Hollanda Êzidîyên koçber dişîne kampa li Herêma Kurdistanê

Hollanda Êzidîyên koçber dişîne kampa li Herêma Kurdistanê

Derkete holê ku hikûmeta Hollandayê, êzîdîyên daxwaza penaberîyê lê kirîye, vedigerîne kampa penaberan a li Herêma Kurdistanê.

A+A-

Parêzerên Êzidîyên penaber ên li Hollandayê ji rojnameya Trouw re piştrast kirine ku hikûmeta Hollandayê, Êzidîyên penaber dê vegerîne kampa li Başûrê Kurdistanê.

Komîsertîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî ji vê biryarê nîgeran e.

Herwiha Yekîtîya Xirîstîyanan ku şirîkê hikûmetê ye û opozîsyona çepgir li benda daxuyanîya hikûmetê ne.

Sazîya Koçberî û Welatîtîyê ya Hollandayê INDyê jî ev nûçe piştrast kir û ragihand li kampa penaberan a li Herêma Kurdistanê têra xwe xûrek û stargehek heye.

Nehat zelalkirin ku hikûmet dê çend serlêderan bişîne kampê lê parêzerên penaberên êzidî dîyar kirine ku 200 êzîdîyên penaber li benda erêkirina serlêdana xwe ne.

Komîsertîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî ji vê biryarê nîgeran e û ragihandîye, digel ku ji DAIŞê hatibe rizgarkirin jî, Herêma Kurdistanê hê jî bo êzidîyan cihekî ewle nîne û herwiha kurdên li Herêma Kurdistanê milyonek penaberan xwedî dike û kapasîteya wan jî ber bi qedandinê va diçe.

Li gor jêderên Wezareta Derve ya Hollandayê, kurdên Herêma Kurdistanê car caran êzidîyan paşve vedigerînin û baş xwedîtîyê lê nakin.

Konseya Penaberan a Hollandayê û parêzerên penaberan jî di vê bawerîyê da ne ku biryara hikûmetê li dijî polîtîkayên hikûmetê ye û deryasayî ye. Li gor Konseyê, êzidî, koma herî bêparêz e vegerandina wan deryasayî ye. 

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin