Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Helbesta Newroz di 117 Saliya Rojbûna Apo Osman Sebrî de

A+A-

 

 

  Ev helbesta xwarê bi navê Newroz, ku di pesnê cejna Newrozê de ye Apo Osmn Sebrî, di roja 21-3-1957an de li Şamê nivîsandiye. Ev helbest di pirtûka wî ya bi navê (Derdê Me) de hatiye weşandin. Herwiha ev yekemîn helbeste ku di nav kurdên Rojava û Bakur de, li dor cejna Newrozê hatiye nivîsandin, ez nabêjim ku di pey re kesî din helbest li dor Newrozê nenivîsandine, belê hene û pirr in.. Jixwe piştî vê helbestê bi dor Sê heyvan (14/6/1957), Al-Partî di nav kurdên Sûriyê de hat damezirandin û biryar hat standin ku her sal di roja 21ê Adarê de Newroz wek cejn netewî kurdî, bi şahî û dîlan bê pêşwazî kirin.. Ta berî hingê hayê kesî ne ji kurdên Rojava û ne kurdê Bakur ji cejna Newrozê nebû.. Ji ber vê yekê dibêjim; ev helbesta yekemîn e ku di pesnê Newrozê de hatiye gotin. Bi helkeftina ku di roja (05/01/2022)an de, 117 sal di ser rojbûna Apo Osman Sebrî re derbas dibe, wî bibîr tînim û vê helbesta wî bo we dikim diyarî. Erê, werin em wî bibîr bînin! Bîranîna wî, ji min û te tê xwestin..

Apo Osman di pêşiya vê helbesta xwe de wiha dibêje:

"Newroz: Îsal hin hevalên hêja xwestibûn ku wek birayên xwe kurdên Îraq û Îranê, li ser rêzana bav û kalan biderkevin çolê û cejna xwe bi kêf û şahî, dîlan û govend bikin. Heye ku ev cara pêşîne, hin kurd ji Sûriyê cejn Newrozê vedijînin. Roja cejnê em birrek heval di geliyê Bedera de li qehweke havîngeh civîn û me cejna xwe bi xweşî kir. Ji ber ku nîrê em tê de, ne ew çend çak bû, hevalan roja cejnê minasib ne dîtin ku gotar û xweşxan bêne xwendin. Me tenê cejna xwe bi lîz û govend, peyv û sitiran derbas kir. Ev xweşxana han ji bo ku di cejnê de bixwînim, min nivîsî bû, heke di cejnê de me nexwend, em dikarin di vê kitêboka han de pêşkêşî xwendevanên xwe bikin"

Osman Sebrî, Şam 21-3-1957

Newroz çiqas delalî, vedikujînî derdan

Her dem û gav dibalî, tuyî cejna me kurdan

Her sal di vê çaxê de, bîst û yekê Adarê

Bi kêf û lîz û govend, me digihînî biharê

Gul û kulîlk û çîçek, dibişkivin di baxan

Çem û cobar tijî tên, heya perav û şaxan

Berf li çiya dihele, bes dimînin belekî

Wekî çînên reşbelek, dil geş dikin helekî

Rûyê erdê ji rûkî, giya dertê kes û şîn

Nêrgiz, gupik û çîçek, ji her alî didin bîn

Di van rojên şêrîn de, welatê kurd ser û bin

Çi keç û xort û mendal, kal û pûr û bûk û jin

Dikin cejna sê rojan, bi xweşû û ken û hang

……..    …….     …….

Tev kêf û saz û sowet, reqs û dîlan û xweşî

Divya tiştekî bêjim, çend gotinan di Newroz

Zanîna min hinda bû, gelo cejna we pîroz.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar