Heyva Sor raporteke qurbaniyên jin ên Efrînê weşand

Heyva Sor raporteke qurbaniyên jin ên Efrînê weşand

Heyva Sor a Kurd li Efrînê raporteke berfireh li ser qurbaniyên jin ên sivîl weşand û tê de diyar kir ku heta niha 44 jin birîndar bûne û 17 jî hatine kuştine.

A+A-

Heyva Sor raporta xwe herêmê bi herêm senifandiye û tê de wiha ragihandiye:

 

Li navçeya Bilbilê 5 jin birîndar bûne.

Li navçeya Cindirêsê 12 jin birîndar bûne û 3 hatine kuştine.

Li navçeya Racoyê 5 jin birîndar bûne û 2 hatine kuştine.

Li navçeya Şerayê 3 jin birîndar bûne.

Li navçeya Şerawayê jin birîndar bûye û 5 jin jî hatine kuştine.

Li navçeya Şiyeyê 10 jin birîndar bûne û 6 jin jî hatine kuştin.

Li navçeya Mubetayê 2 jin birîndar bûne û jinek jî hatiye kuştin.

Li navenda Efrînê 6 jin birîndar bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin