Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 20 Mîlyonan Dibe

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 20 Mîlyonan Dibe

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 19 mîlyon derbaz kir.

A+A-

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 19,101,222 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatîye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan 4,8 mîlyon e.

Li dû Amerîka, bi 2,9 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 2 mîlyon pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê 715,000 kes jîyana xwe ji dest dane û Amerîka bi 160,104 mirinan di rêza pêşî de ye.

Piştî Amerîka, bi 98,493 mirinên ji vîrusa korona Brezîlya û li dû wê jî bi 50,517 mirinan Meksîko heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2020’an de li Wuhan ya Hubei ya Çine derketibu ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 88,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,680 kes bi wê mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin