Helîkoptera ku li Duhokê ketiye ya kê ye?

Helîkoptera ku li Duhokê ketiye ya kê ye?

.

A+A-

 Pisporê leşkerî li ser helîkoptera ku tu bi şev li Duhokê ketiye xwarê pêşbinîyên xwe. Parêzgarê Duhokê Elî Terter jî got yên di helîkopterê de canê xwe ji dest dane PKKyî bûn.

Şevê din li Nahiya Çemankê a ser bi Qezaya Amêdiyê ya Duhokêe helîkopterek kete xwarê, 7 kesan têde canê xwe ji dest dane, 4 zilam û 3 jin in, lê heta niha nayê zanîn ka helîkoptera kê ye.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku li wê herêmê ti helîkopterek a girêdayî artêşa wî welatî nebûbû û ji welatekî din jî der barê mijarê de ti daxuyanî nehatine dayîn.

Nûnerê Herêma Kurdistanê di pîşesaziya serbazî ya Iraqê Lîwa Ehmed Amêdî beşdarî bultena Rûdawê bû û pêşbinîyên xwe xwe derbarê nehêniyên derbarê helîkopterê de anîn ziman.

Ehmed Amêdî ragihand ku helîkoptera ku li Duhokê ketiye xwarê ne ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê bûye û ne jî ya Tirkiyê bûye û lêkolînên li ser wê berwam in.

Di daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê de hat gotin ku rayedarên Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Iraqê, Hevpeymaniya Navdewletî û Hikûmeta Tirkiyê re pêwendî danîne lê wan di bersiva xwe de gotine ku ew helîkopter ne ya wan e.

Amêdî diyar kir ku li got texmîna wî helîkopter ji ber şert û mercên nebaş ên keşûhewayê ketiye û got ku “Di demên wiha de hewa nebaş be, geştên asmanî nayên kirin.”

Lîwa Ehmed Amêdî got ku pêşbîniya wî ew e ku helîkopterê karê istixbaratî dikir.

Pisporê leşkerî Ehmed Amêdî herwiha amaje bi wê yekê kir ku hinek hêzên weke Heşda Şeibî li Iraqê hene ku bi temamî ne di bin kontrola hikûmeta wî welatî de ne û dibe ku peywendiya wê helîkoptera ketiye jî bi Heşda Şeibî heye û got: “Helîkopter an a Îranê yan jî ya Iraqê ye."

Amêdî eşkere kir ku helîkopter ji corê AS350 Eurocopter e û got: “Em dizanin ku PKK li vê herêmê ye, lê heta niha ne diyar e helîkopter a kê ye.”

Amêdî bal kişande ser wê yekê ku helîkopterên Iraqî dikarin bê destûr li asmanê Herêma Kurdistanê bifirin û got: “Herêma Kurdistanê beşek ji axa Iraqê ye û Iraq dikare li vê herêmê bê astengî bifire.”

Ehmed Amêdî ji bo Heşda Şeibî gotina dewleta kûr bi kar anî û got, “Dibe ku hin ajandeyên Haşdî Şeibî ji yên hikûmeta Iraqê bihêztir bin. Dibe ku Heşda Şeibî bêyî agahiya hikûmeta Iraqê bi Îranê re bi hemahengî tevbigere.”

Daxuyaniya parêzgarê Duhokê

Parêzgarê Duhokê Elî Teter jî ragihand, li kêleka wê helîkoptera ku şeva borî li nêzîkî gundê Berkiyat a Duhokê ketibû, helîkoptereke din jî hebû.

Teter amaje bi wê yekê jî kir ku kesên di helîkoptera ketî de canê xwe ji dest dane PKKyî ne û got, helîkoptereke din jî ligel helîkoptera ketiye lê helîkoptera duyem ji cihê bûyerê dûr ketiye û  nayê zanîn bi ku derê ve çûye..

Teter diyar kir ku agahiya wan tuneye ku helîkopter ber bi kîjan welatî ve diçû û got berdewam dikin.

Cenaze li Rêveberiya Pizîşkî ya Dadê ya Duhokê ne

Cenazeyên 7 kesên ku di ketina helîkopterê de canê xwe ji dest dane gihîştine Rêveberiya Pizîşkî ya Dadê ya Duhokê.

Çavkaniyeke leşkerî ji Rûdawê re gotiye, li gorî lêkolînên destpêkê, ne diyare ka kesên canê xwe ji dest dane, kî ne û ser bi kê ve ne, lê diyar kiriye ku her 7 kes jî gênc in û temenê wan di navbera 25 û 45 saliyê de ye.

Wê çavkaniyê gotiye jî cenazeyên her 7 kesan jî li cem hêzên Pêşmerge û dezgehên ewlekariyê ne, paşmayên helîkopterê jî hemû hatine rakirin û birine cihekî taybet, lêkolîn li ser tê kirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin