Hikûmeta Kurdistanê daxwaz ji Tirkiye û PKKê kir

Hikûmeta Kurdistanê daxwaz ji Tirkiye û PKKê kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li hikûmeta Tirkiyê û PKKê kir ku nebin sedema ziyangihandina welatiyên Herêma Kurdistanê.

A+A-

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li hikûmeta Tirkiyê û PKKê kir ku nebin sedema ziyangihandina welatiyên Herêma Kurdistanê.


 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de tê gotin, “Îro di encama bordûmana firokeyên Tirkiyê li quntara Çiyayê Qendîlê, çend welatî birîndar bûne û ziyana madî pêk hatiye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe bo ziyandîtiyên wan navçeyan derbire û nîgeran e derbarê wan bordûmanan de.”


 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê jî dike ku divê silametiya hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bê parastin û nabe bibine armanca bordûmanan.


 

Di daxuyaniyê de daxwaz ji PKKê tê kirin ku rewşa hemweltiyan û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê li ber çavan bigire û zêdetir nebe sedema ziyanê.


 

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê gotin, “Em daxwazê ji hikûmeta Tirkiyê û çekdarên PKKê dikin nedin sedema ziyan gihandinê bo hemwelatiyên Herêma Kurdistanê.


 

Firokeyên Artêşa Tirkiyê îro li quntara Çiyayê Qendîlê devera nêzî gundên Bole û Sîle bordûman kiribûn. Di encama vê bordûmanê de 2 hemwelatiyên Herêma Kurdistanê birîndar bûbûn û ziyana madî pêk hatibû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin