Hisên Naso: Plankerê guhertina demografiyaya Efrînê Tirkiye ye

Hisên Naso: Plankerê guhertina demografiyaya Efrînê Tirkiye ye

.

A+A-

 Guhertina demografyaya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, piştî 5 salan ji dagîrkeriyê, mijara bernameya Çavê Sêyem a Radioya Rûdawê bû, ku Berpirsê Dîska Rojavayê Kurdistanê li Rûdawê Hisên Omer pêşkêş dike. Mafnasê Efrînî Hisên Naso ji bernameyê re got plankerê guhertina demografiyaya Efrînê Tirkiyê ye.

Gelek caran dîmenê Erebên hawirde li nav bajarê Efrînê têne dîtin. Di demekê de Efrîniyên koçberkirî li nav kampên Şehbayê di rewşeke xirab de ne û rewşa zarokên wan gelek dijwar e, zarokên hawirdeyan li yarêgehên Efrînê dilîzin.

Piştî 5 salan ji dagîrkirina Efrînê, hîn jî encamên vê koçberiya bi kom we xwe ne û roj bi roj guhertina demografîk a wê herêma Rojavayê Kurdistanê kûrtir dibe.

Mafnasê Efrînî Hisên Naso ji bernameya Çavê Sêyem a Radioya Rûdawê re got plankerê guhertina demografiyaya Efrînê Tirkiye ye.

Mafnas Hisên Naso amaje bi wê yekê kir ku Tirkiyê demografiya Efrînê sîstematîk diguherîneg got: “Dewleta dagirker dixwaze bi ci cîhanê nîşan bide ku wan dever radestî xelkê deverê kirine, ecûmena xwecihî, polîs, asayîş û dadgeh hene, lê em hemû jî dizanin ew hemû bi şeklî hene û di dawiyê de ew di bin kontrola dewlata Tirk de ne. Tiştê dibin jî di bin çavdêriya Tirkiyê de rû didin. Ev çetê dibêjin em tenê ji sedî 10 ya Tirkiyê dikin an ji sedî 50 bikin yek Kurd jî tê de namîne. Ev jî rastiyek e.”

Vegera Efrîniyan ji van kampan bo ser mal û xaka xwe daxwaza wan a herî sereke ye.

Endamê komîteya Navendî ya PDK-Sê Ebdulrehman Apo ji heman bernameya radioya Rûdawê re got, xelkê Efrînê bi her awayî dixwazin vegerin lê Tirkiyê û grûpên girêdayî wê rêgiriyê dikin.

PDK-Sê Ebdulrehman Apo da zanîn ku xelkê Efrînê di bin çadira de dijîn lê çekdar û Erebên hawir di malên wan de dijîn.

Ji bo cîbicîkirina guhertina demografîk li herêma Efrînê, bi dehan komelgehên niştecîkirina hawirdeyan hatine avakirin. Lê çalakvanên Efrînê dibêjin, Tirkiyê û grûpên çekdar bajarê Efrînê û her şeş nahiyeyên wê û her 366 gundê wê di rastiyê kirine komelgehên niştecîkirinê ji bo hawirdeyan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin