HDPê serdana Kiliçdaroglu paşxist

HDPê serdana Kiliçdaroglu paşxist

.

A+A-

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku wan serdana berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu ya bo partiya wan, paşxistiye ku biryar bû vê Şemiyê bê kirin.

Biryar bû Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) û berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu roja Şemiyê 18ê Adara 2023an ji bo wergirtina piştevaniyê di hilbijartên 14ê Gulanê de serdana HDPê bike, lê HDPê 2 roj berî serdanê îro Pêncşemê 16ê Adara 2023an bi daxuyaniyekê ragihand ku serdana Kiliçdaroglu ya bo partiya wan hatiye paşxistin.

Ofîsa Ragihandinê ya HDPê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Serdana berbijêrê Serokkomariyê birêz Kemal Kiliçdaroglu ji ber neguncavbûna bernameya wan bo demeke pêşiya me hatiye paşxistin.”

Serokê CHPê 9ê Adara 2023an ragihandibû ku ew dê serdana HDPê bike. Piştî ragihandina  Kiliçdaroglu bo berbijêriya Serokkomariyê berpirsên HDPê pîrozbahî li Kiliçdarglu kiribûn. Beşek ji berpirsên HDPê bi erênî li Serokkomariya Serokê CHPê dinêrin.

Ev di demekê de ye her roja Pêncşemê serokên partiyên Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ku HDPê serkêşiya wê dike , civînek pêkanîn û bi danezaneke hevbeş ragihandin ku ew dê di hilbijartinên parlamenteriyê de di bin nave Hevpeymaniya Ked û Azadiyê de beşdar bibin.

Derbarê berbijêrê hevbeş yê Serokkomariyê de jî di danezana hevbeş de tê gotin:  “Me pişti erdhejê biryar dabû ku proseya destnîşankirina berbijêrê Serokkomariyê careke din binirxînin. Em dê helwêsta xwe ya hevbeş ku di encama nîqaşên îro de derketiyê holê, di demek herî kurt de bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi raya giştî re parve bikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin