Heyder Şeşo: NY di cîbicîkirina rêkeftina Şingalê de cidî nîne

Heyder Şeşo: NY di cîbicîkirina rêkeftina Şingalê de cidî nîne

.

A+A-

Fermandarê Hêzên Êzidxan Heyder Şeşo dibêje, Neteweyên Yekgirtî di cîbicîkirina rêkeftina Şingalê de cidî nîne û cîbicîkirina rêkeftinê qasî ku Jeanine Hennis-Plasschaert di civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî de behs kir, zehmet nîne.

Heyder Şeşo beşdarî bultena Dawî Nûçe ya Kurdistan24ê bû û li ser hewla aliyan ji bo cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û vegera awareyan bo cih û warê xwe, bersiv da pirsên Cemal Batun û Komar Nadir.

Roja Çarşemê 18ê Gulana 2023an, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert li ser rewşa navçeyên cihê nakokiyê û Şingalê di civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî de ragihand, nîgeranî heye, bi taybetî ku heta niha rêkeftina Şingalê nehatiye cîbicîkirin û got, hinek aliyên cuda li Şingalê bûne sedema rêgirtina li cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, herwiha tekez kir ku divê îdareyeke baş û asayîşeke seqamgîr bo Şingalê were vegerandin.

Heyder Şeşo di wê baweriyê de ye ku cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ewqas zehmet nîne weke ku Jeanine Hennis-Plasschaert behsa wê kiriye, herwiha diyar dike ku Neteweyên Yekgirtî derbarê cîbicîkirina rêkeftina Şingalê de cidî nebûye û weke pêwîst zextê li aliyan nekiriye, da ku rêkeftinê cîbicî bikin.

Şeşo dibêje ku "hikûmeta Iraqê ji rewşa niha ya Şingalê sûdê werdigre û ji bo wê baş e ku niha rewşa wiha bimîne", ji ber ku biryara hikûmeta Iraqê di destê Serokwezîrê Iraqê û Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê de nîne, biryar di destê hinek siyasiyan de ye û hemû dizanin cîbicîkirina rêkeftinê di berjewendiya wan de nîne.

Fermandarê Hêzên Êzidxan Heyder Şeşo wisa dibîne ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Nûnera Taybet a Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, zextên zêdetir li ser hikûmeta Iraqê bike, da ku rêkeftinê cîbicî bike, ji ber ku 8 sal derbas bûn û zêdetirî 200 hezar Kurdên Êzidî yên Şingalê aware ne û di nav kampan de dijîn û rewşa wan xirab e.

Nûçe: Kurdistan 24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin