejayî yên Tirkiyê li devera Heftenînê û li sînorên herdu bajarokên Batûfa û Derkarê yên qezaya Zaxoyê li dijî PKKê dest bi êrişê kiribûn ku heta niha jî berdewam e.

Tevî berdewamiya êriş û operasyonên bejayî, topxaneya artêşa Tirkiyê jî car caran navçeyên sînorî topbaran dike û balafirên cengî yên wî welatî jî hin deverên li nav axa Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin.

Di encama operasyon û êrîşên esmanî yên wê dawiyê yên Tirkiyê de, heta niha hejmarek welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin