”Helbest bedewiya hest û gotinê ye”

”Helbest bedewiya hest û gotinê ye”

Hevpeyvîna Roza Kurd bi helbestvan û nivîskarê kurd Arşevê Oskan re

A+A-

Helbestvan û nivîskarê kurd Arşevê Oskan di 25-11-2012an de, di temene xwe yê 45 salî de, bi nexweşiya penceşêrê çû ser dilovaniya xwe. Arşevê Oskan di jiyana xwe ya kin de gihîşt şeş pirtûkan binivsîne.

Ji bo bîranîna wî û keda wî ya di çanda kurdî de bîbîrbinim hevpeyvîna ku min sala 2008an de bi wî re kiribû ji we xwendevanan re pêşkeş dikim.

Arşevê Oskan digot; “Ziman sitûna netewekî ye, ziman barê giran li ser milan e”.

Arşev ew “barê giran” dabû ser milê xwe û bê rawestan, nivîs, pirtûk û helbest bi zimanê kurdî dinivîsand. Di helbesta Arşevê Oskan de civak, çand, evîn, jan û jiyan heye. Helbestên wî neynika jiyan û civakê ye û ji çanda kurdî re xizmeteke mezin dike.

Çend rêzik ji helbestên wî...

”Min nedizanî,

em birçiyên xewnên evînî ne,

zarokên sersalên mijgirtî ne,

xwazgîniyên destên tirsonek in

û rêwiyên rêçeke nîvco ne.”

 

“Stêra ezmanê minî                                                     

Tu hêza derya bê binî                                                   

Bi keseran min gul av da                                              

Bi destê xelkê hat çinî”                                                 

 

“Rondikên xilmaşiyê

Ji çavên te diherikin

Pê, wêneyên bêrîkirinê

Ji gola xewnan dişon”

 

“Hevdîtin xweş e

Çaxên ku heyv bikene

Asîman bigrî

Awir biaxive”

 

 

 

 
 

Hevpeyvîn Roza Kurd:

                       

Ez di helbestê de kurahiya giyan û hestan, kûrahiya wêjeyê dipelînim

Roza Kurd: Wek em dibînin gelek nivîskar bi helbestan dest bi nivîsê dikin. Gelo te jî bi helbestê destpê kir? Çima?

 

 Arşevê Oskan: Dema mirov vegere rûpela dîroka wêjeya kurdî, mirov dibîne ku rola helbestê di afirandina nivîskî de pir mezin e. Wekî ku ji me diyar e, ev rol nasname û pênasîna wêjeya kurdî dide nasîn. Ku yek bixwaze çêla dîroka wêjeya kurdî bike, divê behsa Melayê Cizîrî, Ahmedê Xanî, Elî Herîrî, Feqeyê Teyran... hwd bike. Van kesana êdî di wêjeya kurdî de wek nasnameyê diyar dibin û bûne neynika hestyariya kurdan. Wek dokument ku em dikarin ji xelkê re bêjin; Ji sedên salan wêjeya me jî heye. Wan nûneriya wêjeya kurdî dikirin. Ji ber vê yekê rola helbestê nuha pir xurt e. Di vê serdema dawî de em dibînin ku piraniya nivîskarên me, helbestvan bûn, wek Cegerxwîn, Tîrêj, Hêmin, Hejar... hwd. Vana tevda wêjeya kurdî himbêz kirin û bi helbestên xwe zimanê kurdî xemilandin.  Di sedsala bîstan de, wek ku li seranserî cîhanê edebiyat tê guhertin, li ba kurdan jî ev yek hate guhertin. Helbesta nûjen, roman, çîrok destpê kir. Hêdî hêdî berfireh bû.  Gelek kesan bi helbestê destpê kirin, lê nifşên ku îro derdikevin, ew şert û merc li ser wan tune ne. Dikarin ji destpêkê de şanoyê, helbestê, senaryoyê binivîsin. Li ber destê wan jêder hene û ew dikarin bi serbestî xwe bispêrin wan.

R. Kurd: Gelek cûreyên nivîsandinê hene. Wek analizên siyasî, helbest, serpêhatî... hwd. Tu kîjanê ji wan bi nirx dibînî?

A. Oskan: Min jî bi helbestê destpê kir û niha jî helbestê dinivîsim. Her çû helbest li ba min bedewtir, xweşiktir û bilintir bû. Berhemên min yên ku heta niha derketine tev helbest in. Piştî salên 98an, ketim warine din. Min xwest çîrokan jî binivîsim, niha hewil didim romanekê biqedînim. Min gelek gotarên wêjeyî, rexneyî û gelek serpêhatiyên kurdên Europayê nivîsandine. Di her hal de, ligel van şêweyan hemiyan jî dîsa dikare zimanê helbestê jî hebe, ji ber ku pêwindiyek zimanê helbestê bi avakirina hevokên romanê re jî heye. Roman şîrovekirineke hestyar e. Di gotara wêjeyî de jî helbest roleke mezin dilîze. Ji helbestê wêdetir, dikare bi şêweyên pexşanê jî bê nivîsandin. Ew şêwe nedûrî helbestê ne. Yên ku bikaribin helbestê binivîsin, di baweriya min de dikarin di nivîskariya xwe de baş serkeftî bin

R. Kurd: Wek ku em dibînin nivîsên te piralî ne, ji helbestan bigre heta gotar, analiz û nivîsên rexneyî. Tu xwe piranî nêzîkî kîjan şêweyê dibînî?

A. Oskan: Nivîsandin bi wateya xwe tiştekî efirandyar e, tiştekî bedew e, ji devkî bedewetir e, hertişt bi nivîsandinê dikare têkeve dîrokê. Dikare di destê me de bibe dokument. Dikare bibe saman, sermyanekî sûdemend. Ji nifşê paş me re bibe çavkanî. Dema ku serpêhatî bibe nivîsandin, helbet nirxê wê, qîmeta wê bilindtir dibe.  Lê ligel van şêweyan tevan jî, dîsa nivîsa ku herî bilind dibe, ya ku şaristaniyê diparêze, ya ku dîrokê dixe bedewtirîn dîmen, nivîsa wêjeyî ye. Bi nivîsa wêjeyî mirov serê xwe di nav gelan de bilind dike. Mirov dikare berhemên baş biafirîne wek helbest, çîrok, romanan binivsîne. Ew berhemên ku tên çapkirin dikarin berbi gelek zimanan ve werin wergerandin. Bi wan zimanên ku tên wergerandin û xwendin, dikarin civata kurd di wir de nas bikin, psikolojiya kesên kurd nas bikin, serpêhatiyên kurdan, êş û azariyên kurdan, şahî û şîniyên kurdan di wir de bibînin. Yanî dema ku mirov civaka xwe wek neynikekê ji xelkê re di rêya nivîsan de ragihîne û xelk wê civakê nas bikin, ancex di rêya wêjeyê de mirov civata xwe bi xelkê bide naskirin.  Herweha nivîsên siyasî jî tên nivîsandin. Nivîsên siyasî ji bo qonaxekê ye.  Ji bo ku ev civat li ser lingê xwe bisekine, dê ev civat rêya jiyanê ji xwe re hilbijêre. Bêguman, bê nivîsên siyasî jî nabe. Dikarin ji demekê heta demekê bi analîzên siyasî dîsa gel agahdar bikin. Gel jî divê xwe biparêze.  Lê ya ku bi nirx em dikarin bibêjin ya ku mirov nikare li ser  gumanan keve, di her hawî de, wê nivîsa wêjeyî be, ya ku cihê herî bilind di dîrokê de digre. 

”Rexne pîvanên avakirina civatê ye”

R. Kurd: Em di nivîsên te de gelek caran rexneyan dibînin. Gelo di nav kurdan de heya kîjan radeyê rexne tên qebûlkirin?

A. Oskan: Rexne pîvanên avakirinê ne, bi tevayî di nav her civakê de girîngiyek wê yî teybet heye. Bi teybetî jî civaka kurd girîngiya wê ji herkesî bêhtir pê heye. Bêguman rexneya avakirinê ne ya êrîşkirinê! Ji bo ku rexne li ba miletekî were qebûlkirin, di baweriya min de, divê ew milet li ser perwerde bûbe, ku rexne ji bo parastina berjewendiyê wî ne. Di vir de, miletê kurd neghiyaştiye wê asteya ku rexneyan li xwe qebûl bike. Ji tevgera siyasî bigre heta bi saziyên wêjeyî, rewşenbîrî û saziyên wan heta niha ku hatine avakirin li ser bingehên yekserî de ne. Dema tu rexneyê li mirovekî, saziyekê an jî partiyekê dike, ew vê rexneyê wek êrîş fam dikin. Di baweriya min de, rexne bi xwe zanistek e, herkes nikare rexneyên zanistî bike. Yên ku rexneyan dikin, divê berî hertiştî zanista rexneyê fam bikin, şêweyê ku pê rexne dikin. Divê ku di rexneya xwe de têgihîştî bin. Wê mijara ku dest davêjê û dixwaze rexne bike, divê rexnevan zanibe çi û çima rexne dike. Ji bo ku yên rexne dibin jî rexneyan qebûl bikin. Perwerde pêwist e. Mixabin perwerdeya ku civaka me heta niha standiye ew perwerdeya civakên serdestên me ne. Wek tirk, faris û ereban, ku ew heta niha jî nikarin rexneyan qebûl bikin û rexneyê wek êrîşeke pir dijwar dibînin. Loma jî heta civaka me fêrî rexneyê bibe dem jê re divê.

Pêdiviya civaka me bi rexneyê heye.  Nivîsên min yên rexneyî hene. Ez dixwazim wê rexneya ku ”ava” kar e  bikim. Kêmasiyên civaka xwe bidim naskirin, ne ku vê civakê hilweşînim an jî birîn bikim. Berovajî wê, ez dixwazim derdê vê civakê pê bidim naskirin. Lewra heta ku mirov kêmasiyên xwe nas neke, nikare gavan bi pêş ve bavêje. Ji bo vê yekê kesên ku rexneyan dikin, xwendevanên xwe û derûdora xwe tev de winda dikin, hezkiriyên wî namînin. Ji ber sedemên me li jor destnîşan kirin. Rexnevan bi gelek haweyan tên êşandin. Ew kesên ku van êşan hemiyan li xwe qebûl bikin û civaka xwe rexne bikin, di baweriya min de fedekariyeke mezin e. Divê em fam bikin ne ku ceza bikin.

”Nivîskarên bi kurdî dinivîsînin qurban in”

R. Kurd: Li herçar perçeyên Kurdistanê, em kurd derdê zimanê serdestan dikşînin. Çawa em dibînin gelek nivîskarên kurdan bi zimanên serdestan dinivîsînin, wek mînak Selîm Berekat, Yaşar Kemal, Ahmed Arif. Tu çima bi kurdî dinivîsîne û ne erebî?

A. Oskan: Di destpêkê de, her nivîskarekî kurd, dema ku bixwaze binivîsîne, di hundirê wî de volkanek heye ku dixwaze der bike. Ji bo derkirina wê jî, divê zimanek hebe. Lê ew zimanê ku pêdiviya mirov pê heye ji bo binivîsîne divê ew zimanê ku mere fêr bûye be. Yê ku mere pê xwendiye, yê akademîk, yê xwendinê. Lê mixabin qedera me kurdan jî ku em bi zimanên serdestan dixwînin û dibistanên kurdî (ji bilî başûr) heta niha jî tune ne. Di baweriya min de, ew nivîskarên kurd ku bi zimanên serdastan dinivîsînin, karên wan hêsan tên, lewra ew zimanê wan yê xwendinê ye û dikarin pir xweş û baş binivîsin. Lê dema tu li encamê dinerî, ku nabe sermiyanek, samanek ji bo kurdan. Ew kesana tenê ji bo kesayeta xwe dinivîsin û dikarin xwe di pirtûkxaneyên wan zimanan de bibînin. Lê ji aliyekî din ve, dema ku yek bi zimanê kurdî dinivîsîne, di baweriya min de, ew du karan bi hevûdu re dike. Ew zimanekî nîvmirî ku berê wî li windabûnê ye û bi sedan planên talankirinê jêre hatine danîn diparêzin. Loma jî yên bi kurdî dinivîsin hem zimanê kurdî ji windabûnê xelas dikin û hem jî pirtûkxaneya kurdî dewlemend dikin.  Helbet di pêşerojê de, wê dibistanên kurdan çê bibin û wê pirtûkxaneyên kurdan jî pir bibin. Xwendevanên kurdan ku li dibistanên kurdî bixwînin divê zanibin ku berhemên kurdan roman, helbest û çîrokên kurdan hene.  Em dikarin bibêjin ku zimanê kurdî ji bo edebiyatê têrî nivîsandinê dike. Herçiqes zimanê teknîka dema nû kêm be jî, lê dîsa pêdiviya me bi vî zimanî heye... 

R. Kurd: Sînorên li Kurdistanê ketine, ne tenê welat, zimanê me jî perçe kiriye. Gelek zaraveyên kurdî derketine pêş û bi tîpên cuda afirîne. Gelo wê kurd çawa bibin xwediyê zimanekî yekgirtî?

A. Oskan: Pirsgirêka sînoran, ji her gelan bêhtir bi gelê kurd ve hatiye girêdan. Pirsa herî xerab jî ji bo xweragihandina mirovan, pirsgirêka avakirina sînor û dîwaran e. Ne tenê sînor di cografiya kurdan de hatiye xêzkirin û kurd perçe kirine. Di aliyê fizîkî, çandî, hest û xweragihandinê, çand û perwerdeyê, di van aliyan tev de perçekirin bi gelê kurd re hatiye çêkirin. Vê perçekirinê pir zor û dijwarî daye kurdan û hiştiye ku bi her awayî perçe bibin. Dema ku navê sînoran tê gotin, şikenandina xweragihandinê, şikenandina bîr û boçûnên mirovan tê bîra mirov.  Dema ev pirs li ba kurdan werin sînorkirin, helbet dê bandorê li çanda kurdan, pêşketina kurdan û gelek tiştên kurdan bikin. Ez dibêjim ji bo zimanê kurdî, zaraveyên kurdî, bi vî awayî nikarin xwe bighînin hevûdu û bi van sînoran ji hev belawela dibin.

Pirsa rakirina sînoran ancex bi avakirina welatekî serbixwe be. Bi avakirina saziyên kurdî û perwerdê û dema ku sînor nemînin di wê astê de ev pirs dikare çareser bibe. Rakirina sînoran jî, ez bawer dikim ne tiştekî ku çare jê re tune ye.  Bi dîrokê re, bi xebatê re, bi tekoşînê re, dê ev tişt pêk were. Wek ku em niha jî li Kurdistana azad dibînin, îro sînorên di navbera du zaraveyan de radibin. Lê ew jî mixabin, ji aliyê zaraveyê soranî ve dorpêç dibe. Rakirina zaraveyekî ji holê ne çareyek e. Ne tenê li Kurdistana azad zaraveyê kurdî hene, li herçar perçeyê Kurdistanê zaraveyên kurdî hene û divê ev pirs di paşguhan re neyê avêtin û bi çavekî kurdewarî, berpirsiyarî lê bête nerîn.

R. Kurd: Wekî em dibînin, di pirtûkên te de, helbestên te wek neynika civatê ne. Gelo çi pêwendiya nivîskarekî xwedî berhem bi rojên zaroktiya wî hene? Zaroktiya wî çi rolê /bandorê li berhemên wî dike?

A. Oskan: Rast e, ku dibêjin; zaroktî neynika jiyana mirovên mezin e. Mirovên zarok dema ku dijîn mezin dibin, çi rojên xweş û reş ku dîtibin ew roj bandorek erênî an jî neyênî li jiyana wî ya meznatiyê dike. Çawa ew bi çûkaniya xwe jiyabe ewqesî jî di meznatiya xwe de dikare di kar û barê xwe yî meznatiyê de jî bikar bîne. Çiqas zaroktiyek şikestî, bê maf, bê par, jiyabe, wisa jî jiyana wî ya meznatiyê tê xêzkirin. Bandora wê şikenandina zaroktiyê û jiyana wê di meznatiya wî de diyar dibe. Di Cîhanê tevî de, bi zanista nû ku pir guh didin jiyana zarok da ku çawa zaroktiya xwe bijîn dinêrin. Helbet ji bo ku zarok baş bijîn, rast bijîn, dikarin mezinên baş bin. Ji ber ku dahatûya civak û welatan li ser wan zarokan tên avakirin. 

R. Kurd: Te bi salan kovarek bi navê ”Zevî” bi kurdî derdixist. Kovara Zevî kengî û çima derket? Zahmetiyên wê çi bûn?

A. Oskan: Li ser govara Zevî, par ji bo 10ê sibatê roja biryardana weşandina kovara zevî min li ser xelakan nivîseke dirêj weşand bû. Dîsa jî dikarim bi kurtî Zevî bi we bidim naskirin.

Zevî kovarek serbixwe û ne di bin baskê ti rêxistinên siyasî de bû.  Di destpêkê de, biryar ya min û Xemgînê Remo bû. Pişt re em hêdî hêdî ketin nav hejmarên kovarê. Hejmara yekê di adara 2001ê de derket û hejmara dehan ku ya dawî bû, di sersala 2003/2004an de derket. Me her sê mehan carekê Zevî li ser kaxezan derdixist. Mixabin piştî derketina min ya derve me nema dikaribû berdewam bikirana û ez li wir sekinîm. Dîsa jî ku derfet çê bibe em ê berdewam bikin. Zevî li rojavayê Kurdistanê rolek baş dilîst. Di nav hemû kesayetên nivîskar de rolek aktiv dilîst ji ber ku kovara me xwe nedispart rêxistinên siyasî. Loma jî kesekî xwe jê venedigirt. Em nikarin hertiştî wek ku em bixwazin binêrin û bibêjin jî, helbet li beramberî tiştên baş kêmasî jî hebûn. Gelek kesên ku di komîtê de cih digirtin, çi bi sedem çi bêsedem derdiketin û dihatin, lê kesên ku heta hijmarên dawiyê de man Mihemedê Seyid Husên û Mîdasê Azîzî bûn. Partiyên me tiştên ku ne yên wan bin guh nadinê û alîkariyê pê re nakin. Loma jî me xwebixwe, berhem kom dikirin, hem jî çap dikirin û hem belav dikirin. Me gelek zahmetî didîtin. 

Di aliyê aborî de jî, ji xwe zahmetî her zahf bûn. Heger ku em li zahmetiyan bipirsin em ti xebatê nakin, loma jî li vir herçiqes zahmetî hebin jî, di qonaxa ku em tê de dijîn di çarçoveya rojnamegeriyê de, mirov bikaribe peyva kurdî, hestên kurdî û serpêhatiyên kurdan biparêze baş dibe. Ew qonax dikeve rûpelek ji rûpelên dîrokê û di baweriya min de ku em wê rûpelê nenivîsin em gunehkar in. Ez bi teybetî ji bo rewşenbîr û nivîskaran dibêjim. Divê ew qonaxa ku em tê de dijîn bikaribin wan êşan, wan guhertinên ku di wê qonaxê de çêdibin wek dokument di kovaran de werin parastin, ev tişt gelekî pêwist e. 

Dema ku behsa rojnamegeriya kurdî dibe, yekser bala me diçe ser yekem rojnameya kurdî KURDISTAN ya ku mîr Miqdad Midhet Bedirxan ew derdixist.  Dema behsa kovara HEWAR dibe bala me diçe ser Celadet û Kamuran Bedirxan ku ligel gelek zahmetiyan di salên sîhî de ew kovar derxistin. Kovarên wê demê, îro ji me re bûne dokumentek dîrokî ku em dikarin xwe ji cîhanê re pê bidin naskirin.

”Helbest ku evîn tê de nebe wek buhara bê keskesor e, bê reng dimîne”.

R. Kurd: Tu li helbestê digerî an ew li te? Helbesta evînê çi cihî li cem te digre?

A. Oskan: Helbest ticarî hest bi gotinan naxapîne. Divê helbesta ku bê gotin bi dilsozî hest binirxîne, bi dilsozî hest bihûne. Loma jî dema ku ez li helbestê bigerim, dê ew helbest ne dilsoz be, ne helbesteke rasteqînî ye. Mirov dikare gotinan jî li hevûdu bîne û bike helbest. Lê helbest, ya ku ew li mirovan digere ne ya ku mirov lê digere. Gelek caran ev pirs ji min hatiye kirin. Min gotiye; dema ku helbest tê û li deriyê min dixe, ez nikarim derî jê re venekim. Ku derî jê re venekim ta sibehê xewa min nayê. Loma jî ez dibêjim dema helbest li deriyê min dide ez bêçar dimînim ku derî jê re vekim û wek mêvaneke xoşewist pêşwaziya wê dikim.  Bi pêşewazîkirina helbestê re, ez hestê xwe, giyana xwe didim der. Ew hestên ku ez davêjim ser rûpelê, bêguman gelek caran ne hest û êşên min tenê ne. Gelek mirov hene ku beşdariyê bi min re di wan gotinan de dikin. Wek ku ew êş yên wan bin jî. Ev sedema ku helbestên xweş bandorê li xwendevan dikin û xwendevan êdî li wan helbestan digerin.

Di baweriya min de, karekî helbestê yî din jî heye ku, helbest bedewiya hest û gotinê ye.

Ew zimanê ku helbest tê de xurt be, zimanê wêjeyê jî tê de xurt e. Ji ber ku zimanê helbestê ne zimanê rojane ye zimanekî teybet e. Gelek caran zimanê helbestê giramerê derbas dike û ziman firehtir dike. Ji ber vê yekê ez dibêjim; helbest divê bibe mêvanê mirovan heta mirov bi dilsozî hestên xwe daxîne ser rûpelê û bihêle ku xwendevanên wê lê bigerin. Ew jî xweşiyekê jê distînin. Li ser helbesta evînê, tim dibêjim helbesta ku evîn tê de nebe wek buhara bê keskesor be, bê reng dimîne. Evîn sitûna helbestvaniyê ya bingehîn e. 

R. Kurd: Tu kengî, kîjan demê helbestan dinivîsînî?

A. Oskan: Ez wê dema ku helbestê dinivîsînim nikarim binav bikim ji ber ku ew dem bê soz tê, yanî em bêjin ku ez ê êvarî helbestê binivsim û rahêjim pênûsa xwe, kaxeza xwe deynim ber xwe û bixwazim îşev derengî şevê helbestekê binivsim, lê ez ê bikim û nekim nikaribim wê helbestê binivsim. Heger ku min nivîsand jî, wê helbestek lawaz be, bêkêr be.  Helbest bê çax û dem tê. Ez bi xwe jî nizanim kengî tê. Carna derengê şevê, carna di rêwîtiyekê de, carna jî serê sibê, yanî demek wê yî hilbijartî ji bo min tune ye.  Bêhtir dema ku helbest bê dem tê, wê demê hestên mirov tevradibe, wekî kela girî ku têr bigrî, heta ku giriyê te neyê tu nikare. Tu bi heneka bigrî jî, bawerke ku giriyê te rast dernakeve û dê melodiya girî têde lawaz be. Lê ku bi rastî giriyê te hat û êşek te, derdekî te hebe, tu bigrî wê demê bawer im bêhtir kela hest têde xuya dibe. Gelek caran jî, yek wan hestên xwe dinivîse, û dûre gotina tê de bi cih dike. Yanî belkî dema ku mirov hestên xwe li ser rûpelê dinivîse, gotinên ferhengî neyên bîra mirovan, dema ku kela mirov ya helbestê radibe, yan jî taya helbestê tê mirov. Lê piştî wê mirov dikare wan gotinên ferhengî bêyî ku helbestê ji asta helbestvaniyê daxîne, wan gotina tê de bi cih bike. Ew jî rolek xwe ji bo gotinên xweş û bedew di xurtkirina helbestê de dilîze.

R. Kurd: Berhemên te yên dawî çi ne? Ger hebin çima çap nakî?

A. Oskan: Pirsa çapkirina berheman li ba me kurdan, pirseke girêdayî rewşa me ya siyasî ye. Rewşa welatê me, kesayetên me, rewşa tevgera me... Lê mixabin heta niha jî bi piranî kesên ku serbixwe bin, ne endamên tu partiyan bin, heger ne di wê dabaşê de bin jî, yan jî cihekî xwe yî teyebet di rêyekê dîplomasî de bi kesan ve girênedin, berhemên wan weha dimînin û çap nabin. Gelek ji nivîskarên me yên ku bi erebî, tirkî, farisî dinivîsînin, bala xwe bidinê ji aliyên firmeyên çapxaneyan ve tê çapkirin û bi hezaran jî belav dibin, tên firotin. Lê mixabin ji ber ku rewşa kurdan û xwendevanên kurd kêm in. Pirtûkên bi kurdî jî tên çapkirin, yan nayên firotin yan jî xwediyê wan bi ser de ziyaneke mezin ji aliyê aborî de dibînin. Niha em dibînin ku gelek çapxane dema mirov behsa pirtûkên kurdî ji wan re dikin, dilê wan tune ye ku pirtûkên kurdî çap bikin, bi behaneya ku ziyanê dibînin. Yê min heta niha sê berhemên min çap bûne, her sê jî helbest in, (ji bilî kovara Zevî). Ya yekemîn navê wê ”Hêviyên Birîndar” di 95a de, ya diduyan ”Kê Gul Çinî?” di 99a de û ” Berbang Qedexe Ye”di sala 2001ê de çap bûn. Nuha jî pirtûkek çîrokan û romanek di nav destê min hene. Du pirtûkên helbestan çêbûne, gelek nivîsên min yên din jî hene, wek nimûme; ez serpêhatiyên kurdan yên li Elmanya dinivîsim. Ew jî bûye barê pirtûkekê. Lê ez niha di çapkirina wan de nafikirim ji ber ku ez derfetê li ba kesî nabînim û bawer dikim ku ez ê ji gelek cîhan jî re bêjim wê çap nekin û ez ê pê biêşim. Loma jî ez niha wan wek arşîv hiltînim.

Heta rojekê ku roj li wan hilê, dê ronahiyê bibînin. Çapxane ku çap bikin jî, gelek peran dixwazin û wekî din jî, nivîskar bi xwe ti peran ji pirtûkên xwe qezenc nakin. Ew jî cihê daxê ye. Yek bi salan binivîsîne û nikaribe çar qirûşan ji berhemên xwe qezenc bike gelekî nexweş e.

Berhemên min hîna xwendevanên xwe nedîtine

R. Kurd: Berhemên ku tu çap dikî, xwendevanên xwe dibînin?

A. Oskan: Bi rastî tiştekî balkêş e ku dema nivîs an berhema yekî derdikeve, em dikarin bi gelemperî bibêjin tenê nivîskar ji hevûdu re dixwînin. Xwendevanên me gelekî kêm in. Ez gelek nivîsan li ser malperên internetê dibînim, sed an jî dused kes naxwînin. Gelo ev nexwendin ji çi tê? Mane bi milyonan kurd hene? Ka ew li ku ne? Ji ber vê yekê jî, dema ku ez dibêjim xwendevanên xwe nabîne, mafê min heye.  Ji ber ku bi rastî jî, xwendevan pêwîst in. Xwendevan xwendevan e û nivîskar nivîskar e! Nivîskar divê ku binivîse û xwendevan jî bixwîne. Xwendevan ji rêzê ye. Lê mixabin niha xwendevan û nivîskar yek in. Yanî tenê nivîskar xwendevan in. Ev bi xwe jî pirsgirêkek e. Ez dikarim bi hêsanî bibêjim berhemên min hîna xwendevanên xwe nedîtine. Ne tenê yên min yên gelek nivîskaran jî her weha ne. Bi giştî mirov dikare bêje ku nivîskarên kurdî xwendevanên xwe winda kirine. Ku em li sedeman bigerin, bêguman wê pir sedem hebin. Divê em têkevin warekî din da ku bikaribin vê pirsê lêkolîn bikin. Di pirsa hevpeyvînekê de mirov nikare bibêje va me hertişt got û çareserî jê re dît.

R. Kurd: Tu nivîsên xwe yên quncika xwe di ”avestakurd” de jî, piraniya caran bi şîweyê helbestê dinivîsîne, Çima?

A. Oskan: Belê, di nivîsên min de hest xurt e. Bawer im ji ber ku ji destpêka nivîskariya xwe de ji salên heyştê de helbestê dinivîsim û heta roja îro jî berdewam im. Ew ji nivîskariya min re bû bingeha ku hertiştî li ser wê ava bikim. Çîrok, gotar, nivîsên ku ez dinivîsim gelek heval jî dibêjin ku aliyê hûnandina hevokan wisa hestedar in û berbi helbestê ve diçin. Aliyê hest di nivîsên min de diyar in. Ez bê himdî xwe berbi helbestvaniyê ve diherikim û helbestan dixînim. Dixwazim helbestên zimanên din jî bixwînim û tiştên ku li ser helbestê hatiye nivîsandin. Ez di helbestê de kurahiya giyan û hestan, kûrahiya wêjeyê dipelînim. 

 Li ser şêweyê nivîsandinê gelek kes cuda difikirin. Hinek dibêjin; çîrok ya herî baş e. Hinek dibêjin helbest, an jî gotarên rexneyî, roman. Yanî bê hertiştî jî nabe û hertişt jî dibistanên wan li ba gelên cîhanê tevdî peyêda dibin. Kurd jî perçak ji vê dunyayê, ji vê jiyanê, ji van gelan in. Helbet wê kurd jî têkevin bin bandora helbestê. Ez dibînim ku roman bi xwe helbestek dirêj e. Hestevanî di romanê de jî peyda dibe. Heger aliyê hest di romanê de peyda nebe nikare bandorê li xwendevan bike û xwendevan bi xwe ve girêde. Divê xwendevan ji wî hestî, ji wê bilindahiya xwendina wêjeyî hez bike,

R. Kurd: Helbestên te yên destpêkê bi teybetî pirtûka te ”Kê gul çinî” wek ku di bin bandora Cegerxwîn debin?

A. Oskan: Rast e, di helbestên min yê pêşî de bandora Cegerxwîn gelekî li ser min hebû. Wek ku min di gelek hevpeyvînan de jî gotiye; Merasima cenazeya Cegerxwîn di sala 1984an de, ji min re bû ilhama helbestê. Ji wir pê ve min guh da helbestê. Min gelek helbestên klasikên kurdî xwendine, yên Melayê Cizîrî, Ahmedê Xanî, Cegerxwîn... Wan gelekî bandora xwe li ser min kirin. Loma jî di destpêkê de min bi şêweyê klasîk, kêşesaz, pêlewaz (qafiye) dinivîsand. Loma jî dibe ku bêhna Cegerxwîn ji destpêka helbestên min tê. Lê her çû xwanê ye ku mirov guh xwe bide mirovê ji bin bandorê derkeve. Helbestên min yên niha ne di bin bandora Cegerxwîn an jî yên klasîk de ne. Ku mere bide ser şopa hinekan û her berdewam bike, di baweriya min de ne serkeftineke baş e. Loma jî, tenê pirtûkên min yên pêşîn ”Kê Gul Çinî? û Hêviyên Birîndar” bêhna klasîkbûnê ji wan tê. Pirtûka min ya sisyan (Berbang Qedexe Ye) ne li ser wê şopê ye. Di baweriya min de helbestvanê serkevftî ew e ku ew bikaribe xwe ji bin bandora kesan derxîne û helbestek serbixwe ku tenê bêhna wî jê were, tenê teyebetmendiya wî ya hestevanî tê de peyda bibe, wê demê mere dikare bibêje ku wî helbestek li wêjeya kurd û helbestvanên kurd zêde kir. Ku ne wisa be, ku teybetmendiya helbestvan di helbesta wî de tune be, ne bawer im ku merê bikaribe navekî li wêjeya kurdî zêde bike.

Nisan 2008  Roza kurd 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin