Hejmara nû ya taybet a Psychology Kurdî derket!

Hejmara nû ya taybet a Psychology Kurdî derket!

Kovara Derûnnasîyê Psychology Kurdî li ser vîrûsa koronayê hejmareke taybet amade kir û vê hejmarê di qada medyaya civakî de belav kir

A+A-

Kovara Derûnnasîyê Psychology Kurdî li ser vîrûsa koronayê hejmareke taybet amade kir û vê hejmarê di qada medyaya civakî de belav kir. Edîtorên kovarê hejmara ku amade kir li ser hesabên xwe yên medyaya civakî belav kir da ku gelek kes jê sûd werbigirin. Weke ku tê zanîn ev kovar ji 4 mehan carekê diweşe û her hejmar berê xwe dide mijarekê. Di vê hejmara taybet de jî gelek nivîsên balkêş li ser vîrûsa koronayê cih digirin. Ji bilî nivîsên li ser koronayê cih dane wergera pirtûkekê jî. Ev pirtûka ku hatîye wergerandin jî di kovarê de ye. Ev pirtûk bo tendirustîya derûnî weke rêberekê ye û ji alîyê “Komeleya Tendirustîyê” (The Wellness Society) ve hatîye amadekirin û navê vê pirtûkê jî “Bo Vîrûsa Koronayê Pirtûka Xebatê ya Anksîyeteyê” ye (Coronavirus Anxiety Workbook).

Bi gelemperî di vê hejmara taybet de; Prof. Dr. Dr. Jan Îlhan KIZILHAN bi nivîsa xwe ya “Tendirustîya Derûnî û Pandemîya Covîd-19ê” derbarê şewbê me agahdar dike û li tendirustîya derûnî dikole.

Dr. Necat KESKÎN bi nivîsa xwe ya “Muzîk û Korona an jî di Rojên Koronayê de Muzîk” reng û dengê muzîkê digihîne me.

Bi nivîsên xwe; Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR “Psî-Korona Şewba Xedar û Derûnîya Mirov”, Derûnnas Sîyabend ASLAN “Vîrûsa Koronayê û Derûnîya Mirovan” û Derûnnas Leyla NISÊBÎNÎ “Şewba Koronayê û Bertekên li Hember Wê” bêpergalîyên derûnî û rewşa mirovan radixînin ber çavan.

Derûnnas Yusuf SİYAHTAŞ bi nivîsa xwe ya bi navê “Di Çarçoveya Derûnnasîya Peresanî de Nirxandina Covîd-19ê” bi nêrîneke peresanî Covîd- 19ê dinirxîne.

Şêwirmendê Derûnî Erdal GÜL bi nivîsa xwe ya kirmanckî “Kovîd-19e û Hîs Dayena ma” bandora Covîd-19ê li ser mirovan berçav dike.

Derûnnasê Klînîkî Newroz Xebat YILDIRIM bi nivîsa xwe ya “Covîd-19 û Sendroma Piştî Dermankirina Giran; SPDG” balê dikişîne ser sendroma piştî dermankirina giran.

Nivîseke din ku li bandora koronayê ya li ser zarokan dikole “Parastina Zarokan Ji Vîrûsa Koronayê” ye û ji alîyê  M.Salih BEDIRXAN ve hatîye latînîzekirin

Nivîsa “Di Rojên Koronayê de Jûra Wêjekaran”, weke lêpirsînekê ye ku hevkarê kovarê Kenan ÖRMEK tevgera wêjekarên me bi çend pirsan radixîne ber çavan.

Edîtoryayê anî zimên ku “Bi başbûna rewşê re ew dê di demeke kurt de bi hejmara 11an li pêşberî me bin.”

Hûn dikarın hejmara taybet ya Psychology Kurdî ji vê lînkê bixwînîn: ekran-goruntusu-3727.png

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin