Heleb: Li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan hat kirin

Heleb: Li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan hat kirin

.

A+A-

 Li bajarê Helebê yê bakurê Sûriyê li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan hate lidarxistin.

Di xwepêşandanê de kesayetî û berpirsên Hikûmeta Sûriyê û partiyên nêzîkî hikûmetê beşdar bûn, dirûşm li dijî desthilata Tirkiyê hatin gotin û êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê hatin şermezar kirin.

Berpirsekî Partiya Komunîsta Sûriyê dibêje, Tirkiye bi piştevaniya NATO û Israîlê axa Sûriyê dagîr kiriye, Tirkiyê serwerî û yekîtiya axa Sûriyê binpê kiriye û dixwaze Sûriyê perçe bike.

Gorepana Sadellah el-Cabirî ye li navenda bajarê Helebê yê bakurê Sûriyê. Bi dehan xelk û berpirsên bajar dijî Trikiye xwepêşandan kirin. Slogana salvegera 83emîn a dagirkirina Tirkiyê ji “Lîwaa Eskenderon” re ku navê Hatay lê kiriye bilind kirine, herwiha dagîrkirina Tirkiye ji çend navçeyên bakurê Sûriyê û êrîşên artêşa Tirkiye li ser bakurê rojhilatê Sûriyê jî şermezar kirin.

Endama Partiya Komunîsta Sûriyê Cumane Ridwan anî ziman, “Em hatine êrîşên Tirkiye şermezar bikin, çi li bakur û çi li bakurê rojhilatê welat be. Em dizanin jî ku xewnên toranî li ba Tirkiye hene daku erdekî zêde yê welat dagîr bike. Me hîna dagîrkirina Lîwaa Eskenderon ji bîr nekiriye heta em rê bidin Tirkiye beşekî din ji erda me dagîr bike.”

Bi gotina berpirsên partiya Komînesta Sûriyê, Tirkiye bi piştîvaniya NATO û Israîlê axa Sûriyê dagîr kiriye, lewra dibînin ku vî welatî serwerî û yekîtiya axa  Sûriyê binpê kiriye, û dibêjin jî Tirkiye dixwaze Sûriyê dabeş bike.

Tevgera Fetih Intifade Necîb Mehfûd got, “Di salvegera dagîrkirina Lîwaa Eskenderon de ku di sala 1939an bi razîbûna civaka navdewlketî çêbibû. Em hatine tekez bikin ku Lîwaa Eskenderon tevî ji aliyê Tirkiye ve hatiye dagîrkirin, lê her û her dimîne axa Sûriyê. Tirkiye her dixwaze beşekî din ji axa Sûriyê dagîr bike.”

Sala 1938an Fransaya kolonyal ku Sûriyê di bin desthilata wê de bû, Lîwaa Esknderon ku parêzgeheke Sûrî bû bi rêya dayîna desthilata otonomî ji Sûriyê cuda kir, di sala 1939an de ji Eskenderonê vekişiya yekser hêzên Tirkiye ew dagir kirin û bi rêya referandûmekê tevlî axa welatê xwe kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin