Hevpeyvîna Serok Barzanî ji bo “Independent”:‘Xwezî têbigihêjim bê Amerîka ji Kurdên Sûriyê çi dixwaze?’

Hevpeyvîna Serok Barzanî ji bo “Independent”:‘Xwezî têbigihêjim bê Amerîka ji Kurdên Sûriyê çi dixwaze?’

Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke ligel rojnameya Independentê de, li ser mijarên helwesta Herêma Kurdistanê bo serokwezîrê raspartî yê Iraqê Mihemed Tewfîq Elawî, hebûna Amerîka li Iraqê û Rojavayê Kurdistanê nêrînên xwe anîn ziman.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke ligel rojnameya Independentê de, li ser mijarên helwesta Herêma Kurdistanê bo serokwezîrê raspartî yê Iraqê Mihemed Tewfîq Elawî, hebûna Amerîka li Iraqê û Rojavayê Kurdistanê nêrînên xwe anîn ziman.

Serok Barzanî di hevpeyvîna ligel rojnameya Independentê de got, Mihemed Tewfîq Elawî ji malbateke birêz û naskirî yê Bexdayê ye, lê erkek mezin li ser milê wî ye, bi sedema hebûna van hemû grûpên çekdarên ji yasayê derketî, nikare di erkê xwe de serkeftî be.

Serok Barzanî dîyar kir, “Helwesta Kurdan derbarê serokwezîrê raspartî de, girêdayî rol û têgihîştina wî ya li rewşa Herêma Kurdistanê ye.”

‘Amerîka derkeve wê piştî 6 mehan DAIŞ vegere’

Serok Barzanî di hevpeyvînê de li ser hebûna Amerîkayê li Iraqê da xuya kirin, “Sala 2011an ez ligel wê yekê nebûm hêzên Amerîkayê ji Iraqê derkevin, ez di wê bawerîyê de bûm, teror destê xwe bi ser pişkeke mezin ji axa Iraqê re digire û metirsîya wê li ser herêmê dê hebe. Niha jî bi sedema milmilaneya di navbera Amerîka û Iranê de, daxwaza derketina wan hêzan tê kirin, ev jî tenê bo rakêşana sozê xelkê û muzayede ye, çunku hebûna hêzên Amerîkayê bo akincî û dahata Iraqê girînge.”

Serok Barzanî got, “Heke Amerîka derkeve welatên din ên Hevpeyamanîya Navdewletî jî dê derkevin û piştî şeş mehan DAIŞ dê vegere.”

‘Xwezî têbigihêjim bê Amerîka ji Kurdên Sûrîyê çi dixwaze?’

Serok Barzanî herwiha di hevpeyvînê de nezelalîya sedemên mayîna Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê bibîr xist û got, “Xwezî ez têbigihêjim Amerîka çi ji Kurdên Sûrîyê dixwaze? Heke mebesta wê parêzvanîya wan e, ev tiştek baş e, lê ewa  em dibînin gumanê dixe ser vê yekê. Kurdên Sûrîyê heya radeyeke mezin bawerî bi Amerîkayê neman, lê niha hêdî hêdî ew bawerî careke din durist dibe.”

PeyamaKurd

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin