Girîngiya serdana delegasyona MSD bo Washingtonê

Girîngiya serdana delegasyona MSD bo Washingtonê

.

A+A-

Serdana şanda Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser ji bo Washingtonê weke nîşaneke pêşxistina pêwendiyên siyasî yên Amerîka ligel Rêveberiya Xweser tê dîtin. Çîrovekarê siyasî û medyakar Robîn Reşvan, ji Rûdawê re got, ku ev serdan girîng bû ji bo pêşxistina asta pêwendiyên siyasî ligel Rêveberiya xweser.

Şanda Encûmena Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser li Washingtonê di serdanekê de ku çend rojan domandibû, ji, Seroka Desteya Cîbicîkar a MSD, Îlham Ehmed,  Hevserokê Encûmena Sivîl a Dêrezorê Dr. Xesan el-Yûsif, û Hevseroka Encûmena Cîbicîkar ya Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê pêk dihat, ligel hejmarek berpirsên Amerîkî li Koşka Spî, Wezareta Derve û Kongres civiyan.

Derbarê encamên vê serdanê de,  şîrovekarê siyasî û medyakar Robîn Reşvan ji Washingtonê, ji Rûdawê re got, ku ev pêngaveke girîng bû ji bo pêşxistina asta pêwendiyên siyasî ligel Rêveberiya xweser.

Şîrovekarê siyasî Robîn Reşvan serdaba şanda ji Rojavay Kurdistanê wek pêngaveke girîng da zanîn û got: “Ev demek e ku ew peywendî gihîştina nasnameyeke siyasî, lê ligel rêveberiya Biden ew zelaltir jî dibe. Em dibînin ku şanda MSD hem li koşka Spî, hem li Wezareta Derve û hem li kongresê pêşwazî lê hat kirin.”

Akademisiyan û şarezayê siyaseta Rûsya derbarê Rojavayê Kurdistanê Dr. Redwan Badînî, ji Rûdawê re got, tişta girîngiya vê serdanê girîngtir dike ew e ku Rûsya jî êdî nermahiyekê nîşan dide.

Di panêlekê de, li Peymangeha Washingtonê bo Siyaseta Rojhilata Nêzîkî, Îlham Ehmed gotibû, berpirsên Koçka Spî soz dane bi berdewamiya pabendbûna bi hebûna li bakur û rojhilatê Sûriyê û pêşkêşkirina piştevaniya aborî bo herêmê.

Di twîtekê de, Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê ragihandibû, Joey Hood û Ethan Goldrich herdu cîgirên alîkarê wezîrê derve ligel Ilham Ehmed, civiyane û dubare tekezî kirine li ser piştevaniya Amerîka bo aramiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê û berdewamiya pêşkêşkirina alîkariyan li navçeyên ku ji DAIŞê hatine rizgarkirin û çareseriya siyasî ya ku hemû Sûriyan li xwe digire.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin