Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

HDP û Govenda Hirçan!

A+A-

Li Bakurê Kurdistan, serê werîsê  Têkoşîna Rizgarîya Kurdistan, ketiye destê dagirkeran û gav bi gav ji bona xurtkirina sîstema kolonyalîst û pêşîlêgirtina avakirina dewleta netewî a Kurd û Kurdistan, ev enerjî ya kurdan tê bikaranîn. A xeter ewe ku ev cewhera vê enerjiya netewî, ji rêk û edeba netew, niştimanî derketiye û bi destê tevgerek ku "dijî netewebûnê" û "dijî dewletbûnê", ji bona xurtkirina sîstema kolonyalîst tê bikaranîn. Wateya "Xweseriya Demokratîk" di virde xwedî rolek mezin bû li henber Tekoşîna Rizgarîya Netewa Kurd.

Piştî hilbijartinên meclîsa tirkan; roj bi roj ew şerê biqirêj geştir û dijwartir bû. „Şerrê hendeka" bû sebebê qetilkirina 10 hezar keç û xortên kurdan û 13 bajar hatin hilweşandin. Yek milîyon Kurd li welatê xwe bûn aware, bê mal û bê debar man. Li ser metodên vî şerî bi balkêş, ne PKK û ne qelemşorên derdorê PKK û ne jî tevgera wê a legal helwestek berpirsîyarî dananî. Car caran wek „xwerexne- uzur xwestin" tiştin derketin, lê dîsa gel dihat şermezar kirin ku „çima hîn xuntir piştgirî nade. Ji şer direve û ênîya berxwedanê terk dike!"(!)

Hilweşandina 13 bajarên Bakurê Kurdistan ku, bibingeh kurdperwer û xwedî dînamîkên têkoşîna netewî bûn, beşek ji vê projê bû. Ka îro di nav PKK de, di nav HDP de û li derdorên wan çend kes wan kirinên ku hatin serê wan bajaran şîrove dikin?

Yek bi yek bi şîweyekî erzanî hatin jibîrkirin. Ji hafiza girsa xwe, ji hafiza malbatên şehîdên xwe derxistin. Wek ku berî bi demekê li van bajarên Bakurê Kurdistan tiştek nebûye, îro bi 1000 parêzgeran re dikevin doza Figen Yuksekdag.

Lê kesek napirse; ka hun bi 1000 parêzgeran li dadgehê çi Figen Yuksekdag biparêzin?

Dema ku em li parastina Figen Yuksekdag dinêrin, ne peyva Kurd û Kurdistan, ne jî „doza xweserîya demokratik û şerên hendekan!" tê de nabînin. Ev ne tesadufî ye! Cîhgirtina van „çepên tirkan" li derdorê PKK û di nav rêveberîya tevgera sivîl a kurd de sebotekirina Têkoşîna Rizgarîya Netewî a Kurdistan bi xwe ye.

Li gor banga serkirdeyên PKK Mustefa Karasu û Duran Kalkan; HDP beşdarî banga Kemal Kılıçdaroglu û partîya wî CHP bû. HDP û CHP mild an hev bi rêyan ketin û li „edalet"ê digerin(!) Bi CHP re hêvî dikin ku ji vê „meşa gera edalet"ê a K. Kılıçdaroglu tiştekî xêrê derkeve! Bê ku CHF(Cumhurîyet Halk Fırkası)-CHP û avakirina Cumhurîyeta Tirkan, nîjadperestîya CHP û dîktatorîya CHP, yasa û qanûnên ku CHP li ser qirkirin, koçberî û „îslahkirina kurdan"(!), dagirkirina Kurdistan derxistine bibîr bînin!

Çima eyarên doza Kurd û Kurdistan li Bakurê Kurdistan ewqes erzan ket vê esta xerab û bêhêvî?

Bi pêşkêşîya PKK, bi bandora PKK û şaxên wê; li Bakurê Kurdistan, roj bi roj, ji kurdan re jiyan zahmettir û bi astengtir dibe. Hêviya dûdirêjîya tekoşîna netewî dişkîne. Hêvîya avakirina dewletek serbixwe dişkîne. Dînamîkên netewî ji hev perçe perçe dike. Dixe bin metirsîyê. Ji bona ku girseyek pir mezin ji bingeha welat biqete û koçberî metropolên kolonyalîst bibe; ev enerjiya ku bi dînamîkên netewebûna Kurdan derdikeve holê, wek "çeka hilweşandina nirxên netewî" têt bikar anîn. Bi destê wê hêza (PKK) ku li Bakurê Kurdistan enerjiya van dînamîkan di destê xwe de digire.

Piştî „hewldan a leşkerî"a tirkan, rewşa Tirkan hat guhertin. Pêvajokek din destpê kir. Destpêka vê pêvajokê jî Mitînga ku li Stenbol „Yenî Kapi" hat pêşkêş kirine. Di vê „mitînga Yenî Kapı" de nijadperestîya tirkan di bin wê ala bixînde, bi astek herî bilind Kurd tehdîdkirin!  

HDP jî daxwaz kir ku di nav wê girsa dest bixwîn de bi van erkanên nîjadperestên Tirk re  cîhê xwe bigire, lê wan HDP qebûl nekirin. Ne ku HDP ew qebûl nekirin(!)

Çima?

HDP pir xwest ku di nav "ji nûve avakirin û restorekirina dewleta tirk" de cîhê xwe bigire, lên wan got "cîhê we di nav me de tuneye, em nikarin hesab bidin şehîdên xwe"(!)

HDP Ji ber ku di „mitînga Yenîkapî" de nehat qebûl kirin dilşikestî ma! Lê peyva „em nikarin hesab bidin şehîdên xwe"neanî bîrê ku „şehîdên kurdan jî hene" û HDP dikare „hesab bide şehîdan" an na(!) HDP ti carî wek tirkan ku xwedî li mirîyên xwe derdikevin jî nebûn berpirsîyarên şehîdên kurdan! Ewan hertim bi şîweyek erzan ji bona siyaseta xwe ev xwîn û cesedên şehîdan bikar anîn.

Îro Dewleta Tirk a  dagirker li ser van xeterî û alozîyên mezin siyaseta xwe a dijraberî Kurd û Kurdistan dubare dike. Hin li rojhilata navîn û hin li ser bakurê Kurdistan bandora xwe zêde dike. Di „bazara li ser Kurdistan" de dixwaze kerta destê xwe xurt bike. Divê siyasetmedarên PKK ev rastî baş bikarîba binirxîne! Lê ew şensê wan tineye. Ji ber ku îro pir eşkere derdikeve holê û zalal dibe ku hevsarê PKK ne di destê kurdan deye.

Mixabin di demek wusa nazik de her gava ku hat avêtin, xizmet ji xurtkirina kerta tirkan re kir û cîh li kurdan teng kir. Niha jî bedela wê siyaseta bêwate tê dan...

Îro eger Dewleta Tirk a dagirker, bi hawayekî gelemperî ji mamoste û rojname-rojnamegeran, heta serokên şehredarîyan, heta wekîl-serokên partîyê dest bi girtinê kiribe. Divê em sebebên vê wêrektîya dewletê binirxînin ku em bigihêjin netîceyekê!

Lê ku em ji kirinên xwe û ji siyaseta xwe a çewt dersan negirin, wê bûyer her ji me re dubare, sêbare bibin...

05.07.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin