Hevpeyvîn digel Mehdî Zana

Hevpeyvîn digel Mehdî Zana

Maruf Yılmaz

A+A-

Mehdî Zana: "Ji serxwebûnê bi rûmettir tiştekî nî ne. Ez bi hesreta roja "Serxwebûna Kurdistanê" ve dijîm. Bi sedan hevalên min mirin û "Kurdistana serbixwe" ne dîtin. Ew bêyî ku bibînin ji nav me bar kirin, çûn gorê û hin hevalên min ên "Zîndana Amedê" jî, hatin kuştin ji bo doza Kurdistanê.

 

Gava ku navê Mehdî Zana tê gotin, pêşîn wekî serokê şaredariya Amedê, parastkarê kurdî, kurdîaxaftin, zimanê kurdî û kurdayetî tê bîra mirovî/ê. Mehdî Zana ji nivîskariyê zêdetir wekî siyasetmendar û sembolê Amedê yê doza kurd û Kurdistanê ye. Di salên 1960î-1970î de, jiyana Mehdî Zana bi têkoşînê ve tijî bû. Bi kurtî, ez dixwazim hemû şert û hoyên wan rojan, jiyana te ya ku bi têkoşînê ve tijî, wek bîranînekê ji bo rûpelên dîrokê bê gotin û zanîn da ku xwendekarên kurd jê sûd wer bigirin. Ez dixwazim gotina xwe bîhînim ser "Mitîngên Rojhilatî", "Bûyera 49an", TSÎP, an jî "TÎP´ê", DDKO, PSK-T û navkokîyan. Belê, Mehdî Zana, te, bêhna goştên mirîyan, parçeyên laşên mirovan ên jêkirin, bedenên daleqandî, li ber xwe didan, xanîyên kavilkirî û şewitandî dîtin, laşên mirîyan, avahiyên şewitandî û bê xwedî, ocaxên tefandî, dar û berên şewitandî, zimanê dayîkan ên qedexe kirî, xwînên ku li ser axê diherikin, hêlînên herimandin, laşên mêrxasan diperpitî li ser erdê... Mehdî Zana, te rojên oxirên giran û zilmên mezin dîtin.Lê te bejna xwe li ber kesî/ê ne tewand. 
 

 

Mehdî Zana di hilbijartina Amedê ya sala 1977an de peyvmend e.

 

Maruf Yilmaz: Bi rêz Mehdî Zana, hinek behsa xwe bike! Mehdî Zana kî ye? Qala dem û dewrên kevnare, rojên oxirê giran yên salên 1960î-1970î, ku di jîyana te de qewimîne, bûne reşebayî û tofan...Niha ez dixwazim gotina xwe bînim ser nasnameya te. Mehdî Zana kî ye?

Mehdî Zana: Ez kurê Hilmî û Zemzema´yê (Zimrete) me û ez di sala 1940î de li Farqîna Amedê ji dayîka xwe bûme û du zarokên min hene; Ronay û Rûken.
Mehdî Zana (min) bi şagirtîya terzitîyê ve dest bi kar kir û piştre bûm Serokê Şaredariya Amedê. Ez di sala 1963an de bûme endamê Partîya Karkerên Tirkiyê (TÎP). Di wê demê de TÎP´ê tiştên nû û gotinên girover digot. Ez ji bo gelê kurd û çînên bindest dixebitîm. Di wê demê de partîyeke kurd tûne bû. PDK-T 1965 (Faîk Bucak) piştre çêbû. Yanî rewş cûda bû. Di eynî salê de, yanî di sala 1965an de jî, ez yek ji peyvmendên Mitînga TÎP´ê bûm ya ku li ser jîyana gelê kurd bû, peyvim. Hin mele û sûfîyên dewletê nakokîyan dikirin nav gelê kurd, lê min pêşî li wan girt û min derewên wan derxiste holê. Di 1965an de mitînga TÎP´ê ya Farqînê çêbû û ez jî peyvmendê wê bûm û min got: "ew kesên ku dibêjin li ba çepên kurd, namûs, dê û bav, xwişk û bira tune ne, hema kî kê qefat. Ne rast e. Ez dê niha rastiyê ji we re bibêjim. Ew kesên ku ji we re van gotinan dibêjin, ew dijminên gelê kurd in. Ev gotinên dijminên me ne û gotinên wan kirine devên we û bi we gotinên xwe didin gotinê."

Di sala 1977an de ez wekî kesekî serbixwe tevli hilbijartinên Şaredariya Amedê bûm, lê bi mêjîyê kurdayetî û di wê hilbijartinê de ez biserketim û bûm Serokê Şaredariya Amedê. Bi vê serkeftinê ve navkokî di navbera min û PSK-T / Kemal Burkay´î de dest pê kir, hingê hevalên Kemal Burkay çop, zibil, gemar, sergo, zîrq, rêx, pîsî, zîrçên aşxane û rêxên heywanan dihavêtin ser rêya çarşiya Amedê, bi armanca ku ez têk biçim. Mirov bi mêjiyekî wisan nikare gundekî ava bike. Demeke taybet bû. Di vê demê de, piştî serkeftina hilbijartinê; Fransa û Brîtaniya Mezin piştgirîya Şaredarîya Amedê dikirin û Amedê weke sembola Kurdistan´ê û "otonom" pejirandin û navê Kurdistanê li ser otobusên xwe nivîsandin û hedîyên xwe şîyandin Amedê.
 

 

"Kurdistan"
 

Hedîyên wan otobûz bûn ku navên wan "Kurdistan" bû.. Lê çi heft hin hevalên Kemal Burkay çavnebarî û dexesî kirin û ez bûm hedefa êrîşan. Ez digel dadmendî û rastîya doza Kurd bûm. Mehdi Zana, min, daxwaz ji Fransa û Brîtanya bir da ku ew otobuzên xwe weke hedîye bidin Şaredariya Amedê û navê "Kurdistan" li ser otobuzan bê nivîsîn. Fransa û Brîtaniya Mezin daxwaza min pejirandin û çend otobuzên xwe weke "hedîye" şîyandin Amedê (Diyarbekir). Ez hêvî dikim wêne û çîroka otobusên Amedê ku navên wan "Kurdistan" bû, di pêşerojê de bikeve "Arşîvên Kurdî "da ku zarok, nebîyên me û xwendekarên universîteyan jê sûd wer bigirin. Ji alîyê din ve jî, ji bo lêkolîn û lêgerînên pêşerojê bikeve arşîwa Kurdistanê.

zindan-mehdi-zana.jpg

Ez bi tevayî ji 16 salan zêdetir li girtîgehên Tirkiyê de mame. Tiştê herî dijwar, ew e ku tawana min kurdbûn û kurdayetî bû û ez niha jî kurdayetiyê dixwazim. Tawana min ev e, li gorî qanûna Tirkiyê. Ez bi xwe kurdayetiya xwe wek baweriyeke kompleks a jiyana xwe ya kurdî û berxwedanên xwe ve girêdidim. Ev taybetmendiyeke min e. Kurdayetiya min, ji aliyên civakî, kulturî û zimanê dayîkê ve jî roleke baştirîn leyîstîye. Ez di salên 1980î de çend car ketim girevên birçîbûnê, min li berxwe dida, laşên min dicemidî, sist, lawaz, bê taqet, bê hêz û ji hev diketim. Cara yekemîn di sala 1965an de Hikumeta Farqînê ket destê me û me li ber xwe da. Xelq bi tevayî rabû ser pêyan, meşiyan û berê xwe dan cîhgeha dewletê û wê bi dest xist. Ev Konaxa hukimeta Farqînê, 7 saet di destê me de man û piştî 7 rojan, em jî, hatin girtin û berê me dan girtîgehê. Piştî ku em hatin girtin, 21 kesên din jî, hatin girtin. Paşê 1200 kesên Farqînî îmze dan me û gotin "em" jî, beşdar bûne û digel wan kesên kurd bûne. Piştî 11 rojan em hatin berdanê. Di navbera salên 1965-1966-1967 û 1971ê de ez yek ji wan kesê ku "Mitîngên Farqîn, Bismil, Hîlvan û Agrî´yê amade kiribûn, bûm.

Maruf Yilmaz: Di sala 1971ê de darbeya leşkerî çêbû, gelo tu dikarî hinek qala wê demê bikî? 
Gava ku Mehdî Zana behsa Seydayê Mela Evdilayê Timoqî (Xerzî, Farqînî dikir, hingê axînî û oxinî ji dilê wî diçû û dilê wî teng dibû. Ew kete nav dewr û dewrên berê û bîrhanînên xwe yên Farqînê. Mehdî Zana, tu û Seydayê Avdilayê Xerzî di sala 1964an de di "Mitînga Daxwaza Damezrandina Unîversîta Amedê" de bi hev re bûn û hûn herdu jî, ji Farqînî ne. Mitîng li "Derê Çiyê bû û hûn li wir civîya bûn. Te, Seyda Evdilayê Xerzî û Fehmiyê Bilal, we hevûdu nas dikir û hûn kurdperest yanî "kûrdçû" bûn. Ew dem, demeke taybet? Ew dema taybet çawan bû?

Mehdî Zana: Di sala 1971ê de dema ku min digirin, hingê Mehmed Emîn Bozarslan, Mahmûd Yeşîl, Mehmed Gemici, Wedatê Berber, Mehmed Uzun, Mehdî Zana, Musa Anter, Îhsan Aksoy, Tarik Ziya Ekincî û gelek kesên din ên navdartirîn jî, li girtîgehê bûn. Edîp Karahan, kurdekî xas û bi mêjiyê xwe ve kurdî bû. Wî mohra xwe li dîrokê xist û kete nav rûpelê wê. Ew mirovekî vekirî, dilpak bû û ew nikarbû tiştên hundirê xwe veşêre. Di sala 1969an de DDKO çêbû û di sala 1971ê de 200 kurd hatin girtin. Gava Darbeya leşkerî çêbû, hingê kurdên welatparêz, DDKO û kurdên çep ji Mûş, Bingol, Bîtlîs, Riha, wan, Cizirê û ji derên din hatibûn.Dema ez li dîroka Kurd û Kurdistanê mêze dikim, ez dibînim ku gruba 49an cihekî taybet, di dîroka me de digire. Dadgeha 49an 10 sal berdewam kir û piştre siyasetmendarên Kurd bi fermana serokê giştî yê orduya Tirkiyê Cevdet Sunay ve hatin dadkirin. Ew dem girîng e. 50 kes hatin girtin yek ji wan mir û yên din man. Yanî 49 kes man.

Maruf Yilmaz: Di jîyana te de rojên xerabtirîn kîngê qewimîne, sedem çi bûn?

Mehdî Zana: Jîyana min a baştirîn li welatê min bû, digel girtî û girtîgeh, zilm û zordariyê jî. Yanî ez bê welatê xwe nikarim bijîm. Ez bê nasname; ziman, çand û civaka xwe nikarim bijîm. Divê Kurd herî her tiştî zimanê xwe wekî şeref û laşên xwe biparêzin. Derketina min a Ewropa´yê, bi xwe wekî mirina min, bi xwe ye û mayina li welatê min, nemirina min û merovahiyê bi xwe ye. Yanî gava ku ez li welatê xwe bim, hingê ez bi xwe nemirina mirov û merovahiyê me. Ji bilî Parîsê jî, min rojên xerab dîtin. Birîndar birîna xwe dizane. Lê yên ku ji min xerabtirîn jî, dîtine li welatê min hene. 
Nimûne: Çeçen moxtarê gundê Tonê yê Motka´ya Bîtlîs´ê bû. Pêşîn qumandarên tirk sê zarokên Çeçen di nav ava germ de dikelînin û piştre jî, bavê wan, Çeçen jî, di nav ava germ de dikelînin. Yanî pêşîn zarokên Çeçen li ber çavên Çeçen dikelînin û piştre jî wî... Mentalîteta leşkerên tirk ev bû. "Bextê Romê tûne ye." 
Nimûneya duhemîn di serhildana Sasonê de leşkerên tirk serên sê kurdan bi birekê jê dikin û ji Qeymeqamê Kozlixê re dişînîn. Nimûneya sêhemîn jî, Gundê Ribatê, ku di navbera Kozlik û Sasonê de ye, bûyereke diqewime. Ev bûyerê hovane ji aliyê fermandarê hêza leşkerên Tirk ve pêktê. Fermandarê tirk 65 zarok, xort û jin di kadîna "Gundê Ribatê" de dişewitîne. Serfermandar ji "Yûztemen" re dibêje van hemûyan bikuje, bişewitîne, lê Yûztemen kabul nake, nakuje. Paşê çekê xwe derdixe û xwe dikuje yanî çek diteqîne û berê serê xwe dide. Paşê qumandar bi xwe wan 65 zarok, xort û pîrekên kurd di kadînê de dişewitîne.

Mehdî Zana (ez) sala sala 1980î, di girtîgeha Amedê de bû.
Nimûneyên din:
Di girtigehê de,
Mêrxas ji bo baweriyên xwe diçûn mirinê,
Min dîtin, bedenên daleqandî,
Min dît, dimirin, dinalin,
Bêhna goştên mirîyan, 
Mêrxasên daleqandî, li ber xwe didin,
Xanîyên kavilkirî û şewitî li Farqînê,
Herder agir û dûman,
Herder laşên mirîyan û şînên giran,
Avahiyên şewitandî û bê xwedî,
Ocaxên tefandî, dar û berên şewitandî,
Zimanê dayîka min ê qedexe kirî,
Xwînên ku li ser axê diherikin, 
Hêlînên herimandin, bê xwedî,
Laşên mêrxasan diperpitî li ser erdê, bê xwedî.
Lê min bejna xwe li ber dewletê netewand.

 

Di 1980î de cûntaya faşîst
 

Maruf Yilmaz: Tu di destpêka sala 1980î de hatî girtin û te bi zimanê dayîka xwe di dadgehê de xwe parast. Di 12ê îlona 1980î de cûntaya faşîst desthilatdariyê kire destê xwe û hingî tu hatî girtin û berê te didan girtîgehê. Tawana te çi bû kurdperestî bû? Sedemên girtina te çi bûn? Ev çi dadgeh e? Gelo em dikarin wê demê, wekî "Dema Wahşetî" yan jî "Dema Barbartî" bi nav bikin? 
Bi rêz Mehdî Zana, tu gazindên xwe ji dadgehê yên hucreya bitenê de mabûyî, dikî.

Mehdî Zana: Sedemên gazindên min, ez carna bitenê û carna bi hevalên xwe re di hucreya bitenê de dimam û girtîgeh bi xwe wahşet bû. Di salên 1980î de di zindana Amedê de bi navê "Dema Wahşetê, "Dema barbartîyê" û bi goneke din "Dema hovîtiyê" hebû. Tawana min kurdperestî bû. 12 îlona 1980î, rewşa "Tevgera Kurd" hat guherandin û ji demekê derbasî konaxeke din bû. Helwesta dewletê ya hovane li dijî kurdan û ji aliyê wê ve destpêkirina şerê qirêj li dîjî siyasetmendar, rewşenbîr û zanayên kurd. Gîrtîgeh dojeh bû. Dadgerên nîgargeha wê dirinde, kîndar, prîmîtîf û seretayî bûn. Ji Amnestî: 14000 name ji min re hatibûn û ez bi van nameyan şad bûm.
Qedexekirina metodên hovane, ji aliyê "Neteweyên Yekbûyî" ve hatine qedexekirin. Qedexeya îşkenceyê ya "Neteweyên Yekbûyî" li gorî serweriya qanûnê navnetewî , tê gotin ku tu dewlet nikare binpê bike. Lê Tirkiyê binpê kir. Swêd, bi xwe jî, pir çalak e, li dijî her cûre îşkenceyan e. Qedexekirina îşkencê... 
Kurdbûn û kurdayetî tawan; "sûç" bû. Li girtîgeha Amedê ku gelek girtiyên siyasî, bi taybetî çalakvanên kurd hatibûn bicihkirinê, cihê kuştin, heqaret, lêdan û îşkenceyên sîstematîk hebû. Çend girtî xwe kuştin û hin mêrxas ji bo baweriyên xwe ber bi mirinê ve çûn. Girtîgeha ku ez lê dimam a herî xerab bû. Zîndanên herî xerab ên cîhanê bûn. Ez gazindên xwe ji dadgehê yên hucreya bitenê mabû, dikim. Ez tenê ji bo kurdayetî û kurdbûna xwe di zîndanên herî xerab ên cîhanê de bûm, lê teroristên herî xeter ên cîhanê jî, li Tirkiyê dijîn.

Maruf Yilmaz: Birêz Mehdî Zana, wekî te got di nav DDKO´ê de 2 grup hebûn, wek grupa neteweyî û grupa çep, ew grup çawan ji hevûdu cihê dibin û navkokiya wan çi bû?

Mehdî Zana: Di nav van herdu grupan de her grupekê de li gorî baweriya xwe dimeşiya û xebata xwe dikir. Lê ji bo yekkirin û tevkarbûna neteweyî tu grupekê kar ne dikir û armancên wan ên ji bo yekitiya neteweyî jî, tune bûn. Min daxwaz ji hemû re bir, gote wan da ku "em" rêxistineke hevbeş çêbikin û bi hev re bimeşin. Lê ev daxwaza min nîvçe ma. Di salên 1964 û 1965an de Dr. Tarik Ziya Ekinci, Kemal Badillî, Tahsin Avci, Şewket Bînbaşî, Mele Zekiyê Xerzî, Mûsa Anter, Canip Yildirim... hebûn.
Koma TÎP´ê: Nacî Kutlay, Musa Anter, Tarik Ziya Ekincî, Mehdî Zana. Di wê demê de TÎP´ê û endamên wê tiştên nû digotin. 
Koma neteweyî: Siraç Bîlgîn, Faîk Bucak, Orhan Kotan, Îsmaîl Beşikçî... Di sala 1974an de Orhan Kotan û hevalên xwe bi Afûya giştî tên berdan û di sala 1975an de dest bi weşandina kovara "Rizgarî" dikin. Di eynî demê de ev grup dest bi organîzekirina tevgêra kurd kir û bihev re kovara "Rizgarî" weşandin. Xwediyê Rizgariyê Avukat Ruşen Arslan bû. Di redaksiyona "Rizgariyê de ev kes hebûn: Orhan Kotan, Îbrahîm Gûçlû, Mehmed Uzun, Ruşen Arslan, Mûmtaz Kotan, Yilmaz Balkaş, Îkram Delen, Hatice Yaşar û Îsmaîl Beşîkçî.

Maruf Yilmaz: Di destpêka rewşenbîrên Kurd û ên çep de û tu jî, hûn çep bûn û hûn parastkarên partiya komûnîsta Sovyetê bûn. Di wê demê de praktika Partiya komûnîst a Sevyetê ji bo mafê çarenûsê kurd çi bû? Yanî pirsa çarenûsê ya kurdên bindest hate holê û kete praktîkê yan na?

Mehdî Zana: Bi rastî di pratika Sovyet û Çînê de mafê çarenûsî tune bû. Sovyet alikariya Îran, Îraq, dewletên kolonyalîst dikirin û ji aliyekê ve jî, destek didan dijminên Kurd. Lê pê re jî, prosesa pûçbûn û rizandina dewletên komûnîst ên wek Yekitiya Sevyet, Çîn, Polonya, Çokoskovekiya, Romanya, Elmanya Rojhilat, Macaristan, Albanya û yên mayin bi xwe re hanî holê.

Maruf Yilmaz: Bi ya te, çima Yekitiya Sovyetê digel Irak û Îranê bû li dijî Kurdan? Mehdî Zana, tu di girtîgehên cûda û û dadgehan de bi israr, bi zimanê kurdî peyvî û te helwesta xwe bi biryar, bi baweriyeke mezin heta niha domand.

Mehdî Zana: Ez dikarim bi gotinekê bibêjim mesele berjewendî ye. Berjewendî roleke sereke dileyîze û berê mirovî dide her derê û derê jî. Dewletên mezin li berjewendiyê xwe dihizrin û li gorî wê xwe tev didin.

Maruf Yilmaz: Tiştê xerabtirîn an jî baştirîn ku di jiyana te de (li Tirkiyeyê an jî li Ewropayê, Parîsê, Kendal) qewimîne, çi ne? "Kendal Nezan ji halê te yê Parisê çi dizane?" Enstîtuya Kurdî ya li Parisê û koma wê " Koma Kurmancî gelekî alîkarî ji Başurê Kurdistanê, Swêd, Fransa û hin dewletên din wergirt bi ser navê Kurdan. Dîtina te di derbareya Enstîtuya Kurdî de çi ye? Gelo Danielle Mitterrand´ê Pirsa Kurd ji kê yan jî, çawan fêr bû?

Mehdî Zana: Ez niha hevwelatiyê Swêdê me û li vir dijîm. Di sala 1997an de, gava ku ez ji girtîgeha Amedê derketim, hatim Fransa´yê, hingî Fransa ji min re got terorîstê girtîgeha Amedê û ji ber vê yekê jî, Fransa min wekî penaberê kurd qebûl nekir û rûniştandinê ne da min. Ji ber vê yekê, ez ji Fransayê derketim û hatim Swêdê. Paşê Fransa poşman bû, lê hindî dereng bû, ez ji Fransayê derketim. Ez wekî pênaberekî Kurd hatibûm Swêd û Swêdê ez kabul kirim, mafê hevwelatî û rûniştandinê da min. Swêd paraskara mafên herkesî/ ê ye. Siyaseta kurd di qada navneteweyî de bi alîkariya têkoşîna Danielle Mitterrand´ê ve çêbûye û bi wê ve girêdayî ye. Mitterrand´ê Kurdistan weke welatê xwe yê duhemîn didît. Wê di pirtûka xwe de jî nivîsîye: " Ez pirsa gelê kurd ji Mehdî Zana fêr bûm."

(Têbînî: Mehdî Zana ne xwest ku di derbareya Enstîtuya Kurdî ya li Parisê de bipeyive).

Maruf Yilmaz: Ez çawan dikarim di derbareya rastîya te û PSK-T ê de bizanibim? 
Di derbareya vê mijarê de, ez çawan dikarim rastiyê hîn bibim?

Mehdî Zana: Ez ketim nav grupa Kemal Burkay, lê ez di sala 1976an de poşman bûm, min got ev ne cîhê min e. Kemal Burkay ku pîşeya (meslek) wî qanûnzan û mafzan bû û birêvebirê grupa çep bû û wî hîkariya xwe ya li ser pirsa kurdî li ser min (Mehdî Zana) hişt, ji ber ku ez digel pirsa kurd bûm. Ez vê yekê înkar nakim û ez tevî grupa Kemal Burkay bûm û piştre jî, bûm endamê komîteya Merkezî ya PSK-T´ê. Lê gava ez ku di hilbijartinê de biserketim û bûm serokê Şaredariya Amedê, hingê Kemal Burkay û hin hevalên wî dexesî, çavnebarî, hesodîkirin, hêz û qewetên xwe li dijî min komkirin ji bo têkçûna min. Alîyê din ve jî dewletê planên xwe yên navkokiyan kiribûn nav min, gruba Burkay, hevalên min û kurdan. Di şûna ku PSK-T û komeleyên wê de piştgirîya min bikira, wan dijîtiya min dikirin, lê zilm û zordariya dewletê tiştekî din bû. PDK-KUK bi hawayekî vekirî piştigirîya min dikirin. Çi heyf PSK-T û komeleyên wê, di wê demê de rolên pir xerab leyîstin û hatin leyîstikên dewletê. Planên dewletê ketibûn her kolan, tax, koçe, çayxane/qehwexana û dikanên Ameda Şêrîn. Kurd jî, li hevûdu hatibûn xezebê. Ez hatim êşandin û bû hedefa êrîşên nemirovane. Kemal Burkay di pirtûka xwe "ANILAR, BELGELER" de henekên xwe li berxwedana min a girtigeha Amedê dike, dibêje dîsan Mehdî Zana kirin "xwepêşandarê girtîgehê". Kemal Burkay, ne tenê min, gelekî kesên din jî, şaşo-maşo, dînomîno dike. Yanî Kemal Burkay heqaretê li hevalên xwe yên kevn dike.

Maruf Yilmaz: Gelo taybetiya Kemel Burkay a ne baş heye, heger hebe çi ye, gelo ev taybetmendî çi ye?

Mehdî Zana: Kemal Burkay tu qîmetê nade dostaniyê, ji ber ku dema mirov wekî wî ne hizre, hingê mirov dijminê wî ye û ew dijîtiya mirovî/ê dike. Ez heta mirina xwe li dijî vê taybetmendiyê me. Ez dibêjim, heta ez dikarim, ez bi dostê xwe re dimeşim. Ji bo min dostanî, ne ji bo rojekê, du roj, sê roj, çar roj, pênc roj an jî rojên teng. Dostanî herdem pêwîste. Yanî ne tenê di rojên teng de. Ez bawerim di her dem û wextî de jî dostanî pêwîst e û divê hebe jî. Dostanî ne ew e ku rêxistinek an jî partîyeke kurd çêbikî li dijî kurdekî welatparêz û kurdperest. Ne ez û ne jî ew, em, em û hebûna me. Yanî em û ew tune ne, tenê em kurd hene. 
Divê em berî hertiştî şeref û rûmeta xwe wekî ya neteweyê xwe biparêzin. Gava ku ez û piraniya kurdan hatin cem hevûdu, hingê dewlet tofên navkokîyê kire nav min û hevalên min û me şerekî mezin li dijî hevûdu derdixist, lê digel vê yekê jî, di wê demê de kurd bi dil û can ez diparastim.

Maruf Yilmaz: Birêz Mehdî Zana, tu bûyî serokê Şaredariya Amedê û tu adayekî serbixwe bûyî. Di hilbijartinê de te piraniya dengan wergirt û tu bûyî serokê Şaredariya Amedê. Lê çi heyf, piştî serkeftina te Kemal Burkay û hinek hevalên te yên PSK-T ´ê ku bi te hate xezebê. Yanî ew hemû hêz û qewetên xwe li dijî te komkirin di şûna ku ew li dijî dewletê de kom bikin. Bi armarca dewletê biserket û bû sedemê têkçûna hemûyan. 
Rewşa girtîgehê çawan bû?

Mehdî Zana: Gava ku ez ketim girtîhegê, hinge min pirtirîn lêdan, zilm û zordariyê dît û ji min re digotin serokkomarê Kurdistanê va hat. Lê çi heft gava ku ez li derve bûm wekî "Serokê Şaredariya Amedê", ez bûbûm hedefa êrîşên nemerovane, barbarî û hovane. Ev êrîşên hanê hatibûn organîzekirin û plankirin, bi armanca ku em wekî kurd têkbiçin, nav û nîşanê Amedê tune bibe. Têkçûna min, têkçûna kurdan bû. Ez 38 meh di hucreyên girtîgehê de mam. Ez jî wekî/e kesên din rastî her şêweyên îşkenceyê hatim. Sedema vê wehşetê jî, naskirî bû. Berxwedana kurdperestî û kurdîya min bû. Di vê dûnyayê de tiştê herî zor û dijwar kurdbûn e, ez jî, wê dixwazim. Ez amade me ku ji bo kurdbûna xwe herim mirinê jî.

Maruf Yilmaz: Birêz, Mehdî Zana, tu çawan û ji bo çi derketî Ewropayê? 
Mehdî Zana, Sakharov Prîze û Leyla Zana di sala 1995an de, di Parlamentoya Ewropa´yê de bûn. Ev fotografa xelata Leyla ye. Sedemê hevdîtina we ya di "Parlamentoya Ewropa´yê" de çi bû?

Mehdî Zana: Hatina min, ji bo civînekê bû, taybetî ji bo civîna "Parlamentoya Ewropayê" bû. "Parlamentoya Ewropayê" dixwest ku ez werim Ewropayê û tevî civînên wê bibim. Piştre hinek kesên siyasetmendar ji Amerîka û Ewropayê, dixwestin ku ez bibim amadekarê navbervan, peyvmend û birêvebirê pirsa Kurd û Kurdistanê ya li derveyî welatî. Bi vê armancê, ez hatim Ewropayê... Armanca min a giştî ji bo çareserkirina nakokiyên pirsa kurd -navnetewî bi rêyên aştiyane û têkiliyên ku di diyalogê de pêwîstin. Dîplomasî, pêşnîyar, taktîk, bi tedbîrbûn û rêbazeke nerm. Mîsyona diplomatî û navbervaniya min ji bo baştirkirina danûstandinên navbera Kurd û Ewropa/Amerika´yê bû û herwisan jî, di warê siyasî û çandî de jî. Lê wisan çênebû. Daxwaz û xwestina min ew e ku hemû partî, rêxistin û komên cûda yên Kurdistanê di xeta neteweyî de yek bin, lê bila xwediyê hizr û dîtinên cûda bin. Ji xwe Kurd û Kurdistan bi reng û cûdahiyên xwe ve wekî dewlemendiyê ye û divê hemû reng, kultur wekî miras hebin. Kurdistan bi xwe welatekî, pirrengî, pirdengî û pirkulturî, pirzimanî û civakî ye. Netewe ji mirovan çêdibe û mirov jî, ji hevûdu cûda ne. Her mirovek û komek jî rengekî cihê diyar dike. Ji ber hingê jî, neteweyeke kurd pirrengîn e û divê em ji hemû rengên cûda weke hevûdu bibînin û ji hemûyan re xwedî derbikevin. Ez bi xwe naxwazim ku rengekî ji Kurdistanê kêm bibe. Herçiqas ez digel TÎP, TSÎP, PSK-T/grupa Kemak Burkay û DDKO´yê xebitîbim jî, ez bi kurdayetiyê re bû û BARZANÎ di avakirina nasnameya min de roleke sereke leyîstîye û dilê min hertim bi wî re bû. Ew li cem min wekî hizra neteweyî, sembolek, efsaneyeke folklorî, rêber û rênîşandêr bû. Lê bêşik kesên din jî, hîkariyên xwe li min kirine. Farqîn, bajarê ku ez lê bûm pir bi hereket bû; kurdperestî, berxwedan, bîraniyên bavpîr û kalên me hebûn. Dengbêj û stranên me, di avakirina nasnameya min de rolên sereke leyîstin; min bi dilşadî li van kesan guhdarî dikir. Radiyoya Êrîvanê û Radiyoya Bexdayê vebûbûn û dest bi weşana xwe kiribûn. Gelekî kes bi xêra Aramê Tîgran, Kawis Axa, Meyremxan, Salihê Bêynetî, M. Arifê Cizîrî, Karabêtê Xaço, Feyrusah, Hesenê Cizîrî, Îsa Berwarî ,Tahsîn Taha, Sakiro, Şeroyê Biro... xwe nas dikin. Yanî kilambêj, çîrokbêj û dengbêjên Kurdî rolên mezin dileyîzin di avakirina nasnameya mirovî/ê de. Sê-çar radiyoyên kurdî jî, hîkariyên xwe yên baş li min kirine û di avakirina kesayetiya min de rolên mezin leyîstine. Ew hersê radiyo ev in: Radiyoya Êrîvanê, Radiyoya Bexdayê û Radiyoya kurdî ya PDK û hîkariyên xwe li min kirine. Bi xêra Radiyoyê ve, li guhdariya kilambêj, çîrokbêj û dengbêjên Kurd dikir û ew ketin nav xwîn û hestiyên min têde bi cîh bûn û min ber bi xwe ve kişandin.

Maruf Yilmaz: Gotina te ya dawîyê çi ye?

Mehdî Zana: Gotina min dawiyê ew e ku ez bi gotina Mesut Barzanî re me û ez wekî wî serxwebûna Kurdistanê dixwazim û ez amade me ku ji bo serxwebûna Kurdistanê herim mirinê jî. Barzanî got: "Heger li dijî referandûma serxwebûnê derketin çêbibe, hingê em dê li dijî ... şer bikin. "Ji serxwebûnê bi rûmettir tiştekî nî ne."

Ez bi hesreta roja "Serxwebûna Kurdistanê" ve dijîm. Bi sedan hevalên min mirin û "Kurdistana serbixwe" ne dîtin. Ew bêyî ku bibînin ji nav me bar kirin, çûn gorê û hin hevalên min ên "Zîndana Amedê" jî, hatin kuştin ji bo doza Kurdistanê. 
Ji ber van sedeman, gava ku "Kurdistana Serbixwe" "îlan" bibe, hingê ez dê pêşîn herim ser "Gora" Barzanî, piştre Seydayê Mele Evdilayê Xerzî ((Timoqî), Niyazî Hosta, Mele Mahmûd Yeşîl, Mele Avdilkerim Ceylan, Muhterem Biçimli, Mahmûd Okutucu...

 

4 Pêjayoyên girîng di jiyana Mehdî Zana de hene, ew jî ev in: 
 

1-Salên 1960î - 1970: TÎP, TSÎP...Tevî TÎP´ê (Behice Boran) dibe, xortekî 20 salî ... Bayê çep ji Sovyet, Çîn... ...DDKO 1969, Mitîngên Rojhilatî (Doğu Mıtingleri). Amadekarê Mitînga Farqînê ya 1966an, Mitînga Rojhilat 1967, peymendê Mitînga Hîlvan´ê 1969,(Mitînga daxwaza vekirina Universeta Diyarbekirê)..
 

2-Salên 1970î -1980î: Sala 1971ê, girtiha Mehdî Zana ji bo "mitînga Hîlvanê. ..1973-1974: Burkaycı´lar...Mehdî Zana-Serokê Şaredariya Amed, 1977: Navkokîya Mehdî Zana û PSK-T ´ê. 1978-1980î: Mehdî Zana, Îhsah Aksoy...
 

3- 1980-1990î: Sala 1980î, Darbeya leşkerî ya 12 Elûnê, Girtîgeh û berxwedana axaftina zimanê kurdî. 1991ê: Serbest tê berdan...
 

4- Ewropa: Rojên xerab ên penaberîyê li Fransayê (Paris ) û jîyaneke nû (jîyaneke baş) li Swêdê/ Stockholm, 1994-2017...Fotografa Mehdi Zana digel Firat Cewerî li Stockholm´ê.

 

Faktorên ku nasnameya Mehdî Zana ya kurd-kurdî çêkirîye, ev in: 
 

1. Gruba neteweyî: BARZANî, Şêx Seîd, Serhildana Sasonê, 1937, Seyîd Riza Serhildana Dersimê 19937, Dr. Abdulrehman Kasimlo-PDK-Îran, Qazî Mihamad 1946... 
 

2. Rolên Meleyên kurd: Malbata Mehdî Zana, hawîrdor...Seydayê Avdilayê Xerzî, Fehmiyê Bilal,Niyazî Hosta, Mele Mahmûd Yeşîl, Mele Avdilkerim Ceylan, Mahmûd Okutucu û gelekî meleyên din jî... 
 

3. TÎP/TSÎP, Marksist-Leninist, Înternasyonalîst ên komûnîst Soyvet, Çîn û tevgerên Çep ên Dûnyayî: Gruba 49an, DDKO...
KEMAL BURKAY. Gruba Burkay/PSK-T...

 

4. Radiyoya kurdî ya Êrîvanê 1955, Radiyoya Kurdî ya KDP, sala 1960î-1970î, Radiyoya Kurdî ya Bexdayê 1953-1980, Radiyoya Qahire´yê 1957-1968
 

5. Çîrokbêj, kilambêj, stranbêj, dengbêj, gotinên pêşîn û bûyerên dîrokî...
 

6. HÎKARIYÊN NEGATÎF: Zilm û zordarîya dewletê û sîstema perwerdeya dewletê.
 

 

Stockholm, Swêd
2017-06-16
Maruf Yilmaz
[email protected]
Kopiyakirin qedexe ye.

 

 

Têbinî beşa yekê di rojevakurd de hatîye weşandin. 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin