Herçend Zagona Jîyanê be jî Em Xemgînin!

Herçend Zagona Jîyanê be jî Em Xemgînin!

Kurdên li Ewropayê ji ber mirina sîyasetmedarê Kurd Hemîd Hecî Dewrêş xemgîn in.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Weftekî ji endam û piştgirên  Partîya Azadîya Kurdistanê-PAKê ji Parîsa paytexta Firansa ji bo serxweşîya Serokê nemir Abduhemîd Hecî Dewêş çûn bajarê Lyon a ku bi qasê 500km yean ji Parîsê dûre.

Duho 27.10 2019 li bajarê Lyon a Firansayê ku ji bo serxaxîya koça dawî ya Mamoste Hemîdê Hecî Dewrêş ê nemir rê û resmekî serxweşî hatibû amadekirinê, wefdekî ji endam û piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê-PAKê ji bajarê Parîsê çûn serxweşî û hevparîya êş û xema malbat û heval û hezkirîyên mamoste Hemîdê Hecî dewrêş.

Weft li ser navê Partîya Azadîya Kurdistanê-PAK Ewropa vî gotarî pêşkêşê malbat, endamên û mêvanên PDPK-Sûrîye kirin:

Ji bo Qadir, endam û mêvanên PDPK-Sûrîyê; PDPK Serokê xwe yê hêja winda kir. Gelê Kurdistanî têkoşerekî 65 sal têkojîna doza welatê xwe. Başûrê Rojavayê Kurdistan yek ji hîmê avaker, berdewamker û kedkarê doza Kurdistanê winda kir.

Mamoste Hemîd Hecî Dewrêş di dibistana seretayî de yek ji şagirtê Mişxetê doz Kurdistanê Hemzeyê Muksî ye ku, yek ji avaker ya Kurdistan Tealî Cemîyetî bû. Yê Xoybûnê bû, berpirsê kovara Jîn ê bû.

Mamoste Hemîd Hecî Dewrêş hîmê pirpartîyan yê Başûrê Rojavayê Kurdistanê bû. Di demên dijwar de navmala kurd de hostayê dîyalog û xweşbînîyê bû...

Gelê Kurdistanê kadirekî xwe, rêberekî xwe winda kir.

Serê malbata wî, serê PDSK û serê gelê Kurdistanê sax be.

Partîya Azadîya Kurdistanê-PAK Ewropa

Xemgînên hêja, ez yek ji wan yên bi şansim ku min 3-4 salên xwe li Qamîşlo bi cînartîya mamostê nemir Hemîdê Hecî Dewrêş re borand. Dema em diçûn mêvantîya wî, -herçend temenê wî ji ya 3 car zêdetir bû jî, bi xwe mazûvanîya me dikir. Heta qedehên çayê ya berme jî ew bi destên xwe ji me ra dadida. Nedihêşt em qedeha xwe dagirin. Her tim nesîhetên dostayetî, biratî, xweşbînîtîyê dikir. Di navmala kurd de wek hakemekî bê teref helwest digirt. Çêkr bû, avaker bû. Em xort gelek tişt ji Mamoste H. Hecî Dewrê fêr bûn.

Carekî din serê we sax be. Em hevparê êş û xema we ne..

 

whatsapp-image-2019-10-28-at-15-42-21.jpeg

whatsapp-image-2019-10-28-at-15-42-40.jpeg

 

Rûpela Nû/Fransa


 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin