Helbestvan Yilmaz Odabaşi hat girtin

Helbestvan Yilmaz Odabaşi hat girtin

.

A+A-

Helbestvan Yilmaz Odabaşi ji ber parvekirinên medya civakî hat girtin. Odabaşi got: “Min dibin Girtîgeha Kandirayê.” 

Helbestvan Yilmaz Odabaşi li ser hesabê xwe Twîtterê ragihand ku ew hatiye girtin. Odabaşi di hesabê xwe yê Twîtterê de vê twîtê parve kir: “Di vê kêliya min karûbarên notere dikir, polîs hatin û min binçav kirin. Min radestî polîsan kirin.” 

Odabaşi piştî demekê vê du twîtên din belav kir û got: “Niha min dibin edliyê. Niha jî min dibin Girtîgeha Kandirayê.” 

Hat zanîn ku Odabaşi bi îdiaya li ser medya civakî parvekirinan kiriye hatiye girtin. 

 Yilmaz Odabaşi kî ye?

Helbestvan Yilmaz Odabaşi di sala 1962'yan de li Amedê hatiye dinê. Wî karê gelek salan karê rojnamegerî kiriye lê ew zêdetir bihelbestvaniya xwe  tê nasîn. Yekem pirtûka wî di sala 1984'an de hatiye weşandin.

Ji Ahmet Kaya, Onur Akin, Edip Akbayram, Grup Yorum, İlkay Akkaya, Ferhat Tunç bigire heta  Sevcan Orhan, Suavi, Hayko Cepkin gelek hunermendî helbestên wî kirine stran û xwendin.

Odabaşi ku bi tirkî dinivîsand, helbestên wî ji bo farisî, îngilîzî, fransizî, kurdî jî hatine wergerandin.

Heta niha dor 15 pirtûkên helbestan, ligel van pirtûkên wî yên roman, çîrok, ceribandin û bîranînan derketine.

Helbestvan Odabaşi heta niha gelek xelat jî girtibûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin