Gelo Taşteya Kurdî Wê Bikeve Lîsteya UNESCOyê?

Gelo Taşteya Kurdî Wê Bikeve Lîsteya UNESCOyê?

Ji bo ku taştêya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê têkeve Lîsteya Mîrata Çandî ya Neşênber a Mirovahiyê ya UNSECOyê xebat dan destpêkirin.

A+A-

Ji bo ku taştêya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê têkeve Lîsteya Mîrata Çandî ya Neşênber a Mirovahiyê ya UNSECOyê xebat dan destpêkirin.

 

Taştêya Wanê di danasîna bajêr de cihekî xwe yê girîng heye.

 

Taştêya Wanê di sala 2014an de bi çalakiya "Sifreya herî qerebalix a dinyayê"  rekor bidest xist û ket Pirtûka Rekorên Guinnessê. Taştêya Wanê ji Saziya Patent û Marqeyan a Tirk (TPE) "Belgeya Tescîla Marqeyê ya Taştêya Wanê" hilda.

 

Ji bo ku taştê têkeve Lîsteya Mîrata Çandî ya Neşênber a Mirovahiyê ya UNESCOyê, Rêveberiya Çand û Geştyarî ya Bajêr û Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê (YYU) xebat da destpêkirin.

 

Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Wanê jî ji bo ku taştê derkeve pêş, amadehiyê dike ku her sal rojekê wek "Roja Taştê ya Cîhanê" îlan bike.

 

Rêveberiya Bajêr yê Çand û Geştyariyê Muzaffer Aktug diyar kir, ji bo ku taştêya Wanê li hemû dinyayê were naskirin, xebat didomin.

 

Muzaffer Aktug got ku taştêya Wanê ji bo danasîna bajêr girîng e û wiha pê de çû: "Xebatên me dewam dikin ku hemû qonaxên taştê ji UNESCOyê re werin pêşkêşkirin. Heta ku taştê were ser sifreyê em tomar dikin. Armanc ew e ku taştê têkeve Lîsteya Mîrata Çandî ya Neşênber a Mirovahiyê ya UNESCOyê."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin