HDP dixwaze PAK, PSK, HAKPAR û TEVGER jî tevlî tifaqa wan bibin

HDP dixwaze PAK, PSK, HAKPAR û TEVGER jî tevlî tifaqa wan bibin

.

A+A-

Li Bakurê Kurdistanê hewldanên berfirehkirina tifaqa partiyên Kurdistanî beriya hilbijartinan careke din zindî bû. Kongreya Civaka Demokratîk KCD, DBP û HDP dixwazin hejmara partî û rêxistinên di tifaqa Kurdistanî de ji 9an derxin 12an.

Di 7ê Tebaxê de Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar li Amedê serdana hin partiyên kurdî kir. Di van serdanan de daxwaza berfirehkirina tifaqa partiyên Kurdistanî careke din hate rojevê. HDPyî dibêjin beriya hilbijartinan ew dixwazin PAK, PSK, HAKPAR û TEVGERê jî bikin perçeyên tifaqa Kurdistanî. Lê hin partiyên kurdî di wê baweriyê de ne ku ji ber HDP xwe weke partiyeke Tirkiyeyî dibîne, divê ne HDP tenê KCD û DBP pêşengiya tifaqa Kurdistanî bikin.

Parlamenterê HDPê yê Rihayê Nusredîn Maçîn dibêje: “Weke PSK, PAK, weke TEVGER, weke HAK-PAR kî heye, em dixwazin bi hemûyan re hevdîtinan pêk bînin.”

Rêveberên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) xelet dibînin ku HDP pêşengiya tifaqa Kurdistanî bike. Ji ber ku HDP xwe ne weke partiyeke kurdî weke partiyeke Tirkiyeyî dibîne. Li gorî wan eger ev xeletî bê sererastkirin PAK amade ye ji bo lihevkirinê dikare hevkariyê bikin..

Berdevkê PAKê Henîfî Turan jî dibêje: “Li ser berjewendiyên şexsî û grûbî, ew dê nikaribin me bikişînin nava hinek tiştan. Eger dixwazin bi heqîqet ji bo miletê Kurd hin daxwazên miletê kurd derxin pêş û em bi hev re di hilbijartinan de li ser vê hevkariyekî bikin, em dikarin bi her kesî re hevkariyê bikin.

Eger tifaqa partiyên Kurdistanî berfirehtir bibe, HDP dixwaze di meha îlonê de beriya hilbijartinan vê yekê bi deklerasyonek ji raya giştî re aşkera bike û bi vî awayî dengên zêdetir werbigre. Lê beşek ji partiyên kurdî dixwazin ev tifaq bi hilbijartinê re sînordar nemîne û bibe tifaqeke mayînde.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PÎA) Ahmet Kaya jî got: “Niha HDP piştgiriya vê tifaqê dike. Ji ber ku îdiaya HDPê ew e ku dibêje ez partiya temamê reng û dengan im. Ji ber vê yekê piştgiriya vê dike û teşwîq jî dike. HDP vê peyamê dide; ez vekirî me, ez piştgiriyê didim we û bi we re tevkariyê dikim.”

Beriya ku ji bo tifaqa Kurdistanî bi HAKPAR, PAK, PSK û Tevgerê re hevdîtin bêne kirin, Koma Xebata Tifaqa Kurdistanî biryar girtiye ku komxebatên tifaqê li dar bixe. Bereya tifaqê di piştî van komxebatan zelal bibe.

Nûçe: Maşallah Dehaq

Çavkan^,: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin