Helwesta Encûmena Asayişa Navdewletî li ser operasyona Tirkîyê

Helwesta Encûmena Asayişa Navdewletî li ser operasyona Tirkîyê

Serokê Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Netewên Yekbgirtî ve derbarê operasyona Tirkîyê ya li Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, “tiştê ku rû dide, cihê dilgiranîyê ye” û divê Tirkîye û Iraq pirsgirêkên xwe çareser bikin.

A+A-

Christoph Heusgen, Serokê Encûmena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekgirtî ji peyamnêrê Rûdawê Mecidî Nizamedîn Gilî re ragihand, tiştê çêdibe cihê dilgiranîyê ye, lê tu zanyarîyên wî nînin ku Iraqê daxwza civîna Encûmena Asayişê derbarê operasyonên Tirkîyê de kiribe.

Christoph Heusgen herwiha bi pêwîst zanî, ku Iraq û Tirkîye kêşeyên xwe di rîyên sîyasî re çareser bikin.

Heusgen wiha got: “Derbarê şerê Iraq û Tirkîyê, em bi dilgiranî li wê rewşê dinîrin. Daxwazî tunebû ku ev mijar beşek be ji acendaya Encûmena Asayişa Navdewletî. Bi kêmanî ez agahdar nînim. Lê belê me, ew 14 demjimêr e ku serokatîya me dest pê kirîye. Em di vê bawerîyê de ne ew şerê di navbera cîranan de pêwîst e bi rêyên sîyasî bêne çareserkirin, ne bi rêyên serbazî.”

Ji roja 15ê Hezîranê ve Tirkîyê dest bi operasyoneke berfireh li ser axa Başûrê Kurdistanê kirîye. Berpirsên Tirkîyê dibêjin, ew tenê pêgehên PKKê dikin armanc, lê heya niha herî kêm 4 welatîyên sivîl di encama bombebaranên Tirkîyê de canê xwe ji dest dane, hejmarek sivîl birîndar bûne û herwiha çendîn gund jî hatine valakirin.

Li gor çavkanîyekî serbazî, di dema 15 rojên operasyona nû ya Tirkîyê de ku navê “Çengê Piling” lê kirîye, artêşa Tirkîyê li 12 cihên stratejîk ên sînorê nahîyeya Batîfayê bicih bûye.

Bi gotina heman çavkanîyê, pêştir û di dema 37 salên bihorî de, Tirkîyê 24 binkeyên serbazî li sînorê Kanî Masê, Dêrelûk û Şêladzê danîne.

Li gor zanyarîyên Rûdawê, operasyona vê carê ya Tirkîyê metirsî bo ser jîyana welatîyên sivîl li 150 gundên sînorê hersê qezayên Zaxo, Amêdî û Akrê çêkirîye.

Hêzên artêşa Tirkîyê di operasyona vê carê de, bi dirêjahîya 45 heta 50 kîlometran û bi kûrahîya 15 bo 30 kîlometran hatine nav sînorê nahîyeya Batîfayê, heta niha jî li 12 cihên cuda bicih bûne.

Herwiha di 37 salên bihorî de, ku Tirkîyê li gel rejîma berê ya Iraqê rêkeftina derbaskirina sînor îmze kir û yekemîn operasyona xwe li nav axa Başûrê Kurdistanê bi kûrahîya 10 kîlometran pêk anî, 60 gundên Başûrê Kurdistanê ketine bin kontrola Tirkîyê.

Naveroka pirsên Rûdawê û bersivên Christoph Heusgen Serokê Encdûmena Asayişa Navdewletî:

Rûdaw: Du pirsên min hene, ya yekem li ser vê reşnivîsa projebiryarê ye ku Almanya û Belcîka amade kirine ku derbarê vekirina xalên sînorî yên Sûrîyê de ye, ji bo ku alîkarîyên mirovî bi taybetî ji xala sînorî ya Elyarubîye (Til Koçer) re derbas bibin. Heta çi qasî geşbînî ku ev reşnivîs were pesendkirin û herwiha ji bo endamên Encûmena Asayişa Navdewletî çi qas giring e, bi taybetî di vê rewşa xirab a Bakurê Rojhilatê Sûrîyê de, ew xalên sînorî bêne vekirin?

Christoph Heusgen: Gelek spas bo van du pirsan. Derbarê projebiryara xalên sînorî de, ez û hevkarê xwe yê Belcîkî, em berpirsên vê projebiryarê ne. Sedema karê me, pêwîstîyên mirovî ne. Pêwîstîyên mirovî bi awayekê ye ku me pêwîstî bi hatina alîkarîyan ji sînoran ve heye bo xelkê. Pêş şeş mehan me gotûbêj hebû û me daxwaza vekirina xala sînorî ya El Yarubîye (Til Koçer) kir, wê demê em tûşî gefa vetoya Çîn û  Rûsyayê bûn. Li gor pêdawîstîyên mirovî dê helwêsta me hebe. Di demekê de ku rast e şandina alîkarîyên mirovî ji Dîmeşqê (Şamê) ve bo navçeyên din dibe ku bên kirin û me dît ku Rêxistina Tendirsutîya Cîhanê ji Şamê ve alîkarîyên xwe gihande bakurê rojavayê Sûrîyê, lê belê ew hemû pêwîstîyan tejî nake (têrê nake) û kêm e. Ew jî bi vekirina xala sînorî ya El Yarubîye tê tejîkirin. Lewma me ev di reşnivîsa projeyasayê de danî, gelek dema me nemaye, di 10ê vê mehê de dema projebiryara berê ku rê bi hatina alîkarîyên mirovî dide, bi dawî tê. Em dixwazin alîkarîyên mirovî bigihe navçeyê û em berdewam bin li ser hewldanên ji bo serxistina wê projebiryarê. Di heftîya tê de em dê bibînin ka encama wê dê bi çi awayî be. Em li gor pêwîstîya bi alîkarîyên mirovî tevdigerin. Pêwîstîya bi alîkarîyên mirovî li bakurê rojava û bakurê rojhilatê Sûrîyê, te rewşek heye ku ti rêyek nîne bo şandina alîkarîyan bi rêya sînoran. Pêwîst e alîkarî li Tirkîyê bin û bi rêya wan herdu xalên sînorî be ku di reşnivîsa projebiryara me ya bi hejmar 2504 de heye. Em berdewam dibin li ser hewldanan ji bo ku ew projebiryar serkevtî be û dubare dibêjim, pêwîstîyên mirovî li wan navçeyan dehfderê karê me ye.

Rûdaw: Derbarê rewşa Iraqê de, niha rewş li ser sînoran ber bi alozîyê ve diçe. Ew du heftî ye Tirkîyê operasyonek bo nav axa Iraqê dest pê kirîye û îro Iraq dibêje, dê hêz bişîne. Weke ew dibêjin, ji bo rawestandina Tirkîyê ku Iraqê pêştir bi çend nameyên bo Encûmena Asayişê, gilî tomar kiribû. Encûmena Asayiş çi dike di vê derbarê de? Gelo ti daxwazeke civînê yan daxuyanîyek ji Iraqê ve ji we re hatîye?

Christoph Heusgen: “Derbarê şerê Iraq û Tirkîyê, em bi dilgiranî li wê rewşê dinîrin. Daxwazî tunebû ku ev mijar beşek be ji acendaya Encûmena Asayişa Navdewletî. Bi kêmanî ez agahdar nînim. Lê belê me, ew 14 demjimêr e ku serokatîya me dest pê kirîye. Em di vê bawerîyê de ne ew şerê di navbera cîranan de pêwîst e bi rêyên sîyasî bêne çareserkirin, ne bi rêyên serbazî.”

Mecîd Nizamedîn Gilî-Rudaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin