Firat Cewerî: Zimanê min bûbû hêlîna min, ez tê de dilûsîyam

Firat Cewerî: Zimanê min bûbû hêlîna min, ez tê de dilûsîyam

Ji Malpera Ava Nivîsgeh Ronî War hevpeyvînek taybet li gel nivîskar Firat Cewerî kir. Cewerî got: “Xerîbî û koçberîyê pêsîra kurdan qet bernedaye. Kurd carina ji ber hev, carina ji bo hev koçber bûne.

A+A-

 

Berdewamîya hevpeyvînê wiha ye:

Ronî War: Di nivîskarîyê de çel sal li dû te man. Bi hêvîya temenê te û pênûsa te hîna gelek salên dîrêj, bi adan û xweş li dû xwe bihêle. Ev çel sal e tu di ber vî zimanê qedexe ye, bi çend zarava ye, bi çand elfebeya ye û li nava çend sîron parçe bûye dixebîtî. Bi ked û xebatek mezin te gelek berhemên hêja kirin malê ziman, çand û wêjeya kurdî. Ji te bixwazim tu vegerî û li paş xwe binerî tuyê ji me re çi bibêjî?

Firat Cewerî: Pir spas ji bo gotinên te ên ji dil û dostane. Gava ez vegerim û li pişt xwe binerim, ez ê di nav ewrekî xemgînîyê de bibim piçikek, wê acizî û bêhntengîyek xwe bi ser min de bigire û ez ê ji kerban biteqim. Wê dûre gunehê min bi min bê, wê girî têkeve qirika min, lê wê hêsirên min biniqutin dilê min. Ez ê bixwazim biqîrim, lê wê dengê min di hundirê min de olan bide. Çima? Ji ber ku gava min çavên xwe li vê dinyayê vekir û ez bi ser gotinê ve bûm, her gotina ku min kir, mîna ez sûcekî bikim, ez sûcdar hatim dîtin. Min carina ji xwe dipirsî, çima ez sûcdar hatime dinyayê? Ez bi dû wê pirsê ketim. Lê min berisva wê nedidît. Gava min bîr bir û ez êdî li dû guhertina jîyanê û cîhanê bezîyam, min xwe di hemêza zimanê xwe de dît. Tu hêzê, tu fikrê, tu îdeolojîyê nikarîbû ez ji wê hemêza germ derxistama. Zimanê min bûbû hêlîna min, ez tê de dilûsîyam. Lê gelek caran, mîna ez di xewneke tirsê de veciniqim, ez bi tirs jê dipengizîm, lê dîsa lê vedigerîyam. Her ku min xwe nas kir, min zimanê xwe nîşana hebûna xwe dît. Her ku neyarê zimanê min xwest wî li ber çavên min reş bike û bike nişana cehalet û paşdemayinê, min berevajîya wê kir. Bêyî ez bi kûranîya edebîyata wê ya nivîskî bihesim, an du rêzan jê bixwînim, ez ketim cîhana edebîyata wê ya devkî. Min li dengbêj û çîrokbêjan guhdarî kir. Ez bûm heyranê sewt, awaz, taswîr û pesindana di zimanê kurdî de. Di kilamên kurdî de jin xweşik, xweza xweşik, mêr spehî û mêrxas bûn. Bêguman bi şer û koçberîyan jî mişt bû, lê ew jî ji bo parastina şeref û rûmeta xwe bû. Hê di salên min ên naşîtîyê de hew min dît qelem di destê min de ye û ez dinivîsim. Bêyî haya min ji ên berî min hebe, bêyî haya min ji dîroka edebîyata me ya nivîskî hebe, bêyî ku ez zanibim Cizîrî kî ye, Xanî çi gotîye. Bêyî ez zanibin Mîrê me berî bi çend nifşan hemû jîyana xwe di oxira ziman û edebîyata me de bihurandîye. Ez ji nişkê ve ketim ser rîya wan. Ew rê jî ne dûz û rast bû. Rê bi kelem û asteng bû. Bi têl û mayin bû. Bi serêşî û kezebreşî bû. Min da ser wê rîyê û ez carina bi inyad, carinan jî bi bawerî tê de meşîyam. Ev çil sal in ez bi şev û roj di wê rîyê de dimeşim. Ez hê jî newestîyame. Roja ez ji ser vê rîyê dagerim wê jîyan ji min re bêmane bibe, loma ez ê qet ji ser vê rîyê danegerim. Ez ê hertim li dû xwe binerim da ez pêşîya xwe baştir bibînim…

Ronî War: Ji bona te rabirdû tê çi wateyê? Wexta tu dinivîsî rabirdû li ku ye û bi vê ve girêdayî ji jîyana te çiqas dikeve nav berhemên te?

Firat Cewerî: Rabirdû dîrok e, jîyan ev kêlî ye, pêşeroj xeyal e. Ez hertim xwe dispêrim rabirdûyê da ez vê kêlîyê baştir nas bikim û kûrtir li ser pêşerojê bifikirim. Ez carê li dû xwe dinerim da ez pêşîya xwe baştir bibînim. Heke mirov li pişt xwe nenere, mirov ê di rêveçûna pêşîya xwe de bihulkume û bikeve. Mirov ji paşreroja xwe bêhay be, mirov ê nikaribe bi awayekî zelal pêşeroja xwe jî bibîne. Ya rastî, bi awayekî, doh, îro û sibe bi hev ve girêdayî ne. Ez jî di navbera doh, îro û sibe de fîgurek im. Li doh difikirim, îro dijîm û sibe xeyal dikim. Ji ber ku nivîskar ji her kesî bêtir xwe nas dike, loma, ew carina xwe dike her kes û pêşkêşî me dike. Em jî her kesî di kesê yekem de dibînin. Ez jî wek kesê yekem, di romanên xwe de pişta xwe dispêrim rabirdûyê, hinekî ji xwe, hinekî ji te, hinekî ji wî, hinekî ji wê tevlê dikim, hemûyî di yekî de, an jî di yekê de dicivînim û berpêş dikim…

Ronî War: Xelatên te yên vê dawîyê, Xelata Akademîya Swêd û Xelata Pênûsa Zêrîn ya Wezareta Çandê ya Kurdistanê li ser hev hatin, ev serbilindahîya wêje û zimanê kurdî ye. Van xelatan çi bi te re ava kirin?

Firat Cewerî: Heta niha, an jî piranîya caran xelatên ku bi me, bi ziman û edebîyata ve hatine vekirin zîndan, lêdan û sirgûn bûye. Gava me bi zimanê xwe nivîsandîye û em bi zimanê xwe ketine cîhana xeyal û fantazîyan, em di çavên serdestên xwe de bûne sûcdar û loma em hertim hatine cezakirin. Lê ev herdu xelatên ku te behs kirin, xelat bûn, qîmet û rûmetdayin bû. Wek te jî kerem kir, di van du salên dawî de du xelat bi dû hev de hatin. Xelata pêşî di sala 2018an de ji Akademîya Swêdê hat û xelata duduyan jî ji Wezareta Çandê ya Kurdistanê hat. Herdu xelatan jî ez bêhawe kêfxweş kirim. Herdu xelat jî ji bo min wek rûmeteke mezin bûn. Ew zimanê ku bela serê me bû, ew zimanê qedexe û nîşana cehaletê kişîya qesir û qonaxên maqûlan û ji alîyê dezgeha dinyayê ya herî bi prestîj hat dayin. Zimanê me, bû şirîkê zimanên dinyayê û ket devê Akademîya Nobelê. Piştî wê bi du salan jî, yanî îsal, Wezareta Çandê ya Kurdistanê ez bi qelema zêrîn xelat kirim. Vê xelata Kurdistanê jî ez bêhawe kêfxweş kirim. Ew xelat jî ji bo min rûmetek bû. Ev çil sal in ez bi zimanê wan dinivîsim. Ji bo min hat maneya ku ew zimanê xwe xelat dikin, sînoran radikin û kurdan digihînin hev. Ya din, herdu xelat jî ji bo min wek eferimekê bû. Gava mirov tiştekî dike û hin dibêjin, eferim, te tiştekî baş kirîye, mirov pê kêfxweş dibe û dixwaze di kirina tiştên baş de berdewam be.

Ronî War: Nûdem yek ji wan kovara ye ku wek Hawarê hezkirîya her nivîskarê kurd bû. Gelek helbestvan û nivîskarên berî me û nivşê me cara ewil nivîsên wan di Nûdemê de weşîyaye. Niha tu vegerî û li pey xwe binerî tuyê ji me re çi bibêjî?

Firat Cewerî: Gava min di dawîya salên heştêyan de plana derxistina Nûdemê dikir, armanca min hinekî jî ew bû ku ez Hawarê ji nû ve vejînim û wê ji bêdengî û mirinê rizgar bikim. Ji ber ku çend nifş ji Hawarê bêpar gihiştibûn, nizanîbûn, nebihîstibûn ku hê di salên sihî de bi zarê wan kovareke pir bedew derketîye. Gava dem hat û min di sala 1992an de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir, min xwest ez hem sînorên cografî, hem jî sînorên sîyasî ji nav kurdan rakim û wan di Nûdemê de li dor ziman û edebîyata kurdî bicivînim. Ji alîyê din ve di wan salan de hejmara ên bi kurdî dinivîsandin pir kêm bû. Gelek kes cara pêşî bi Nûdemê ketin cîhana edebîyatê. Ji xwe armanca min jî bi Nûdemê ew bû ku hem ez nifşekî nû bigihînim, hem nifşê do bigihînim îro, hem sînoran ji nav kurdan rakim, hem jî bi ziman, stîl û naverokê ziman û edebîyata kurdî ber bi ya cîhanê ve bikişînim. Gava ez niha, li ser pirsa te, bîst û heyşt salan bi paş de vedigerim, ez dibêjim heke min îro jî kovarek derxista, min ê ancax bikarîba kovareke mîna Nûdemê derxista. Çi hîseke xweş e ku mirov ji ber kirinên xwe, xebata xwe û fikra xwe fedî neke, poşman nebûbe û bibêje baş bû ku min ew kir…

Ronî War: Kevoka Spî, navê berhemeke te ya kurteçîroka ye. Di salên 1991-92 da li Amedê min peyde kiribû û min bi kêfxweşî xwendibû. Te xebata Antolojîya Çîrokên Kurdî jî kirîye. Gelo cihê çîrokê li cem te çi ye û ji çîroknûsên ciwan re çi pêşnîyarên te hene?

Firat Cewerî: Herçiqas min bi helbestê dest bi nivîsandinê kiribe jî, ez pir zû ketim cîhana çîrokê jî. Di destpêka salên 1980 de çîrokên min dihatin weşandin. Min dixwest ez zimanê kurdî ber bi pexşanê ve rakişînim. Wê were bîra te ku min di Nûdemê de jî bi zanebûn giranî dida çîrok û pexşanê. Bawerîya min ew bû ku zimanek bi pexşanê bêtir dikemile. Ji xwe piştî wê, bi taybetî jî piştî salên 2000î berê edebîyata kurdî ber bi pexşanê ve hate kişandin. Digel qelsîya hin çîroknivîsan, hin çîroknivîsên baş jî hene ku edebîyata me ji ber wan sebilind e.

Ronî War: Wek nivîskarekî ku kurteçîrok û roman nivîsîye dixwazim bipirsim di navbera çîrok û romanê de çi heye?

Firat Cewerî: Çîrok û roman du şaxên edebîyatê ne ku hem pir nêzîkî hev in, hem jî ji hev cûda ne. Herdu pexşan in, lê yek kurt, ya din dirêj e; yek ji ya din bêtir tiştan dibêje. Gava min çîrok dinivîsand, carina hemû çîrok, yanî ji serî heta dawî di serê min de zelal dibû û ez rûdiniştim û min dinivîsand. Bêguman baldarîyeke zêde jê re divê da mirov lehengan xweşik bi cih bike û wan têxe tevgerê. Herçî roman e, carina şaxek xwe ji şaxekî din dide der, çîrok ji çîrokê dizê û xelek ji hev vedibe û dirêj dibe. Mirov dikare jîyanekê, sedsalekê, qirnekî li romanê bar bike, lê ew bar ji çîrokê re giran tê.

Ronî War: Dema tu dikî binivîsî, tu çi hîs dikî, çi dijî û tu çawa dinivîsî?

Firat Cewerî: Gava ez dikevim cihana nivîsandinê ez xwe ji malê didim alî. Ez xwe ji der û dorê, ji nas û dost û hevalan îzole dikim û ji xwe re cîhaneke nû ava dikim. Ez hinekî ji jîyana rastî bi dûr dikevim û dadigerim jîyana xeyalan. Ez mirovên nû, bajarên nû, jîyanên nû ava dikim û bi xwe jî bi wan mirovan re, li wê cîhana avakirî dilivim. Her tiştên ku ez di xeyala xwe de ava dikim, ez ewqasî pê re dixebitim û pê re dijîm ku ez bi xwe jî êdî bawerîya xwe pê tînim. Ew tiştên ku min ji tune de ava kirine, êdî ew bi min jî rast tên. Cih û deverên ez lê dinivîsim ne mîna cih û deverên hin nivîskaran in. Hin di bêdengîyê de, hin li deverên xalî dinivîsin. Ez bi xwe di nav mirovan de dinivîsim. Ez li lobîyên otelan, li malên nivîskaran, li kafeyan, li baran dinivîsim. Lê cihên ez lê dinivîsim divê mirovên nas tunebin. Gava ez çav li nasekî bikevim sêhra nivîsa min têk diçe. Ez di nav mirovan de bim jî divê ez ne ji wan bim. Ew min nas nekin, ez wan nas nekim. Ew ji min tiştekî nepirsin, ez tu bersivê nedim wan. Lê dengên wan, peyva wan ya bi hev re, kenê wan, min qet aciz nakin. Heta ew ji min re dibin mîna îlhamê. Ez carina tevgerên hinan, helwesta wan, dengê wan di lehengên xwe de dihûnim. Ew mirovên der û dora min ji min re dibin alavên edebîyatê. Ez kirasê xwe lê dikim û wan dikim yek ji me.

Ronî War: Wergêr li her deverê serpêhatîya wan dişibe hevdu; navê wan di bîra gelek kesan de namîne. Te jî werger kirîye û wek weşanger jî te giringî daye wergerê. Werger ji bo te çi ye û li gorî te ji bona ziman û wêjeya kurdî tê çi wateyê? Dixwazim tu bi serborî û nerînên xwe rêya ciwanan ronî bikî. Her wisa di wergerê de tu li çi asê dima? Alîyê herî zehmet û alîye herî xweş ji bo te çi bûn?

Firat Cewerî: Wek te jî kerem kir, min ji mêj ve guh daye wergerê. Zimanekî wek zimanê me ku ewqas tade û neheqî lê hatîye û jar hatîye hiştin, werger dikare xwîneke nû bidîyê û wî dîsa bi hêz bike. Ya rastî, di destpêkê de her berhemeke ku min dixwend û min jê hez dikir, min dixwest ew berhem bi kurdî jî hebe. Loma, di ber nivîskarîya xwe re min hertim guh daye wergerê jî. Heta min bi kovara Nûdemê re kovareke xwerû wergerê, Nûdem Werger jî derxistîye. Hem min bi xwe werdigerand, hem jî heta ji min dihat min heval û hogirên xwe jî teşwîqî wergerê dikirin. Demek hat, gelek hevalan digel nivîskarîya xwe werger jî kirin. Îro, ez dibinim ku ji gelek der û doran, ji gelek zimanan werger têne kirin. Lê ev hemû xebatên şexsî ne. Heke îmkanê min hebûya min ê mîna wezîrê perwerdê ê Tirkîyê ê demekê Hasan Ali Yücel beşek mezin ji edebîyata dinyayê bidaya wergerandin. Ew îmkanê min nîne, lê îmkanê ku ez bi xwe û li gora taqeta xwe wergerînim heye. Ez bi giranî ji edebîyata swêdî werdigerînim. Yek jê, zimanê swêdî jî di pêvajoya salên dirêj de bûye mîna zimanê min, ya din Swêdê zimanê min daye min. Bi xêra Swêdê min karîbûye ez çil salên xwe bidim ziman û edebîyata kurdî û bi dehhezaran rûpel bi zarê kurdî pêşkêşî kitêbxaneya kurdî bikim. Herçiqas gava behsa edebîyata swêdî tê kirin bi piranî romanên polîsîye tê bilêvkirin jî, edebîyata swêdî xwedîyê tradisyoneke dirêj ya edebîyata xurt e û gelek nivîskarên şareza derxistine. Şaxekî din yê edebîyatê li Swêdê heye ku stûneke giran e, ew jî şaxê edebîyata zarokan e. Îro li Swêdê xelateke edebîyata zarokan bi navê xelata Alma tê dayîn ku ew jî mîna xelata Nobel ya duduyan e. Belê, Swêd xwedîya xelata Nobel e jî. Loma, ez ji edebîyata zarokan bigire heta klasîkên modern yên vî zimanî werdigerînim kurdî û kurdî dikim şirîkê vê edebîyata bedew û dewlemend. Di wergerê de zehmetîyên ku derdikevin pêşberî min hene, lê ew zehmetî paşê ji min re dibin tecrube û pê zimanê min dewlemend dike. Ez jî wê dewlemendîyê dewrî ferhenga zimanê kurdî dikim.

Ronî War: Koçberî mijareke bi bandor e ji bona min. Kesên ji cih û warê xwe bûne, ji reh û koka xwe hatine veqetandin, ji jîyana hînbûye û bi duzena wê mezin bûye dûrketine, ya herî dijwar jî ew hêvîya jênager e ku koçber difikirin ew ê rojekê dîsa vegerin cih û warê xwe. Wek derketîyekî tu dikarî ji me re di vê mijarê de çi bibêjî û ev mijar çawa niqutîye nava rûpelên berhemên te?

Firat Cewerî: Xerîbî û koçberîyê pêsîra kurdan qet bernedaye. Kurd carina ji ber hev, carina ji bo hev koçber bûne. Ew carina ji ber şer û pevçûnên eşîrî û malbatî ji cih û warên xwe derketine, carina jî ji ber neyêr revîyane. Carina evîn bûye sedema koçberîya wan, carina ji ber aborîyê berê xwe bi welatên xerîb û xurbetê vekirine. Carina jî çoyê sîyasî ew ajotine ser rîya welatên dûr. Her kesên ku ji cih û warên xwe derdikevin, bi xeyala cih û warên xwe dijîn. Ji xwe heke mirov bi zarotî û xortanî ji warê xwe bi dûr ketibe û nikaribe lê vegere, mirov hertim bi xeyala vegera cih û warê xwe dijî. Fikra vegerê dev ji mirov bernade. Mirov bi wê fikrê radizê, bi wê fikrê radibe. Piştî demekê êdî ew li mirov dibe mîna nexweşîyekê; nexweşîya nostaljîyê. Lê piştî bi salên dirêj gava mirov li cih û warê xwe vedigere, mirov qidûmşikestî dibe. Çokên mirov difisin û mirov diherike erdê. Ji ber ku her tişt hatîye guhertin, tiştek wek xwe nemaye. Her tiştên ku hatine guhertin li derveyî fikir û xeyala kesên derketî ne. Ew li kuçe û kolanên xwe li zaroktî û xortanîya xwe digerin; lê digerin, lê nabînin. Zaroktî û xortanî di ber wan re herikîye û çûye. Ew berê xwe didin kuçe û kolanan; kuçe û kolan ne wek berê ne, hin ji wan nemane. Berê xwe didin avahîyan, avahî bilind bûne, dîmen hatine guhertin. Vêca dibin mîna çûkên ku hêlîn li ber herimî be, nikarin li cihekî bilûsin. Êdî xwe li her derê xerîb dibînin. Ev xerîbî û koçberî cihekî mezin di edebîyata kurdî ya devkî de digire. Çîrokbêj û dengbêjên me bi sedsalan gotine û bilandine. Bêguman mijara xerîbîyê derbasî edebîyata me ya nivîskî jî bûye. Min bi xwe jî ew hîsa xerîbîyê di gelek berhemên xwe de bi kar anîne. Heta, romana min Payiza dereng li ser xerîbî û derdê xerîbîyê hatîye nivîsandin. Lehengê sereke Ferda, payizeke dereng mecbûr dimîne û welatê xwe diterikîne. Ew dike nake nikare li xerîbîyê bisitire. Xerîbî jê re dibe kirasekî ji êgir. Piştî bîst û heyşt salan vedigere warê xwe. Vedigere, lê êdî li warê xwe li xwe digere. Li xwe digere, lê xwe nabîne. Bi kurtî, em li xwe digerin, lê em nema xwe dibînin…

Ronî War: Tiştekî nuh heye. Çi xebat û berhem di destê te de heye? Tuyê çi mizgînîyê bidî xwendevanên me?

Firat Cewerî: Berî bi demeke kurt kitêbeke min ya nameyan derket. Nameyên sêzdeh şexsîyet û nivîskarên kurd ku di pêvajoya nêzîkî çil salî de ji min re şandine. Mixabin her sêzdeh jî niha najîn. Lê nameyên wan perçeyek ji dîroka edebîyata me ye. Wekî din, berî bi çend rojan romana min ya nû bi navê Derza dilê min derket. Derza dilê min jî romanek ji nameyan pêk tê. Lê nameyên fîktîf in. Romaneke evînî ye, nameyên ji gotinên evînê mişt in. Lê evîn ne tenê xweşî ye, êşa wê jî heye. Min ew êş jî lê bar kirîye. Mixabin ji ber belaya coronayê herdu kitêb jî hê negihiştine min. Herçiqas corona ji rêwîtîyên min re bûbe asteng û ez li malê bi sînor kiribim jî, ji alîyê din ve ez ajotime ser disiplîneke xurt.

Ji bo çavkanîya vê hevpeyvînê bitikînin

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin