Heyeteke PAKê li Başûrê Kurdistanê Seredana Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşên Kurdistana Îranê

Heyeteke PAKê li Başûrê Kurdistanê Seredana Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşên Kurdistana Îranê

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) Rêzdar Mustafa Ozçelîk li gel Cîhgirê Serokê Giştî û Berpirsê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Rêzdar Orhan Kaya roja 24.09.2022yê, li bajarê Silêmanîyê yê Başûrê Kurdistanê seredana Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşên Kurdistana Îranê(KOMALA) kir.

Sekreterê Giştî yê Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Rêzdar Ebdulla Mohtadî ji ber ku li derveyî welêt bû, endamên Polîtburoya KOMALA Rêzdaran Abdûllah Azarbar û Salih Şerîfî, Endamên Komîteya Navendî Rêzdaran Farzîn Karbasî û Kako Elîyar, Endamê Cîhgirê Komîteya Nevendî Rêzdar Dawûd Nîrûmend pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Ozçelîk ji ber vê pêşewazîyê spasîya heyeta KOMALA yê kir.

Rêzdar Abdûllah Azarbar û heyeta KOMALA yê jî ji ber vê seredanê spasîyên xwe anîn ziman û bi awayekî germ û dostane pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Herdu heyetan di derbarê xebatên partîya xwe da hevdu agahdar kirin û di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê, Tirkîyeyê, Îranê , Iraqê û Sûrîyeyê û rûdanên cîhanê û navçeyê da bîr û rayên xwe anîn ziman.Bi taybetî jî li ser rûdanên vê dawîyê û serîhildana gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bîr û rayên xwe bi hevdu ra parve kirin.

Di dawîya vê hevdîtinê da herdu alîyan jî tekezî li ser girîngî, domandin û xurt kirina dostanî û pêwendîyên herdu partîyan kirin.

Heyeta PAKê ji bo xwarina nîvro jî mêvanê KOMALA yê bû.

Hevdîtina heyetên PAK û KOMALA yê di atmosfereke germ, dostane û berhemdar da derbas bû.

24.09.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

3-315.jpg2-340.jpg1-301.jpg4-255.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin