Heyeta hevpar ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê îro jî li Wanê seredana sazî û komeleyan kirin

Heyeta hevpar ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê îro jî li Wanê seredana sazî û komeleyan kirin

.

A+A-

Heyeta hevpar ya PAK, PSK û TDK-Tevgerê îro li Wanê serdana Komela Karsazên Xort Wan û Serokayetîya Odeya Şofêr û Karsazên Otomobîlan ya li Wanê kirin

Heyta Hevpar ya ku ji PAK, TDK-Tevger û PSKê pêkhatî bi armanca danasîna Daxwazên Zû yên pirsa Kurdî û wergirtina bîr û ray û pêşniyarên Partî, sazîyên sivîl û rûsipîyan seredanên xwe didomînin.

Heyeta Hevpar ya PSK, TDK-Tevger û PAKê, ku ji Endamê Meclîsa PAK û serokê şaxa Wanê Îsmet Elçî û Endamê Rêvebrîya PSKê û berpisê şaxa Wanê Tayyip Kizilyildiz, îro 08.03.2022 li bajarê Wanê seredana Serokayetîya Komela Karsazên Xort ya li Wanê û Serokayetîya Odeya Şofêr û Karsazên Otomobîlan ya Wanê kirin.

Li gor agahîyên ku gihîştine Rûpela Nû: Berdevkên heyetê di derbarê daxwazên Zû yên Kurdan zanyarî dane û reşnivîsa ku ji daxwazên xwe yên pirsa Kurdî ya Zû/acîl hatiye amadekirinê pêşkêşê mazûvanan kirine. Ji wana daxwaz kirine ku ew  daxwazîyên me wek pêşnîyarî bibînîn, heger bo zêdekirin kêmkirinê pêşnîyarên we  hebe hûn dikarin nivîskî an jî devkî  bo me binivîsin, ya jî bêjin.

Dîsa heyet da zanîn ku ewê di seredanên xwe de berdewambin. Û ewê sibê jî  seredana Odeya Bazirganan û Odeya Endezyarên Medenî û Odeya Şêwr û mihasebekaran  bikin.

Herwiha, li gor agahdarîyên ku me ji TDK-TEVGER, PAK û PSKê girtîye; Ewê li gor bîr û rayên van hevdîtinên hanê yên ku hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkîyeyê bi Partî, Sazîyên svîl, Rûspî, û tevgeran re pêktînin, dê ji bo daxwazên zû/acîl yên pirsa Kurd, rêbazekî derxin û dê hewl bidin li gor wî rêbazî hevkarîyekî berfireh pêkbînin.

Piştê hevdîtinên bi dan û standinên bîr û rayan ya bi aheng, daxwaz hate kirinê ku ev hevdînên hanê berdewambin.

Rûpela Nû/Wan

1-226.jpg2-252.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin