Heta niha 25 alî ji hilbijartinên Iraqê vekişiyane

Heta niha 25 alî ji hilbijartinên Iraqê vekişiyane

.

A+A-

Rêveberê Navenda Niştîmanî bo Diyalogê aşkere dike, heya roja Çarşemê 28ê Tîrmehê 25 partî û hevpeymanî ji hilbijartinên Iraqê vekişiyane û dibêje, di rojên bê de dê hin alî û partiyên din jî vekişin. Berdevkê Komîsyona Hilbijartinan jî dibêje, ti bandora vekişîna wan aliyan nabe û hilbijartin dê di dema xwe de bê sazkirin.

Rêveberê Navenda Niştîmanî bo Diyalogê, Samid El-Şemxî ji Rûdawê re ragihand, “sedema vekişînan ev e ku rewatiya hilbijartinan nemîne.”

Samid El-Şemxî diyar kir, di hilbijartinên 2018ê de, rêjeya beşdarbûnê kêm bû, dê îsal jî kêm be, herwiha zelal bûye ku her tiştek di navbera partiyên mezin de hatiye dabeşkirin û ew alî li ser post û hûrgliyan li hev kirine, herwiha ji xeynî hebûna çekên bê molet û desthilata siyasî ya qorixkirî û nebûna garantiya hilbijartineke paqij.

Hilbijartinên parlamentoya Iraqê biryar e 10 Cotmeha îsal bêne kirin.

Komîsyon: Hilbijartin nayê paşxistin

Berdevka Komisyona Hilbijartinên Iraqê, Comane Xelay ji Rûdawê re ragihand : “Hilbijartin di dema xwe de, di 10ê Cotmehê de birêve diçin. Dema vekişîna ji helbijartinan jî 20ê Tîrmehê bi dawî bû, em pabendî amadekariyên hilbijartinan in.”

Comane Xelay diyar kir, heta niha ti berbijrekî ji nava 3 hezar û 249 berbijêrên ku xwe ji bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê tomar kirine, vekişîna xwe neragihandine, mebesta min ev e, kesekî ji wan nivîsa fermî nedaye komîsyonê ku ji me re bêjin em dê vekişin.

Xelay got, me dest bi çapkirina kartên dengdanê û posterên taybet bi dengderên giştî û dengderên taybet kiriye.

Berdevka Komisyona Hilbijartinên Iraqê tekez kir, vekişîna berbijêran ku di medyayan de tên ragihandin, bandorê li hilbijartinan nakin û hilbijartin paş nakeve, ti nirxekî yasayî ya wan vekişînan jî tune ye.

Tevî vekşîna Tevgera Sedir û Hevpeymaniya Weteniye û Eniya Diyalogê, lê partiyên din di amadekariyên xwe de ji bo helbijartinan berdewamin.

Kawa Ebdulla, Alîkarê Dezgeha Hilbijartinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê dibêje, “nabe çarenivîsa welatekî bibe qurbaniyê partiyek an serkirdeyekî ku dest ji meydanê berde.”

Endamê Odeya Helbijartinê ya Tevgera Goran, ji Rûdawê re ragihand, ji aliyê yasayî ve derî hatiye girtin jibo vekşîna ji hilbijartinan, komîsyon pabendî cîbicîkirina aliyê teknîkî ye.

Ji aliyê siyasî ve jî vekşîna wan aliyan bandoreke yekser çê dike li ser hilbijartinan. Bûyereke ewlehî, siyasî û xizmetguzarî dikare paşxistin an birêveçûna hilbijartinan yek alî bike.

Li gor amarên komisyonê yên dawiyê, 276 partî û 44 hevpeymanî di hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê de ku 10ê Cotmeha 2021an tê lidarxistin, beşdar dibin.

Zêdetir ji 24 milyon kes mafên dengdanê hene û li 83 bazinên hilbijartinê dê 329 berbijêrên parlamentoyê hilbjêrin, 9 kursî ji bo pêkhateyan hatine diyarkirin.

Komisyona Helbijartinên Iraqê di nîva Tîrmeha 2021an de hejmara berbijêrên Helbijartinên Parlemana Iraqê diyar kir û ragihand, Encûmena Komîserên Komisyonê 3 hezar û 244 berbijêr pesend kirin da ku di van helbijartinan de beşdar bin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin