Herêma Kurdistanê notayeke protestoyê da Tirkiyê

Herêma Kurdistanê notayeke protestoyê da Tirkiyê

.

A+A-

Birêveberê Giştî yê Ofîsa Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku derbarê kuştina 5 welatiyên Herêma Kurdistanê de, bi rêya konsulê giştî yê Tirkiyê, yadaştnameyeke nerazîbûnê pêşkêşî Wezareta Derve ya Tirkiyê hat kirin û daxwaza lêkolîn û zelalkirina bûyerê kirine.

Birêveberê Giştî yê Ofîsa Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Dr. Hemin Mîranî derbarê bûyera 19ê Mijdarê ya li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Merdînê de ku 5 welatiyên Herêma Kurdistanê tê de hatibûn kuştin de ji Rûdawê re got "Duh, Konsulê Giştî yê Tirkiyê ji bo Wezareta Navxwe hat vexwendin û noteke protestoyî hat dayîn, bi rêya vê yekê ji bo protestokirina kuştina van 5 welatiyan ji Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê re hat şandin. Me daxwaza ronîkirin û lêkolîna bûyerê kir."

Birêveberê Giştî yê Ofîsa Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê got jî “Li ser bûyerê ji bilî tiştên ku hatine weşandin hê jî ti agahiyek nû nîne.”

Şeva 19ê Çileya 2023ê li parêzgeha Mêrdînê li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê 5 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji parêzgeha Duhokê di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin. Du kes ji wan bi navê Ehmed Celaledîn Îbrahîm (44 salî) û dayika wî Wehîde Heyder (75 salî) ji malbatekê ne, sê kesên din ji malbatekê ne û navê wan Hacî Ebdullah (65 salî), Çîmen Şahîn hevjîna Hacî Ebdullah û Hindirên Ebdullah keça wan e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin